ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, pergala mulakatê ya Wezareta Tenduristiyê di 10'ê Gulanê de xist meriyetê rexne kir û wiha got: "Bi vê pergalê dixwazin kesên kesên nêzî îktîdarê di kar de bi cih bikin. Em ê der barê rêveberya di 10'ê Gulanê de amade kir de li Şureya Dewletê doza betalkirinê vekin.
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), têklidarî biryara Wezareta Tenduristiyê ya li gorî xala 663'an a KHK'ê ya der barê Hin Guhertinên di Qada Tenduristiyê de di 10'ê Gulanê de xistin meriyetê li Navenda Giştî ya SES'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, pergala mulakatê ya Wezareta Tenduristiyê di 10'ê Gulanê de xist meriyetê rexne kir. Erden, anî ziman ku bi biryara îtîraza Lijneya Daîreya Lijneya Doza Îdarî ya Şûreya Dewletê, azmûna bi devkî bi tena serê xwe tiştekî îfade nake û wiha got: "Niha dixwazin heman pêkanîna mulalatê di qada tenduristiyê de jî têxin meriyetê. Bi vê pergalê dixwazin tenê kesên nezî îktîdarê têxin meriyetê. Divê ev deqkirin bê astengkirin. Divê ji bo xistina kar krtîter bên guhertin. Bi salan e mafê kesên din binpe dikin û li ser keda kesên din dibin kadro. Bi vê rêveberiyê carek din binpêkirina mafan îlan kirine.
Erden, herî dawî anî ziman ku wê têkildarî betalkirina rêziknameyê de li Şêwira Dewlete serlêdana îtîrazê bikin.