Guzel: Berprisiyar Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê ye 2019-05-16 09:08:52 AMED - Parlementera HDP'ê Semra Guzel, destnîşan kir ku ji ber hikûmetê gav neavêtin girtiyan çalakiya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê û wiha got: "Tenduristiya girtiyan dema di greva birçîbûnê de bûn di asteke krîtîk de bûn. Bi rojiya mirinê, di tenduristiyê de pêvajoya lez dest pê dike. Demildest divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û gav bên avêtin. A divê bê kirin, bidawîbûna tecrîdê ye."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 190'î de ye û li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome. Her wiha di 330 Nîsanê de jî 15 û di 10'ê Gulanê de jî 15 girtiyan çalakiya xwe ya greva birçîbûn veguherand rojiya mirinê. Parlementera HDP'ê ya Amedê Dr. Semra Guzel, bal kişand ser tenduirstiya girtiyan û destnîşan kir ku eger tiştek nebaş biqewime berpirsiyar Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê ye.    ‘DEWLET DIXWAZE BERXWEDANÊ TÊKBIŞIKÎNE'    Guzel, anî ziman ku kesên di greva birçîbûnê de ne naxwazin tenduristiya wan bibe, lê belê Leyla Guven ku 190 roj in û li girtîgehan jî 152 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan a tenduristiyê ji zûv de asta krîtîk derbas kirine. Guzel, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê têkoşîna ji bo jiyanê ye û got: "Ji bo daxwaz pêk bên têdikoşin. Ji ber daxwaza wan nayê qebûlkirin, çalakî didome. Hin gav hatin avêtin. Ev bi saya berxwedanê hatin avêtin. Lê dema ku dewletê ev kirin ji bo berxwedanê têkbişikîne hin gav avêtin. Lê belê dema ev daxwaz pêk neyên wê rewş xirabtir bibe."    ‘DAXWAZA ŞEXSÎ YA GIRTIYAN JÎ NAYÊ PÊK NAYÊ'    Guzel, bal kişand ser tenduristiya çalakgeran û got: "Li gor hin kesan diguhere, lê belê raçînga rûnî ya bedenê dihele. Proteîn têk diçin. Ev jî dibe sedema helandina masûlkeyan. Çav xirab dibin. Ev hemû dibin sedema texrîbatên amyînde. Guh giran dibin. Gurçik xirab dibin. Tesîrê li tevahiay bedenê dike. Her diçe ev rîsk zêdetir dibe. Di warê tenduristiyê de deqîqe jî pir girîng in."    Guzel, destnîşan kir ku li gelek girtîgehan daxwazên şexsî yên girtiyan jî pêk nayên û got: "Li gelek girtîgehan vîtamîna B1 nadin girtiyan, karbonat û şekir nadin. Hewldanên ji bo şikandina berxwedanê hene. Ev asta wan bêtir girantir dike. Şert û mercên ên li girtîgehan li gor ên derve girantir in."    SENDROMA WERNÎCKE-KORSAKOFF   Guzel, diyar kir ku tenduristiya çalakgeran dibe bibe sedema hin xesarên neveger û got: "Divê çalakger du heb kompleksa vîtamîna B1 bigirin. Divê 500 mîlîgram be. Lê em dibihîsin tenê hebekê didin wan. Eger vîtamîna baş neyên dayîn ev yek dibe ku bibe sedema Sendroma Wernîcke-Korsakoffê."    ROJIYA MIRINÊ   Guzel, destnîşan kir ku girtiyên ketine rojiya mirinê demeke dirêj di greva birçîbûnê de mane û ev yek rewşa tenduristiya wan xirabtir dike û got: "Girtî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Jixwe dema di greva birçîbûnê de bûn di asteke krîtîk de bûn. Rojiya mirinê, tê wateya lezbûna pêvajoyê. Demildest divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û gav bên avêtin. A divê bê kirin, bidawîbûna tecrîdê ye."    Her wiha Guzel, destnîşan kir ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji bo heyetên serbixwe li girtîgehan lêkolînê bikin serlêdan pêk anîne, lê belê serlêdana wan bê encam maye.    ‘BERPIRSIYAR WEZARETA TENDURISTIYÊ YE'    Guzel, destnîşan kir ku eger tiştekî nebaş biqewime berpirsiyar Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê ne û got: "Ev rewş rasterast Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê eleqedar dikin. Wezareta Dadê ji hêla hiqûqî û Wezareta Tenduristiyê jî ji hêla tenduristiyê ve berpirsiyar e."    MA / Ozgur Paksoy