RIHA - Li Rihayê dayikên ku ji bo zarokên xwe di nobetê de ne, bi pirtûkên di destê xwe de bersîv dan helwesta polîsên ku dayik wekî "cahil" penase kiribûn û gotin: "Gelê Kurd êdî ne cahîl e. Bila çavê xwe baş vekin û li me binerin. Em destê xwe bavêjin çi emê bistînin. Em ê ve têkşînê bi dest bixin."
Nobeta dayik û malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, di roja 7'an de berdewam dike. Dayikan di çalakiya xwe ya îro de, helwesta polisên Stenbolê ya li dijî dayikên ku li Stenbolê binçav kiribûn anîn ziman. Dayikan helwesta polîsan a "Cahil" rexne kirin. Dayikên ku di çalakiya nobetê de pirtûkên Arda Denkel a "Wate û sedem", pirtûka Huseyin Turhan a "Dozek û du şoreşger", pirtuka Tolstoy a "Mirina Îvan İlyîç" dixwînin bilind kirin û xwestin bizanibin dayik kîjan pirtûkan dixwînin. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Adile Oncel, bertek nîşanî helwesta polîsan a dayik wekî "cahîl" penase kir da û wiha got: "Bila kes me cahîl nebîne. Dayikên me ne cahîl in. Em bang li her kesî dikin ku tev li nobetê bibin û bibin dengê dayikan. Em êrîşa li dijî dayikan şermezar dikin. Em jî ji niha û şûnde dê her dem li gel dayikên xwe têbikoşin. Em gotina "cahîl" a li dijî dayikên xwe şermezar dikin. Yên ku van rastiyan nabînin û wîcdanê wan bêdeng e ew bi xwe cahîl in. Em dubare vê helwesta li dijî dayikên xwe şermezar dikin."
Dayika di nobetê de Remziye Umutgan jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: "Di nava miletê kurd de kesên cahîl tune. Bila çavê xwe baş vekin û baş li me binerin. Em destê xwe bavêjin çi emê ji wan bistînin. Teqez emê vê têkoşîne bi dest bixin.
Dayika ku di çalakiyê de Aynur Gezgor jî bi helbestekê bersîv da û wiha got: "Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û êdî bes dilê dayikan bişewite. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û çareserî dest pê bike."
Emine Yaşar jî hemû kesên li ber xwe didin silav kir û diyar kir ku ewê bi hevre têbikoşin. Makbule Yavuzer jî 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û xwest her kes her kes kurdî fêrî zarokên xwe bike û li ziman xwedî derkevin. Yavuzer piştre bi helbestekê bersîv da.
Çalakiya dayikan bi dirûşmeyan bi dawî bû.
DÎLOK
Nobeta malbat û dayikan a li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Şahînbey a Dîlokê di roja 3'emîn de berdewam dike. Di nobeta îro de Hevserokên HDP'e yên Dîlokê Muslum Kiliç û Sultan Bayındır, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Salman Yergin dayik ziyaret kir û piştgirî da dayikan. Yergin, diyar kir ku ew hevi dikin ku di demek nêzîk de erênî bi encam bibe û wiha got: "Êm hêvî dikin ku darbest ji girtîgehan dernekevin. Hevserokê HDP'ê Muslum Kiliç jî got: "Em her dem li gel we ne. Em dixazin demek beri demekê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Daxwazên girtiyan daxwazên mafdar in. Dixwazin dewlet li gorî hiqûq û zagona xwe tev bigere."