NAVENDA NÛÇEYAN - Sê jinên kurd ên şoreşger di çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Doza der barê komkujiyê derbasî qonaxeke nû bû.
Li gorî saloxan, li ser rola Rêxistina îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) lêpirsîn hatiye destpêkirin. Malbatên sê şoreşgerên hatin qetilkirin, di Adara 2018'an de serlêdan kiribûn û xwestibûn, ên fermana komkujiyê dane û hevkarên wan tevlî lêpirsînê bên kirin.
Ji bo lêpirsîn ji nû ve bê nirxandin, dozgerekî antî-terorê hate wezîfedarkirin. Parêzer Jean-Louis Malterre têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku lêpirsîn hatiye vekirin û wê ji niha û pê ve li rola îstîxbarata Tirkiyeyê bê pirsîn.
Malterre got, "Edaletê rola servîsên Tirkiyeyê qebûl kir" û anî ziman ku îdîaname hîn negihaştiye ber destê wan û nizanin ku dê lêpirsînê çiqasî bidome.
Malterre serlêdana par bi bîr xist û wiha got, "Piştî mirina bersûcê kujer, me diyar kiribû ku ew bi tenê nîne, servîsên veşartî yên Tirkiyeyê çek dane destê wî."
Malterre anî ziman ku doza beriya niha tenê li ser bersûcê kujer Omer Guney bû û got ku di heman dosyayê de rola MÎT'ê bi rengekî vekirî hatiye tespîtkirin.
BÛYEREKE DÎROKÎ
Parêzer Antoine Comte jî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û wiha got: "Bûyereke dîrokî ye; dawî li bêcezahiştina kuştina siyasî ya li Fransayê tê anîn ku bi fermana ji derve tê kirin."
Komkujî di 9'ê Çileya 2013'an de li navenda Parîsê li hundirê avahiyekê hatibû kirin. Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn kuştin.
Bersûcê komkujiyê Omer Guney, çend hefte beriya destpêkirina dozê, dawiya sala 2016'an ji nişka ve li girtîgehê bi gumanbarî miribû. Doza der barê wî de jî di pratîkê de betal bûbû. Lê belê malbatên qurbaniyan û kurdan red kirin ku doz bi vî rengî bi dawî bibe. Di 12'ê Adara 2018'an de jî ji nû ve gilî kiribûn.