ÊLIH - Li Êlihê 10 kesên bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û tecrîdê û hatin binçavkirin, hêj li midûriyeta polîsan tên girtin.
Duh li Parka Ataturk a Êlihê dayik û xizmên girtiyan bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva biçrîbunê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, xwasten duyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan mudaxale kiribû û 11 kes binçav kiribûn. Polîsan parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca jî derb kiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin Osman Bozkurtaca, duh hat berdan. 10 kesên di navde Wekile Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Îkram Îrgî, Ayşe Onal, Selamet Akyuz, Mevlude Elçî, Hatice Yilmaz, Ezel Aydin, Yaşar Yalçin, Mazlum Îtmez, Nurullah Baltaci û Veysi Onal hêj di bin çavan de ne. Li bendê ye 10 kesan îro sewqî dozgeriyê bikin.