Leşkeran pêyê xwe da ser cenazeyan û poz dan 2019-05-16 12:15:55 DERSIM – Li Dersimê wêneyên ku weke salên 90’î leşkeran pêyê xwe dane ser cenazeyên HPG’iyan û poz dane derketin holê. Pîr Nesîmî Gemlîk têkildarî mijarê diyar kir ku pêkanînên bi vê rengî nîşan didin ku kesên tiştên wiha dikin ji mirovahiyê par negirtine.  Operasyonên leşkerî yên ku beriya hefteyekê li Dersimê dest pê kirin, didomin. Di van operasyonan de dem deman di navbera leşker, polis û HPG’iyan de şer û pevçûn dertên. Tê gotin ku di van şer û pevçûnan de windahî jî hene. Hin wêneyên cenazeyê HPG’iyan ku tê angaştkirin ku di van şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane li sermedya civakî hatin parvekirin. Di hin wêneyên ku hatine parvekirin de leşkeran weke salên 90’î pêyê xwe dane ser cenazeyan û poz dane û di hin wêneyan de jî leşkeran xwe dane ser cenazeyan û bi awayekî komî wêne kişandine. Rêvebera Bajar a MHP’ê ya Eskîşehîrê Sîbel Şengul wêneyan bi gotinên xerab li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir.    'LI KERBELAYÊ JÎ HEMAN TIŞT HATE KIRIN'   Rêveberê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Pîr Nesîmî Gemlîk ji têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Eger di nava mirovahiyê de Kerbela qewimî be û nehatibe jibîrkirin, ji ber van mînakan e. Serê Hz. Huseyîn jê kirin û danîn ser sifreyê, jin tazî kirin bi wî rengî li deveyan kirin û teşhîr kirin, niha jî pê li cenazeyan dikin û teşhîr dikin. Ev yek feraseta wê serdemê ye. Ev feraset timî xwe dubare dike. Di dema Osmanîiyan de jî heman mînak hebûn.”   'EW ÎŞKENCE LI MALBATAN Û CIVAKÊ HATIYE KIRIN'   Gemlîk di berdewamê de jî ev tişt anîn ziman: “Beriya her tiştî hikum li ser mirî namîne. Nabe ku tu miriyan ceza bikî. Bi kiryarên wiha yên li dijî miriyan dixwazin civakê ceza bikin. Ew îşkence li civakê û malbata kesên miriye hatiye kirin. Nêzîkatiyên bi vî rengî şerma mirovahiyê ye. Di baweriya elewîtiyê de mirovên wiha yên ketî tên dîtin û tên şermezarkirin. Ji nava civakê tên qewirandin. Yên ku pesnê vê didin jî em wan şermezar dikin.”