ENQERE - Dayikên ku zarokên wan li dijî tecridê di greva birçîbûnê de ne, bi armanca daxwazên xwe bînin ziman duh çûn li meclîsê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayiken li meclîsê çalakiya xwe berdewam dikin, li gel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin. Dayikan bang kirin û gotin: “Dengê me bibhîzin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em ê çalakiya xwe berdewam bikin."
Komek dayik, li ser navê dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li Meclîsê bi tevlêbûna Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan civîna çapemeniyê li dar xistin. Buldan, ewil axivî û wiha got: "Dayikên me ji bo armancekê ketin rêya Enqereyê û hatin Enqereyê. Dayik bi rojan li ber deriyên girtîgehan qerîn û hawara xwe bilind dikin. Ji bo hemû kes dengê wan bibhîze dengê xwe bilind kin. Lê li şûna dengê dayikan bibhîzin, dayikan derp dikin û wan bi erdê re kaş dikin. Ev heqareta li dayikan hat kirin nayê qebûlkirin."
‘DIVÊ QERÎNA DAYIKAN LI BER ÇAVAN BIGIRIN Û GAVAN BAVÊJIN'
Buldan, anî ziman ku dayik ji bo jiyana zarokên wan di grevê de ne têdikoşin û wiha got: “Girtî bi armanca tecrid bi dawî bibe bedena xwe dane ber birçîbûnê. Lê hikûmet bi vê nêzîkatiya xwe ya li hemberî van mirovan û çalakiya greva birçîbûnê hiqûq binpê kiriye. Em dizankin li vî welatî dewlet û hiqûq tune ye. Lê li vî welatî hêj wîcdan heye. Divê wîcdanê mirovan li vî welatî bi lez têkeve nava tevgerê. Ji bo kesên ketine grevê dawî li grevê bînin, divê tecrîd bidawî bibe. "
Buldan, anî ziman ku dayik dixwazin tiştek neyê serê zarokên wan û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku greva birçîbûnê hatiye sînorê xerab. Ev mirov bi mehan in li dijî tecridê di grevê de ne. Niha dest bi rojiya mirinê kirine. Daxwazên van mirovan rewa, hiqûqî û zagonî ye. Dixwazin tecrida mutlak a li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Di 2'ê Gulanê de parêzer bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ev ji bo me bi qîmet e. Divê teqez ev gav berdewam bikin. Divê hevdîtina malbat û parêzeran a bi Birêz Ocalan re êdî bi rêk û pêk pêş bikeve. Dayikên me li ber girtîgehan ji bo tiştek neyê serê zarokên wan nobetê digirin. Divê demek beri demekê gav bên avêtin û tecrîda li Îmraliyê bi dawi bibe. Divê her kes guh bide banga van dayikan û gavan bavêjin."
DAYIK TEKE: EM NIKARIN TEMAŞE BIKIN
Dayika girtî Mazlum Teke Nezahat Teke jî wiha got: “Serokê Meclîsê li gel me hevdîtin kir. Berê jî em axivîn. Lê tu encam ji vê hevdîtinê derneket. 2 mehin em randevû ji Wezîre Dadê dixwazin. Dema cihê wê tê divêjin cenet di bin piyê dayikan de ye. Lê ger ku cenet di bin piyê dayikan de ye, wê demê bila me muxatab bigirin. Ji ber ku xwediyê vê dozê em in. Ev zarok zarokên me ne. Em nikarin mirina wan temaşe bikin. Dayikên ku wekî bihişt pênase dikin li erdê tên kaşkirin. Ez ji 7 saliya xwe de destûr nadim ku têlek porê min derkeve derve. Lê îro dayik tevî Laçikên xwe bi erdê re tên kaşkirin. Ev şerma cîhanê û mirovahiyê ye. Tevî ve yekê em li sûcdaran nagerin."
EMÊ RÛNIŞTINA XWE BERDEWAM BIKIN
Teke, anî ziman ku ew li heviyekê digerin û wiha bi dawî kir: “Em ê çalakiya xwe ya rûniştinê li vir berdewam bikin. Em bang li mirovahiyê dikin. Em bang li edaletê dikin. Em mirovên vî welatî ne. Îro zarokên me di halê xerab de bin. Divê tecrîd bi dowî bibe. Rakirina tecridê ne pir zor e. Em di meha Remezanê de ne. Ev dayik fitorê bi rojiyê vedikin. Em pir ne bi meraq in em bên vir. Lê em dibêjin bila gav bên avêtin. Dest ji vê kînê berdin. Em bang li Wezîrê Dadê û Serokomar dikin. dengê me bibhîzin."