Leşkeran pêyê xwe da ser cenazeyan û poz dan

  • rojane
  • 12:15 16 Gulan 2019
  • |
img

DERSIM – Li Dersimê wêneyên ku weke salên 90’î leşkeran pêyê xwe dane ser cenazeyên HPG’iyan û poz dane derketin holê. Pîr Nesîmî Gemlîk têkildarî mijarê diyar kir ku pêkanînên bi vê rengî nîşan didin ku kesên tiştên wiha dikin ji mirovahiyê par negirtine. 

Operasyonên leşkerî yên ku beriya hefteyekê li Dersimê dest pê kirin, didomin. Di van operasyonan de dem deman di navbera leşker, polis û HPG’iyan de şer û pevçûn dertên. Tê gotin ku di van şer û pevçûnan de windahî jî hene. Hin wêneyên cenazeyê HPG’iyan ku tê angaştkirin ku di van şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane li sermedya civakî hatin parvekirin. Di hin wêneyên ku hatine parvekirin de leşkeran weke salên 90’î pêyê xwe dane ser cenazeyan û poz dane û di hin wêneyan de jî leşkeran xwe dane ser cenazeyan û bi awayekî komî wêne kişandine. Rêvebera Bajar a MHP’ê ya Eskîşehîrê Sîbel Şengul wêneyan bi gotinên xerab li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir. 
 
'LI KERBELAYÊ JÎ HEMAN TIŞT HATE KIRIN'
 
Rêveberê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Pîr Nesîmî Gemlîk ji têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Eger di nava mirovahiyê de Kerbela qewimî be û nehatibe jibîrkirin, ji ber van mînakan e. Serê Hz. Huseyîn jê kirin û danîn ser sifreyê, jin tazî kirin bi wî rengî li deveyan kirin û teşhîr kirin, niha jî pê li cenazeyan dikin û teşhîr dikin. Ev yek feraseta wê serdemê ye. Ev feraset timî xwe dubare dike. Di dema Osmanîiyan de jî heman mînak hebûn.”
 
'EW ÎŞKENCE LI MALBATAN Û CIVAKÊ HATIYE KIRIN'
 
Gemlîk di berdewamê de jî ev tişt anîn ziman: “Beriya her tiştî hikum li ser mirî namîne. Nabe ku tu miriyan ceza bikî. Bi kiryarên wiha yên li dijî miriyan dixwazin civakê ceza bikin. Ew îşkence li civakê û malbata kesên miriye hatiye kirin. Nêzîkatiyên bi vî rengî şerma mirovahiyê ye. Di baweriya elewîtiyê de mirovên wiha yên ketî tên dîtin û tên şermezarkirin. Ji nava civakê tên qewirandin. Yên ku pesnê vê didin jî em wan şermezar dikin.”
 

Sernavên din

12:36 HDP: Em barbariya li Xelfetiyê rû da ji nêzîk ve dişopînin
12:06 Dayika 71 salî ji bo edaletê Hezar û 217 kilometre meşiya û hat Enqereyê
11:55 Jinan li dijî firoşkerên hişbirê rê girtin
11:25 Birayê ciwanê betal ê xwe şewitand: Sedema wê krîza aborî ye
11:07 'Îskence li hewşên qereqolan didome'
10:59 Wezîr 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê dûr xistin
10:32 Li Ebexê 12 kes binçav kirin
10:25 Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin
10:09 Qeyûm şaredariya Colemêrgê dı bın deynan de hiştiye
10:02 Dayika 23 salan ji bo kurê xwe li kolana bû niha ji bo neviyê xwe li kolanê ye
09:12 Jin li Dersîmê hem karsaz, hem karker û hem jî hilberiner in
09:12 ÎHD: Şertên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji bo girtiyên nexweş pir giran e
09:11 Karkerên ji şaredariyê hatin dûrxistin wê bimeşin Enqereyê
09:11 Şilêran Zozanê Şilek xemiland
09:00 ROJEVA 21 GULANA 2019'AN
08:58 Leyla Guven 195 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 22'an de didome
20/05/2019
21:54 CPT'ê daxuyanî da: Me Îmralî jî di navde gelek girtîgeh ziyaret kirin
16:30 Bi stran û pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin
15:50 Parêzer: Dev û diranên kesên li Xalfetî hatin binçavkirin şikandine
15:35 Hêzên Demokrasiyê yên Wanê: Daxwazên girtiyan nayên bersivandi
15:20 Dayikên Laçik Spî yên li Gebze: Êdî Bes e
15:05 Li Dersimê banga 'yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike'
14:49 Kurtalan: Îktîdar wekî li komkujiyê binere li greva birçîbûnê dinere
14:25 3 bersûcên tecawizê hatin berdan
14:16 Ji Herêm Mehmûd bang: Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin
14:10 Ocalan gulebarankirina karkerên çandiniyê ji Soylû pirsî
13:51 Bozgeyik: Bila Wezirê Dadê gavên pratîk bavêje
13:36 Radyoyên çalakgerên rojiya mirinê desteser kirin
13:00 Hunermendên MKM'ê: Bila daxwazên çalakgerann bên bersivandin
12:53 Başkaya: Tu tişt ji daxwaza aştiyek bi rûmet rewatir tune ye
11:24 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
11:08 HDP'ê serdegirtina kawîşan ji Wezîrê Dadê pirsîn
11:00 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 'Serdegirtinên koguşan bandoreke neyînî li tenduristiya çalakgeran dike'
10:45 Li Kanîreşê TIR'a sewal bar kiribûn qulipî
10:33 Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir
09:51 Êrîşî avahiya AKP'ê kirin
09:49 Vesîsê girtiyê nexweş bi maşina tipa hucre birin hevdîtinê
09:03 Her roj li qada çalakiyê ye: Em bêdeng bibin zarokên me wê bimirin
09:03 Polîsan zarokê 17 salî binçav kir û xwestin bibe sîxur
09:02 Bave ku 3 zarokên wî girtî: Me mijûl nekin gavan bavêjin
09:02 ‘Tenê daxwaze me rakirina tecridê ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2019'AN
08:47 Leyla Guven 194 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 21'an de didome
19/05/2019
21:53 Rojiya xwe tenê bi avê vekirin
21:29 Li Esenyûrt û Dersîmê bi çalakiyên meş û rûniştinê tecrîd şermezar kirin
21:06 Şaredariya Periyê gava yekemîn a kooperatifê avêt
17:43 Hevjîna xwe ya parêzer kuşt
17:10 Odeyên Tabîban ên Heremê bang li hikumetê kirin: Dibe sibê pir dereng be
16:27 ‘Hiqûqa xwe pêk bînin'