Gunay: Hevdîtina 2'yê Gulanê bi saya berxwedana li girtîgehan e

  • rojane
  • 09:07 16 Gulan 2019
  • |
img

AMED - Yek ji parêzerên Ocalan Parlementera HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku tu aliyê qanûnî ya astengkirina hevdîtina parêzeran tune. Gunay, ji bo hevdîtina di 2'yê Gulanê de jî got: "Ev hevdîtin, destkeftiya berxwedana ku 3 demsal in didome." 

Piştî 8 salan, di 2'yê Gulanê de cara ewil parêzeran hevdîtin bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir. Yek ji parêzerên Ocalan Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, hevdîtina 2'yê Gulanê û peyama Ocalan a bi raya giştî re hat parvekirin nirxand. Gunay, bi bîr xist ku parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikaribûne hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin û di vê dîrokê heta 20'ê Tîrmeha 2016'an ji bo astengkirina hevdîtinê tu hincetên berbiçav nehatine nîşandan. Gunay, anî ziman ku lê piştî di 20'ê Tîrmeha 2016'an de Rewşa Awarte hat îlankirin, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hin biryar girtin. Gunay, bilêv kir ku bi van biryaran 4 caran cuda cuda 6 mehan pêvajoyeke qedexekirinê dest pê kiriye. Gunay, got: "Hincetên wekî 'muxalefeta hewayî' û 'koster xirabe ye' nîşan dan. Ji ber hikûmeta AKP'ê hiqûqê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne, li gor cê kirasekî hiqûqî afirand û li gor xwe ev yek rewa kir. Lê belê ev yek nayê wateya rewakirina tecrîdê." 
 
‘PERGALA ÎMRALIYÊ LI SER TEKPARÊZIYÊ YE' 
 
Gunay, destnîşan kir ku li Girava Îmraliyê rêveberiyeke cuda heye û got: "Awayekî rêveberiyeke krîziyî heye. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi temamî li ser tekparziyê hatiye avakirin. Wexta malbat çûn parêzer nikaribûn biçin, wexta parêzer çûn malbat nikaribûn biçin. Di dema hevdîtinê Heyeta Îmraliyê yên HDP'ê de jî parêzer nikaribûn biçin."
 
‘DI SALA 2016'AN DE TIRKIYE BÛ ÎMRALÎ' 
 
Gunay, bal kişand ser pergala hiqûqê ya li Îmraliyê û tesîra wê ya li ser pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê û got: "Pergaşa tecrîdê ya Îmraliyê, qadeke ku hiqûqeke negatîf ava dike. Wexta sererastkirineke qanûnî bê kirin, îktîdar pêşî hesabê xwe li gor qada ku tê tecrîd pêk tê dike. Heta sala 2016'an tim bi hincetên wekî 'muxalefeta hewayî' hevdîtin hatin qedexekirin. Ev ji ber biryara dadgehê ye. Li wir jî avakariya hiqûqê xwe nîşan dide. Ewilî Rewşa Awarte li Îmraliyê pêk hat. Li wir hiqûqa xwe ava kirin û ev li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bû. Tespîta 'Tirkiye bûye Îmralî' ji ber vê ye." 
 
‘ÊDÎ BIRYARA DADGEHÊ TUNE YE' 
 
Gunay, bilêv kir ku piştî hevdîtina 2'yê Gulanê li ber hevdîtina parêzeran tu astengî nemane û got: "Êdî biryara dadgehê tune ye. Êdî hincetên sûkî neman. Ji niha û pê ve jî ji bo serlêdanan xwe li nedîtinê datînin. Yek ji mantiqa sereke ya tecrîdê nehesibandin û guhnedêrî ye. Mecbûriyeteke dozgeriyê heye ku an bia wayekî erênî an jî neyînî serlêdanan bibersivîne, lê belê êdî pêdivî bi vê yekê jî nemaye. Di dawiya rojê de a derdiekve holê redkirina serlêdanên me ye." 
 
Gunay, destnîşan kir ku li ber astengkirinê tu hêleke qanûnî nemaye û got: "Ji bo daxwazeke ku qanûn esas bên girtin mirov bedena xwe dane ber mirinê. Niha 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Di vê pêvajoya ku deqîqe jî pir girîng in de, guhnedêriyek heye û ev jî girêdayî pirsgirêka kurd e. Wexta hûn rêberekî tecrîd bikin, hûn dîtinên wî, xeta wî ay bîrdozî û felsefîk jî tune dihesibînin. Yanî hûn wan jî tecrîd dikin. A ku hikûmet dike ev e. Awayekî din ê tecrîdê jî li ser dayikên kitanspî pêk tîne. Ji bo berxwedêrên bi mehan e li girtîgehan li ber xwe didin pêk tîne. Niha hikûmetek ku dibêje qada berxwedanê bi temamî qediyaye tev digere. Ev mantiqa tecrîdê ye." 
 
‘ENCAMA BERXWEDANA 3 DEMSALAN E' 
 
Gunay, destnîşan kir ku hevdîtina 2'yê Gulanê bi saya çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatiye û got: "Destkeftiyên li Girava Îmraliyê ne lutf û îhsana hin kesa ye. Destkeftiyên li Girava Îmraliyê, destkeftiyên berxwedanê ne. Ev hevdîtin bi saya berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê pkê hat. Ev hevdîtin bi saya berxwedana ku 3 demsal in didome pêk hat. A ku pergala tecrîda li Îmraliyê bi paş ve xist û derz lê xistin berxwedan e." 
 
‘OCALAN ROL Û MÎSYONA XWE PÊNASE KIR' 
 
Gunayî peyama Ocalan jî nirxand û got: "Ocalan, rol û mîsyona xwe pênase kir. Tevî hemû êrîşan jî xeta xwe ya aştiyane diparêze. Eger li vê erdnîgariyê tiştek bê çareserkirin e jî bi Birêz Ocalan pêkan e. Ji Deklarasyona Newrozê heta Mutabaqata Dolmabahçeyê pêvajoyeke ku cîhan li ser axivî heye. Hêlek bi temamî Mutabaqata Dolmabahçeyê înkar dike, hêlek jî tevî hemû êrîşan diyar dike ku ew li ser xeta Deklarasoyana Newroza 2013'an ne. Ev pir girîng e. Ev parastina aştiyê ye û bi mîsyona Birêz Ocalan re eleqedar e. Aktorê sereke yê pira aştiyê ya di navbera gelê kurd û tirk de ye. Kesên herî zêde aştiyê diparêzin şervanên herî baş in. Birêz Ocalan şervanekî bêhempa ye, şervanekî ku pergala kapîtalîst, ezbera serdestan xera kir û rizand." 
 
Gunay, destnîşan kir ku roja ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin wê mîmarê aştiyê bi awayekî aktîf rola xwe bilîze û got: "A rast wê li vê erdnîgariyê pêngavên ji bo aştiyê dest pê bikin. Wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêvajoyeke demokratîk, pêvajoyeke aştiyane dest pê bike. Çawa ku berxwedan tiştekî topyekûn e, wê ev bi awayekî topyekîn tesîrê li destkeftiyan jî bike." 
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir