Gunay: Hevdîtina 2'yê Gulanê bi saya berxwedana li girtîgehan e 2019-05-16 09:07:36 AMED - Yek ji parêzerên Ocalan Parlementera HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku tu aliyê qanûnî ya astengkirina hevdîtina parêzeran tune. Gunay, ji bo hevdîtina di 2'yê Gulanê de jî got: "Ev hevdîtin, destkeftiya berxwedana ku 3 demsal in didome."  Piştî 8 salan, di 2'yê Gulanê de cara ewil parêzeran hevdîtin bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir. Yek ji parêzerên Ocalan Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, hevdîtina 2'yê Gulanê û peyama Ocalan a bi raya giştî re hat parvekirin nirxand. Gunay, bi bîr xist ku parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikaribûne hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin û di vê dîrokê heta 20'ê Tîrmeha 2016'an ji bo astengkirina hevdîtinê tu hincetên berbiçav nehatine nîşandan. Gunay, anî ziman ku lê piştî di 20'ê Tîrmeha 2016'an de Rewşa Awarte hat îlankirin, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hin biryar girtin. Gunay, bilêv kir ku bi van biryaran 4 caran cuda cuda 6 mehan pêvajoyeke qedexekirinê dest pê kiriye. Gunay, got: "Hincetên wekî 'muxalefeta hewayî' û 'koster xirabe ye' nîşan dan. Ji ber hikûmeta AKP'ê hiqûqê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne, li gor cê kirasekî hiqûqî afirand û li gor xwe ev yek rewa kir. Lê belê ev yek nayê wateya rewakirina tecrîdê."    ‘PERGALA ÎMRALIYÊ LI SER TEKPARÊZIYÊ YE'    Gunay, destnîşan kir ku li Girava Îmraliyê rêveberiyeke cuda heye û got: "Awayekî rêveberiyeke krîziyî heye. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi temamî li ser tekparziyê hatiye avakirin. Wexta malbat çûn parêzer nikaribûn biçin, wexta parêzer çûn malbat nikaribûn biçin. Di dema hevdîtinê Heyeta Îmraliyê yên HDP'ê de jî parêzer nikaribûn biçin."   ‘DI SALA 2016'AN DE TIRKIYE BÛ ÎMRALÎ'    Gunay, bal kişand ser pergala hiqûqê ya li Îmraliyê û tesîra wê ya li ser pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê û got: "Pergaşa tecrîdê ya Îmraliyê, qadeke ku hiqûqeke negatîf ava dike. Wexta sererastkirineke qanûnî bê kirin, îktîdar pêşî hesabê xwe li gor qada ku tê tecrîd pêk tê dike. Heta sala 2016'an tim bi hincetên wekî 'muxalefeta hewayî' hevdîtin hatin qedexekirin. Ev ji ber biryara dadgehê ye. Li wir jî avakariya hiqûqê xwe nîşan dide. Ewilî Rewşa Awarte li Îmraliyê pêk hat. Li wir hiqûqa xwe ava kirin û ev li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bû. Tespîta 'Tirkiye bûye Îmralî' ji ber vê ye."    ‘ÊDÎ BIRYARA DADGEHÊ TUNE YE'    Gunay, bilêv kir ku piştî hevdîtina 2'yê Gulanê li ber hevdîtina parêzeran tu astengî nemane û got: "Êdî biryara dadgehê tune ye. Êdî hincetên sûkî neman. Ji niha û pê ve jî ji bo serlêdanan xwe li nedîtinê datînin. Yek ji mantiqa sereke ya tecrîdê nehesibandin û guhnedêrî ye. Mecbûriyeteke dozgeriyê heye ku an bia wayekî erênî an jî neyînî serlêdanan bibersivîne, lê belê êdî pêdivî bi vê yekê jî nemaye. Di dawiya rojê de a derdiekve holê redkirina serlêdanên me ye."    Gunay, destnîşan kir ku li ber astengkirinê tu hêleke qanûnî nemaye û got: "Ji bo daxwazeke ku qanûn esas bên girtin mirov bedena xwe dane ber mirinê. Niha 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Di vê pêvajoya ku deqîqe jî pir girîng in de, guhnedêriyek heye û ev jî girêdayî pirsgirêka kurd e. Wexta hûn rêberekî tecrîd bikin, hûn dîtinên wî, xeta wî ay bîrdozî û felsefîk jî tune dihesibînin. Yanî hûn wan jî tecrîd dikin. A ku hikûmet dike ev e. Awayekî din ê tecrîdê jî li ser dayikên kitanspî pêk tîne. Ji bo berxwedêrên bi mehan e li girtîgehan li ber xwe didin pêk tîne. Niha hikûmetek ku dibêje qada berxwedanê bi temamî qediyaye tev digere. Ev mantiqa tecrîdê ye."    ‘ENCAMA BERXWEDANA 3 DEMSALAN E'    Gunay, destnîşan kir ku hevdîtina 2'yê Gulanê bi saya çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatiye û got: "Destkeftiyên li Girava Îmraliyê ne lutf û îhsana hin kesa ye. Destkeftiyên li Girava Îmraliyê, destkeftiyên berxwedanê ne. Ev hevdîtin bi saya berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê pkê hat. Ev hevdîtin bi saya berxwedana ku 3 demsal in didome pêk hat. A ku pergala tecrîda li Îmraliyê bi paş ve xist û derz lê xistin berxwedan e."    ‘OCALAN ROL Û MÎSYONA XWE PÊNASE KIR'    Gunayî peyama Ocalan jî nirxand û got: "Ocalan, rol û mîsyona xwe pênase kir. Tevî hemû êrîşan jî xeta xwe ya aştiyane diparêze. Eger li vê erdnîgariyê tiştek bê çareserkirin e jî bi Birêz Ocalan pêkan e. Ji Deklarasyona Newrozê heta Mutabaqata Dolmabahçeyê pêvajoyeke ku cîhan li ser axivî heye. Hêlek bi temamî Mutabaqata Dolmabahçeyê înkar dike, hêlek jî tevî hemû êrîşan diyar dike ku ew li ser xeta Deklarasoyana Newroza 2013'an ne. Ev pir girîng e. Ev parastina aştiyê ye û bi mîsyona Birêz Ocalan re eleqedar e. Aktorê sereke yê pira aştiyê ya di navbera gelê kurd û tirk de ye. Kesên herî zêde aştiyê diparêzin şervanên herî baş in. Birêz Ocalan şervanekî bêhempa ye, şervanekî ku pergala kapîtalîst, ezbera serdestan xera kir û rizand."    Gunay, destnîşan kir ku roja ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin wê mîmarê aştiyê bi awayekî aktîf rola xwe bilîze û got: "A rast wê li vê erdnîgariyê pêngavên ji bo aştiyê dest pê bikin. Wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêvajoyeke demokratîk, pêvajoyeke aştiyane dest pê bike. Çawa ku berxwedan tiştekî topyekûn e, wê ev bi awayekî topyekîn tesîrê li destkeftiyan jî bike."    MA / Ozgur Paksoy