AMED - Şûraya Dewletê, di doza Ceylan Onkol de biryara ji bo dayîna tazmînatê xera kir.
Şûraya Dewletê, di doza Ceylan Onkolê de, biryara dayîna tazmînatê xera kir. Daîreya 15'an a Şûraya Dewletê, ji bo kuştina Onkolê diyar kir ku ji ber di navbera çalakiya îdareyê û xisarê de pêwendiyek heye, divê doz di çarçoveya "berpirsiyariya bêqisûr" an jî "qusûra xizmetî" de pêk bê.
Dadgehê der barê kuştina Onkolê de diyar kiribû ku 28 hezar û 208 lîre tazmînat bê dayîn. Di 28'ê Îlona 2009'an de li mezrika Hambaz a Licê Ceylan Onkol a 14 salî wexta sewalên xwe diçêrand, teqînek çêbû û di wê teqînê de jiyana xwe ji dest dabû. Pişt re doz hatibû vekirin. Li Dadgeha Îdare ya 2'yan a Amedê ji bo tazmînatê doz hatibû vekirin. Di dozê de hat xwestin ku 100 hezar lîre tazmînata maddî û 150 hezar lîre jî tazmînata manewî bê dayîn. Lê belê dadgehê di biryara xwe de diyar kiribû ku divê 28 hezar û 208 lîre tazmînat bê dayîn.
MA / Aydin Atay