COLEMÊRG - Li Colemêrgê, bi hatina biharê re gelek welatî bi pincarê debara xwe dikin. Welatî sihora ji bo pincarê berhev bikin dikevin rê û paşê pincarên ber hev dikin li bajêr difiroşin û pê debara xwe dikin.
Li Colemêrgê, bi hatina biharê re gelek kes li quntarên çiyê pincarên şîn tên berhev dikin û pê debara xwe dikin. Welatî wextê sihora berê xwe didin quntarên çiyê û pincaran berhev dikin. Paşê pincarên berhev kirine li bajêr difiroşin.
'EM MECBÛR IN'
Ramazan Kaya ku ji bo pincaran berhev bike berê xwe dide quntarên Çiyayê Simbilê. Kaya, diyar kir ku ew bi pincaran debara xwe dike û got: "Sibehê saet di 05:00'an de ji malê derdikevim. Em rêvas û pincarên din berhev dikin. Zehmet e, lê em mecbûr in. Em heqê nanê xwe ji nav zinaran derdixin. Karekî pir zehmet e û pir talûke ye. Li Colemêrgê wekî din tu kar tune ye. Gelê Colemêrgê betal e. Ji bo em debara xwe bikin em ji mecbûrî vî karî dikin."
SIHORA JI MALÊ DERTÊN
Bavê 6 zarokan Salih Abî jî bilêv kir ku ew sihora ji mal derdikevin û berê xwe didin çiyê û got: "Betal im, loma sihora radibim. Rojiyê digirim û berê xwe didim çiyê ji bo berhevkirina pincaran. Ji bo debara malbata xwe bikim pincarê berhev dikim difiroşim. 6 zarokên min hene. Wekî dint u kar tune ye. Ji xeynî rêvasê, kuvark, sterk, alo, loş û kerengan jî berhev dikim. Em di nav birin û savarê de bi kar tînin. Her wiha ji bo zivistanê jî em hişk dikin."
Fîkret Tekçe yê 57 salî jî got: "Ji mecbûrî pincarê berhev dikim. Ji sibehê heta êvarî em li çiyê pincaran berhev dikin. Di meha Nîsan û Gulanê de em diçin çiyê û pincaran berhev dikin. Ji ber niha wextê pincarê di meha Remezanê de ye, em hem rojiya xwe digirin hem jî pincarê berhev dikin. Karekî zehmet e. 57 salî me. Taqet di min de nemaye, lê dîsa jî diçim berhev dikim."
MA / Hamza Gunduz