Guzel: Berprisiyar Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê ye

  • rojane
  • 09:08 16 Gulan 2019
  • |
img

AMED - Parlementera HDP'ê Semra Guzel, destnîşan kir ku ji ber hikûmetê gav neavêtin girtiyan çalakiya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê û wiha got: "Tenduristiya girtiyan dema di greva birçîbûnê de bûn di asteke krîtîk de bûn. Bi rojiya mirinê, di tenduristiyê de pêvajoya lez dest pê dike. Demildest divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û gav bên avêtin. A divê bê kirin, bidawîbûna tecrîdê ye." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 190'î de ye û li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome. Her wiha di 330 Nîsanê de jî 15 û di 10'ê Gulanê de jî 15 girtiyan çalakiya xwe ya greva birçîbûn veguherand rojiya mirinê. Parlementera HDP'ê ya Amedê Dr. Semra Guzel, bal kişand ser tenduirstiya girtiyan û destnîşan kir ku eger tiştek nebaş biqewime berpirsiyar Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê ye. 
 
‘DEWLET DIXWAZE BERXWEDANÊ TÊKBIŞIKÎNE' 
 
Guzel, anî ziman ku kesên di greva birçîbûnê de ne naxwazin tenduristiya wan bibe, lê belê Leyla Guven ku 190 roj in û li girtîgehan jî 152 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan a tenduristiyê ji zûv de asta krîtîk derbas kirine. Guzel, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê têkoşîna ji bo jiyanê ye û got: "Ji bo daxwaz pêk bên têdikoşin. Ji ber daxwaza wan nayê qebûlkirin, çalakî didome. Hin gav hatin avêtin. Ev bi saya berxwedanê hatin avêtin. Lê dema ku dewletê ev kirin ji bo berxwedanê têkbişikîne hin gav avêtin. Lê belê dema ev daxwaz pêk neyên wê rewş xirabtir bibe." 
 
‘DAXWAZA ŞEXSÎ YA GIRTIYAN JÎ NAYÊ PÊK NAYÊ' 
 
Guzel, bal kişand ser tenduristiya çalakgeran û got: "Li gor hin kesan diguhere, lê belê raçînga rûnî ya bedenê dihele. Proteîn têk diçin. Ev jî dibe sedema helandina masûlkeyan. Çav xirab dibin. Ev hemû dibin sedema texrîbatên amyînde. Guh giran dibin. Gurçik xirab dibin. Tesîrê li tevahiay bedenê dike. Her diçe ev rîsk zêdetir dibe. Di warê tenduristiyê de deqîqe jî pir girîng in." 
 
Guzel, destnîşan kir ku li gelek girtîgehan daxwazên şexsî yên girtiyan jî pêk nayên û got: "Li gelek girtîgehan vîtamîna B1 nadin girtiyan, karbonat û şekir nadin. Hewldanên ji bo şikandina berxwedanê hene. Ev asta wan bêtir girantir dike. Şert û mercên ên li girtîgehan li gor ên derve girantir in." 
 
SENDROMA WERNÎCKE-KORSAKOFF
 
Guzel, diyar kir ku tenduristiya çalakgeran dibe bibe sedema hin xesarên neveger û got: "Divê çalakger du heb kompleksa vîtamîna B1 bigirin. Divê 500 mîlîgram be. Lê em dibihîsin tenê hebekê didin wan. Eger vîtamîna baş neyên dayîn ev yek dibe ku bibe sedema Sendroma Wernîcke-Korsakoffê." 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Guzel, destnîşan kir ku girtiyên ketine rojiya mirinê demeke dirêj di greva birçîbûnê de mane û ev yek rewşa tenduristiya wan xirabtir dike û got: "Girtî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Jixwe dema di greva birçîbûnê de bûn di asteke krîtîk de bûn. Rojiya mirinê, tê wateya lezbûna pêvajoyê. Demildest divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û gav bên avêtin. A divê bê kirin, bidawîbûna tecrîdê ye." 
 
Her wiha Guzel, destnîşan kir ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji bo heyetên serbixwe li girtîgehan lêkolînê bikin serlêdan pêk anîne, lê belê serlêdana wan bê encam maye. 
 
‘BERPIRSIYAR WEZARETA TENDURISTIYÊ YE' 
 
Guzel, destnîşan kir ku eger tiştekî nebaş biqewime berpirsiyar Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê ne û got: "Ev rewş rasterast Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê eleqedar dikin. Wezareta Dadê ji hêla hiqûqî û Wezareta Tenduristiyê jî ji hêla tenduristiyê ve berpirsiyar e." 
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleya plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne