Apê HPG'iyê ku veşaritna wî hat astengkirin: A tê kirin faşîzm e

  • rojane
  • 09:05 17 Gulan 2019
  • |
img

AMED - Cenazeyê Nevaf Kortak ê HPG'î ku polîsan nehişt wecîbeyên olî pêk bên hat veşartin. Apê Kortak Zubeyîr Kortak bertek nîşanî astengiyên polîsan dan û got: "Ev, ji xwe re dibên em misilman in. Lê ya tê kirin faşîzm e." 

 
Cenazeyê Nevaf Kortak (Baran) ku di pevçûnên êdetirî hefteyeke li Dêrsimê didomin de jiyana xwe ji dest da, tevî hemû astengiyên polîsan hat veşartin. Kortak, di pevçûna 2'yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Paşê cenazeyê wî anîn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Piştî rayedar li malbatê geriyan, malbat di 13'ê Gulanê de ji Bismila Amedê çû Meletiyê û cenazeyê Kortak duşema borî wergirt û anîn Bismilê. 
 
Dema malbatê cenaze ji Meletiyê dianî Bismilê, di rê de tim bi astengiyên polîs û leşkeran re rû bi rû maye û cenaze 6 saetan dereng anîne Bismilê. Di rê de ferdên malbatê tim hatine sekinandin û nasnameya wan hatiye kontrolkirin. Her cara hatine sekinandin, polîs û leşkeran di bin navê lêgerînê de tabût vekirine û kontrol kirine. 
 
'HÛN NIKARIN LI MIZGEFTÊ BIŞON' 
 
Malbatê bi şev cenaze aniye Bismilê. Ji bo wecîbeyên olî pêk bên cenaze anîne Mizgefta Medîneyê ya li Taxa Sanayiyê. Lê belê polîsan bi wesayîtên zirxî mizgeft dorpêç kiriye û astengî ji malbatê re derxistine û gotine: "Hûn nikarin li mizgeftê cenaze bişon. Divê meleyên bi kadro cenaze neşon." Li ser vê ferdên malbatê bertek nîşandan û li ser israra malbatê polîs bi paş ve kişiyane. Paşê ferdên malbatê û meleyek cenaze şûştiye. Lê belê ji ber zext ûz oriyên polîsan wecîbeyên olî tam pêk nehatine û cenaze li Goristana Akpinarê hatiye veşartin. 
 
Her wiha polîsan nehişt taziyeya Kortak li mizgeftê jî bê danîn. Li ser vê malbatê li hewşa mala xwe ya li Taxa Sanayiyê taziye danî. Li vê hewşa ku werdek û mirîşk jî lê dijîn, duh mewlût hat dayîn û taziye bi dawî bû. 
 
'EM Ê NEHÊLIN HÛNVEŞARIN JÎ' 
 
Ap Zubeyîr Kortak, bal kişand ser astengiyên polîsan û diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye: "Mizgeft, mizgefta dewletê ye. Hûn nikarin li vira bişon. Em ê nehêlin meleyên bikadro cenaze bişon. Ji we kî dikare bişo bila bişo. Lê eger hûn dirûşmeyekê jî berz bikin em ê cenaze ji we bistînin û nehêlin veşêrin." 
 
TAZIYEYA XWE LI HEWŞA MALA XWE DANÎN
 
Kortak, destnîşan kir ku ji bo taziyeyê wan depoyek girtiye, lê belê polîsan nehiştiye taziyeya xwe li wê depoyê deynin û li ser vê mecbûr mane li hewşa xwe ya ku heywanên wan jî lê dimînin deynin. Kortak, destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî wan şîna xwe daniye û gott: "Eger em xwedî li têkoşîna xwe xwedî derkevin, wê dijmin nikaribe bi ser me de bê. Lê eger em xwe bi paş ve bikişînin wê dijmin me bieciqîne." 
 
'JI BO XWE MISILMAN IN' 
 
Kortak, bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê jî da û got: "Di bin navê Îslamê de zarokên me dikujin. Ev nebes eli zindanan jî dikujin. Her wiha nahêle em cenazeyên xwe jî veşêrin. Nahêlin em şîna xwe jî deynin. Ev, ji bo xwe misilman in. Ya tê kirin faşîzm e." 
 
'NIZANIM ME ÇAWA VEŞART' 
 
Mele Ahmet Aydenîz ku cenazeyê Kortak şûş û veşart jî bertek nîşanî astengiyên polîsan dan. Aydenîz, diyar kir ku li navçeyê kî jiyana xwe ji dest bide ew tev li merasîma cenazeyên wan dibe. Aydenîz, bi bîr xist ku di dema anîna cenazeyê Kortak de polîsan hawirdora mizgeftê dorpêç kiriye û got: "Wexta me cenaze dişûşt, bi ser me de dihatin. Digotin 'Çima hûn ecele naşon.' Nizanim me çawa cenazeyê xwe veşart." 
 
'NEHIŞTIN EM DUA JÎ BIKIN' 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku ewlet nahêle li mizgeftên ku li Bismilê bi alîkariya welatiyan hatine çêkirin cenaze bên şûştin û şîn bên danîn û got: "Me ev mizgeft û malên şînê çêkirine, dewletê çênekiriye. Em şafî ne. Li gor mezheba şafîbûnê wexta meleyên şaîf cenaze dişon li mizgeftê didin sekinandin û li ser yasînê dixwînin. Lê nehiştin em wisa bikin. Nehiştin em yasînê bixwînin û duayan bikin." 
 
Mele Aydenîz, destnîşan kir ku a tê kirin tu eleqeya wê bi îslamiyetê re tune ye û got: "Di her olî de, cenaze tên rakirin û ji bo veşartinê merasîm tê lidarxistin. Wecîbeyên olî pêk tên. Lê dewletê nehişt em wisa bikin." 

Sernavên din

19/05/2019
15:46 Can: Nêzîkatiya li hemberî greva birçîbûnê wê rêveçûna Tirkiye diyar bike
15:04 Ji Amedê bang li Wezîrê Dadê kirin: Gotina xwe pêk bîne
14:37 Bi çepik û kornayan piştgirî dan malbatan
14:17 SES: Bi lez endama me Sureyya Reşitoglu Çîftçî berdin
14:06 Malbat li Esenyurtê di roja 24'an de kom bûn
13:59 Nobeta Malbatên li Gebzeyê di roja 41’an de ye
13:19 Dayikên Laçik Spî yên Amedê di dorpêça TOMA de li Koşuyolû kom bûn
13:10 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Em dipên ku kaosê vegerînin pevajoya aştiyê
12:33 Wekîlê HDP'î: Êrîşa li dijî çalakgerên grevê wê kaos û krîzê kûr bike
11:53 21 Dayikên Laçik Spî: Heta daxwazên me pêk neyên em ji Enqereyê venagerin
10:56 Malbata Plaza de Mayo: Bi yekîtiyê zext tên şikandin
09:43 Dozger li 10 jinên lîlandin doz vekirin
09:05 Dr. Gul: Dema mirov li girtîgehan birçî û bi rojî be em tu kes ne bi tendturistî ne
09:04 Endamê DÎK'ê: Êrîşa li dijî cenazeyan polîtîka dewletê ye
09:02 Bahadir ê 80 rojin di grevê de ye: Hêze bidin çalakiya dayikan
09:01 Dayika 75 salî ya kur û hevjînê wê girtî 20 rojin li ber xwe dide
09:00 144 rojin di grevê de ye: Heta dilopa xwînê ya dawî ezê têbikoşim
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2019'AN
08:04 Leyla Guven 193 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 20'an de didome
18/05/2019
17:43 Rêxistinên demokratîk Ferhat Kurtay û hevalên wî bibir anîn
17:23 Ji bo bîranîna windayan qurnefil avêtin bahrê
16:55 Malbatên çalakgeran îro jî li ser pîyan bûn
16:45 Xizmên windayan: Komîsyona Hevrûbûna Paşerojê ava bikin
15:56 Malbat li dijî tecrîdê ji Bakirkoyê heta Şirinevlerê meşiyan
15:51 Ji dayikên girtiyan ji bo Wezîrê Dadê: Li pişta peyama xwe bisekine
15:10 Alî Çîçek li ser gora wî bibîr anîn
15:07 Kilinç: Heta tecrîd ranebe dê çalakiya min jî bi dawî nebe
14:48 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Bakalci: Divê der barê çareseriyê de gav bên avêtin
14:34 Li Xalfetiyê piştî şer eskeran xaniyek şewitandin: 2 malbat binçav kirin
14:25 Xizmên windayan ên Îran, Kibris, Rûsya û Lubnanê piştgirî dan Dayikên Şemiyê
13:27 Girtiyên 152 rojin di grevê de ne name ji Wezîr re şandin: Ocalan temînata aştiyê ye
12:48 Li Rihayê angaşta îşkenceya di bin çavan de
12:41 Ciwanan Herêm Mehmûd ziyaret kir
12:23 Leyla 192 rojin li ber xwe dide
Rojiya mirinê di roja 19'an de ye
12:22 Polisan xwest ajokerên gotin 'Her tişt wê xweştir bibe' bêkar bîminin
12:15 Ji ber hecizê koltixa Hevşaredarê Qersê desteser kirin
12:01 Walîtiya Edeneyê Şahiya Cîwanan qedexe kir
11:43 Di dîroka Tirkiye de gavek yekemîn: 21 Laçik Spî 5 rojin li meclîsê di çalakiyê de ne
11:22 Li girtîgerha Şakranê di bin navê lêgerînê de dest danîn ser alavên girtiyan
10:48 Rojnamegerê di grevê de Guleş: Ez nikaribûm bêdeng bimama
10:27 Polîsan dolmîşa karkeran gulebaran kir: 6 karker birîndar bûn
10:00 Kêfa zarokan a avjeniyê
09:34 Îhsan Elîaçık: Êrîşa polisan a sifreya me jî cureyeke tecrîdê ye
09:21 Ji bo du pantoran 4 sal û 8 meh ceza lê birîn!
09:20 Cîwanê kurd ê şampiyonê Ewropa: Ez dixwazim Amedê bidim nasîn
09:19 Odeya Bijîşkan a Êlihê: Di rojiya mirinê de tu tiştên avî yên jiyanî nayên vexwarin
09:18 Hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne
09:18 Ji girtîgehê ji bo dayikên Laçik Spi helbestek
09:17 'Em ê li Galatasarayê peykerê Dayikên Şemiyê biçikînin'
09:16 'Hem xizmên me winda kirin û hem jî pêşeroja me dizîn'
09:14 ‘Heta tecrîd rabe çalakiyê bidome'
09:13 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Em bi dengê we hêzdartir dibin
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2019'AN
07:59 Li Rihayê şer: Polîsekî jiyana xwe ji dest da
17/05/2019
20:14 Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li eskerên pêl li cenaze kirin gilî kirin
20:04 Dayikên girtiyan: Bila hikûmet gavên şênber bavêje
18:51 Di bîranîna Tahir Elçî de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
16:57 32 saziyan daxuyaniya hevpar dan: Daxwazên girtiyan pêk bînin
16:55 Dayikên girtiyan ên Amedê çalakiya xwe berdewam kirin
16:47 Malbatên çalakgeran bi rêvebirin AKP'ê re hevdîtin kirin
16:12 Pêkirina cenazeyan di rojeva Meclisê de ye
16:09 ÎHD'ê starta Hefteya Windayan li cihê Kaşikçi lê hat windakirin da
15:43 Hinceta fezleyekeya Guven stranên kurdî û sirûd e!
15:21 Partiya Azadî û Însan: Werin em bi hevre aştiyê ava bikin
15:18 Baroya Dersimê: Em bi Serokê Meclisê Şentop re grevên birçîbûnê axivîn
14:52 Dayikên li Gebze: Em her tişt ji bo zarokên xwe dixwazin
14:39 Malbatan ji bo çûyina Îmraliyê serlêdan kir
14:38 Endama SES'ê ji Rihayê sewqî Semsûrê kirin
14:12 Astengiya Polisan bi meşê şermezar kirin
14:11 Çalakgerê rojiya mirinê Topkaya: Kî vê zilmê temaşe bike we şirîkê sûc e
13:46 Berdevkê HDP'ê: Madem astengiya zagonî tune rêya Îmraliyê vekin
13:38 Li dihê pevçûn: Cerdevanek jiyana xwe ji dest da
13:23 X-ray û nuqteya kontrolê ya polisan li têketina Şaredariya Bazîdê jî hatin danin
13:22 Ji Soylu ‘Parka Koşuyolu çima girtî ye?' pirsî
12:41 Cendirmeyan li Îdire rojnamegerek û 2 kes binçav kirin
12:40 Li Sûrê jina ku pevçûnê ji hev diqetand hat kuştin
12:37 Îmir: Waliyê Şirnexê bi kijan armancê daxuyaniyan qedexe dike?
12:26 Şaredariya Licê deynê Qeyûmê parve kir
7 milyon û 536 hezar pereyê qasê xwar û 3 milyon û 586 hezar deyn hişt
12:13 ‘Em ê we jî bişînin cem zarokên we’
11:50 Turkdogan: Divê daxuyaniya wezîr a Îmraliyê di wateya 'Me astengiyên fîîlî rakir' de be
11:27 Polîs li Şaredariya Nisêbînê bi cih kirin
10:55 Çalakgerên rojiya mirinê bi zorê ji nav nivînan radibin
10:37 Peyva ‘Komkujiya Roboskî’ Serokê Meclisê êşand!
10:36 Endama SES'ê ya 7 meh ducanî binçav kirin
10:18 Lîstika 'Di Tuvaletê De' li Enqereyê lîstin
09:56 Dr. Kloiber: Em rêgezên Nelson Mandella ji bo Ocalan pêşniyar dikin
09:05 Apê HPG'iyê ku veşaritna wî hat astengkirin: A tê kirin faşîzm e
09:05 'Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê hîn jî ne dereng e!'
09:04 'Em bi çanda berxwedanê mezin bûn'
09:04 Ciwanên Edeneyê dê li dijî tecrîdê bicivin
09:03 Sihora radibin û ji bo pincarê berhev bikin berê xwe didin çiyê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2019'AN
08:59 Leyla 191 rojin li ber xwe dide
Rojiya mirinê di roja 18'an de ye
08:27 TJA'yê li sifra erdê xwarina fitarê da jinan
16/05/2019
20:25 Parêzeran piştî biryara dadgehê 8 caran serlêdan kir lê tenê carekê çûn Îmraliyê
17:35 Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê
16:50 Polîsan bi ser Navenda Çanda Îdîl de girtin
16:44 Gunay a HDP’î: Daxwaz meşrû û qanûnîne
16:16 Parêzerê Ocalan Bilmez: Serlêdanên me bê bersîv dimînin
16:08 Dayikan astengî nas nekirin û meşiyan