Zarok bûn hatin girtin: Duh li dijî îşkenceyê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe didin 2019-05-16 09:08:26 COLEMÊRG - Li Geverê Velî Cîndal û Umît Macît ku cînarên hev bûn di zarokatiya xwe de hatin îşkencekirin û girtin, tu carî li ber zext û zoriyan bi paş ve gav neavêtin. Cîndal di 15 saliya xwe de û Macît jî di 17 saliya xwe de hat girtin. Niha her du hevalên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.  Li Gever a Colemêrgê, Velî Cîndal û Umît Macît ku cînarên hev bûn, di temenekî biçûk de hatin girtin, yek jê li Şemzînanê û yek jê jî li Colemêrgê bi rojan hatin îşkencekirin. Velî Cîndal di 15 saliya xwe de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn; Umît Macît jî di 17 saliya xwe de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 15 sal ceza lê hat birîn. Cîndal ku 5 sal in girtiye, niha di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye. Umît Macît jî 7 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê de ye. Cîndal ji 17 Çileyê ve û Macît jî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Dayika Cîndal, Hazal Cîndal, diyar kir ku 117 roj in kurê wê di greva birçîbûnê de ye. Cîndal, destnîşan kir ku kurê wê di temenekî biçûk de hatiye girtin û li ber îşkenceyê bi tu awayî bi paş ve gav neavêtiye û niha di greva birçîbûnê de li ber xwe dide. Cîndal, got: "Kurê min di 15 saliya xwe de hat binçavkirin û bi rojan hat îşkencekirin. Pêşî wî birin ser avahiyekê û jê xwestin yeko yeko navan bibêje û kaxezê îmze bike. Yanî ji bo hin kesên bêsûc bên girtin îşkence lê kirin, lê belê kurê min qebûl nekir. Ji ber qebûl nekir, hîn bêtir îşkence kirin. 5 rojan hat îşkencekirin. Paşê wî birin nexweşxaneyê û girtin. Dadgehê cezayê muebetê lê birî. Ev çi kîn e? Li dijî îşkence û zilmê tenê rêyeke heye, ew jî berxwedan e."    'SERBILIND IM'    Cîndal, diyar kir ku kurê wê pir zihîf bûye û got: "Di 11'ê Gulanê de çûm girtîgehê. Nikaribû li ser piya bisekine. 15 kîlo dane. Tenê ne rewşa wî, rewşa hevalên wî jî nebaş bû. Lê moralê wan pir baş bû. Wan moralê me baş dikir. Çavê girtiyên di grev birçîbûnê de li gelê kurd e. Gotin, wexta gel tev bigere wê grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Gotin, heta daxwaza wan neyê qebûlkirin ew ê li ber xwe bidin." Dayik Cîndal, bilêv kir ku ew bi berxwedana kurê xwe serbilind e.    'NEHIŞTIN AVÊ JÎ BIDIM'    Dayika Umît Macît, Naciye Macît jî got: "Ji emniyetê li min geriyan. Çûm Şemzînanê. Ji bo kurê xwe bibînim 8 rojan li ber emniyetê mam. Di roja 9'an de 2 polîsan ez birim jêrzemîna emniyetê. Cihekî tarî bû. Ji ber hatibû îşkencekirin nedihat naskirin. Di nav ava gemarî de bû. Wexta çav bi min ket av xwest. Min xwest avê bidim, lê polîsekî bi qundaxa çekê li destê min da û nehişt avê bidim kurê xwe. A li wir pêk hat wehşet bû."    4 SAL IN NEDÎTIYE    Macît, diyar kir ku wekî bi hezaran girtiyî kurê wê jî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayik Macît, anî ziman ku 7 sal in kurê wê tim tê sirgûnkirin û got: "Ji ber rewşa me ya aborî nebaş e, 4 sal in nikarim biçim girtîgehê. Em bi telefonê bi hev re diaxivin. Tim dibêje baş im. "   MA / Fethi Balaman