Zarok bûn hatin girtin: Duh li dijî îşkenceyê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe didin

  • rojane
  • 09:08 16 Gulan 2019
  • |
img

COLEMÊRG - Li Geverê Velî Cîndal û Umît Macît ku cînarên hev bûn di zarokatiya xwe de hatin îşkencekirin û girtin, tu carî li ber zext û zoriyan bi paş ve gav neavêtin. Cîndal di 15 saliya xwe de û Macît jî di 17 saliya xwe de hat girtin. Niha her du hevalên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. 

Li Gever a Colemêrgê, Velî Cîndal û Umît Macît ku cînarên hev bûn, di temenekî biçûk de hatin girtin, yek jê li Şemzînanê û yek jê jî li Colemêrgê bi rojan hatin îşkencekirin. Velî Cîndal di 15 saliya xwe de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn; Umît Macît jî di 17 saliya xwe de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 15 sal ceza lê hat birîn. Cîndal ku 5 sal in girtiye, niha di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye. Umît Macît jî 7 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê de ye. Cîndal ji 17 Çileyê ve û Macît jî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. 
 
Dayika Cîndal, Hazal Cîndal, diyar kir ku 117 roj in kurê wê di greva birçîbûnê de ye. Cîndal, destnîşan kir ku kurê wê di temenekî biçûk de hatiye girtin û li ber îşkenceyê bi tu awayî bi paş ve gav neavêtiye û niha di greva birçîbûnê de li ber xwe dide. Cîndal, got: "Kurê min di 15 saliya xwe de hat binçavkirin û bi rojan hat îşkencekirin. Pêşî wî birin ser avahiyekê û jê xwestin yeko yeko navan bibêje û kaxezê îmze bike. Yanî ji bo hin kesên bêsûc bên girtin îşkence lê kirin, lê belê kurê min qebûl nekir. Ji ber qebûl nekir, hîn bêtir îşkence kirin. 5 rojan hat îşkencekirin. Paşê wî birin nexweşxaneyê û girtin. Dadgehê cezayê muebetê lê birî. Ev çi kîn e? Li dijî îşkence û zilmê tenê rêyeke heye, ew jî berxwedan e." 
 
'SERBILIND IM' 
 
Cîndal, diyar kir ku kurê wê pir zihîf bûye û got: "Di 11'ê Gulanê de çûm girtîgehê. Nikaribû li ser piya bisekine. 15 kîlo dane. Tenê ne rewşa wî, rewşa hevalên wî jî nebaş bû. Lê moralê wan pir baş bû. Wan moralê me baş dikir. Çavê girtiyên di grev birçîbûnê de li gelê kurd e. Gotin, wexta gel tev bigere wê grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Gotin, heta daxwaza wan neyê qebûlkirin ew ê li ber xwe bidin." Dayik Cîndal, bilêv kir ku ew bi berxwedana kurê xwe serbilind e. 
 
'NEHIŞTIN AVÊ JÎ BIDIM' 
 
Dayika Umît Macît, Naciye Macît jî got: "Ji emniyetê li min geriyan. Çûm Şemzînanê. Ji bo kurê xwe bibînim 8 rojan li ber emniyetê mam. Di roja 9'an de 2 polîsan ez birim jêrzemîna emniyetê. Cihekî tarî bû. Ji ber hatibû îşkencekirin nedihat naskirin. Di nav ava gemarî de bû. Wexta çav bi min ket av xwest. Min xwest avê bidim, lê polîsekî bi qundaxa çekê li destê min da û nehişt avê bidim kurê xwe. A li wir pêk hat wehşet bû." 
 
4 SAL IN NEDÎTIYE 
 
Macît, diyar kir ku wekî bi hezaran girtiyî kurê wê jî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayik Macît, anî ziman ku 7 sal in kurê wê tim tê sirgûnkirin û got: "Ji ber rewşa me ya aborî nebaş e, 4 sal in nikarim biçim girtîgehê. Em bi telefonê bi hev re diaxivin. Tim dibêje baş im. "
 
MA / Fethi Balaman
 

Sernavên din

12:06 Dayika 71 salî ji bo edaletê Hezar û 217 kilometre meşiya û hat Enqereyê
11:55 Jinan li dijî firoşkerên hişbirê rê girtin
11:25 Birayê ciwanê betal ê xwe şewitand: Sedema wê krîza aborî ye
11:07 'Îskence li hewşên qereqolan didome'
10:59 Wezîr 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê dûr xistin
10:32 Li Ebexê 12 kes binçav kirin
10:25 Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin
10:09 Qeyûm şaredariya Colemêrgê dı bın deynan de hiştiye
10:02 Dayika 23 salan ji bo kurê xwe li kolana bû niha ji bo neviyê xwe li kolanê ye
09:12 Jin li Dersîmê hem karsaz, hem karker û hem jî hilberiner in
09:12 ÎHD: Şertên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji bo girtiyên nexweş pir giran e
09:11 Karkerên ji şaredariyê hatin dûrxistin wê bimeşin Enqereyê
09:11 Şilêran Zozanê Şilek xemiland
09:00 ROJEVA 21 GULANA 2019'AN
08:58 Leyla Guven 195 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 22'an de didome
20/05/2019
21:54 CPT'ê daxuyanî da: Me Îmralî jî di navde gelek girtîgeh ziyaret kirin
16:30 Bi stran û pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin
15:50 Parêzer: Dev û diranên kesên li Xalfetî hatin binçavkirin şikandine
15:35 Hêzên Demokrasiyê yên Wanê: Daxwazên girtiyan nayên bersivandi
15:20 Dayikên Laçik Spî yên li Gebze: Êdî Bes e
15:05 Li Dersimê banga 'yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike'
14:49 Kurtalan: Îktîdar wekî li komkujiyê binere li greva birçîbûnê dinere
14:25 3 bersûcên tecawizê hatin berdan
14:16 Ji Herêm Mehmûd bang: Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin
14:10 Ocalan gulebarankirina karkerên çandiniyê ji Soylû pirsî
13:51 Bozgeyik: Bila Wezirê Dadê gavên pratîk bavêje
13:36 Radyoyên çalakgerên rojiya mirinê desteser kirin
13:00 Hunermendên MKM'ê: Bila daxwazên çalakgerann bên bersivandin
12:53 Başkaya: Tu tişt ji daxwaza aştiyek bi rûmet rewatir tune ye
11:24 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
11:08 HDP'ê serdegirtina kawîşan ji Wezîrê Dadê pirsîn
11:00 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 'Serdegirtinên koguşan bandoreke neyînî li tenduristiya çalakgeran dike'
10:45 Li Kanîreşê TIR'a sewal bar kiribûn qulipî
10:33 Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir
09:51 Êrîşî avahiya AKP'ê kirin
09:49 Vesîsê girtiyê nexweş bi maşina tipa hucre birin hevdîtinê
09:03 Her roj li qada çalakiyê ye: Em bêdeng bibin zarokên me wê bimirin
09:03 Polîsan zarokê 17 salî binçav kir û xwestin bibe sîxur
09:02 Bave ku 3 zarokên wî girtî: Me mijûl nekin gavan bavêjin
09:02 ‘Tenê daxwaze me rakirina tecridê ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2019'AN
08:47 Leyla Guven 194 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 21'an de didome
19/05/2019
21:53 Rojiya xwe tenê bi avê vekirin
21:29 Li Esenyûrt û Dersîmê bi çalakiyên meş û rûniştinê tecrîd şermezar kirin
21:06 Şaredariya Periyê gava yekemîn a kooperatifê avêt
17:43 Hevjîna xwe ya parêzer kuşt
17:10 Odeyên Tabîban ên Heremê bang li hikumetê kirin: Dibe sibê pir dereng be
16:27 ‘Hiqûqa xwe pêk bînin'
16:05 Dayikên Laçik Spî li Rihayê di nobetê de bûn, li Edeneyê jî li qadan bûn