Civaka Sinûnê êdî xwedî meclis e

  • rojane
  • 12:51 16 Mijdar 2017
  • |
img

ŞENGAL - Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê li her derê xwe rêxistin dike. Bi meclisa li Sinûnê hat avakirin re hejmara meclisan bûn 6. Sinûna ku wekî navenda bazirganiyê tê dîtin, bi avakirina meclisê re şêniyên herêmê gelek kêfxweş bûn û wekî gaveke girîng dîtin.

Di pêşengiya Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê de xebatên girîng tên kirin, xebatê meclisê tax bi tax û bajarok bi bajarok dewam dikin. Berê li bajarên wekî Şengal, Serdeşt, Borik, Dohla û Xanesorê meclis hatibûn avakirin, ji van meclisan yeke din zêde bû. Nahiyeya Sinûnê ya berê di destê PDK'ê de bû, herî dawî meclisa xwe ava kir. Piştî nîqaşên dem dirêj, Meclisa Sinûnê hat avakirin, di civaka êzidî de kelecanek mezin çêbû.
 
DI MECLISÊ DE 9 JIN HENE
 
Di Meclisa Sinûnê de 44 rêveber hene û ji van 9 jin in, wekî hevserokên meclisê jî Edla Bekir Huseyîn û Xwedêda Elyas hatin hilbijartin, ji bo berdevkiya hevseroka meclisê Edla Bekir Huseyîn, Canê Silêman û ji bo berdevkiya Xwedêda Elyas jî Silêman Ehmed hat hilbijartin. Ji bo komîsyona bingehîn jî endam hatin hilbijartin. Komîteya Rêveberiyê ya ku ji hêla meclisê ve hat avakirin, tê xwestin ku bi herikîna demê re dê Komîteya Ciwanan, Komîteya Heq û Hiqûqê, Komîteya Şaredariyê û Komîteya Perwerdeyê jî di nav de, 12 komîte bên avakirin.
 
‘EM JI BO YEKITIYA GELÊ XWE KOM BÛN’
 
Welatiyê bi navê Hemo Hecî (63) der barê avakirina Meclisa Sinûnê de nêrînên xwe anîn ziman û ev tişt got: "Em hatin deng bidin. Bi tu partiyê re eleqeya me tune. Em ji bo yekitiya gelê xwe li vir kom bûn. Berê mecliseke wiha tune bû. Hem rêveberiya navendî û hem jî Başûrê Kurdistanê ji bo gelê me tu alîkarî nekir. Berovajiyê wê her tişt ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî xebitandin. Meclisa me aydê partiyekê nîne, ev meclisa azad a êzidiyan e. Em di wê baweriyê de ne ku dê ev meclis ji bo hemû pêwîstiyên gelê herêmê bixebite."
 
‘EM KEÇ Û JINÊN XWE YÊN DÎLGIRTÎ RIZGAR BIKIN’
 
Hecî aşkera kir ku armanca wan a sereke ew e mirovên xwe yê di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em di wê baweriyê de ne ku berî qezencên madî û hwd. divê em bên merheleyeke wisa ku em wan jin û keçên di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin. Em her dem li ber dîwarên xelqê giriyan, lê divê em bên gel hev û pirsgirêkên xwe bi fikrên xwe çareser bikin."
 
‘ME GOT DÊ WIHA NEÇE’
 
Şiweş Sîno (36) yê ji Sinûnê pêkanînên dewleta Iraqê rexne kir û ev tişt anî ziman: "Bav û kalên me berê jî ji mere digotin. Tu kes xwedî li me êzidiyan dernakevin. Kesî negot ku 'Niheqî li êzidiyan tê kirin.' Dema li dijî dewleta Iraqê şer dest pê kir, hemû êzidî xwedî li Iraqê derketin. Heke hêzên Iraqê di şer de 3 şehîd dabin, civaka êzidî 20 şehîd daye. Lê dema dor tê parvekirinên dewletê, civaka êzidî ji van çavkaniyan sûd nagire. Sedî 1'î jî nadin. Me jî got ku 'Em bibin yek û dengê xwe bigihînin hikumeta Iraqê, mafên me bidin, wiha nabe.' Lê dîsa jî niheqî li me kirin. Lê em ê êdî pêşî li êrîşan bigirin. Bila careke din zarokên me neyên qetilkirin."
 
‘CARA EWIL EM HATIN GEL HEV’ 
 
Sîno di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Heke ku dewleta Iraqê mafên me nas neke, em ê vê carê dengê xwe bigîhînin dewletên navneteweyî û em ê li mafê xwe bigerin. Nêzîkatiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li Şengalê ku 14 sal man li ber çava ye. Hikumeta Kurdistanê destûr nedida êzidî li Iraqê li mafê xwe bigerin. Di şûna me de ji Iraqê mafê me xwestin, lê ev mafî dan çend kesan. Bi pereyan ev kes bi xwe ve girêdan. Divê ev baş bê zanîn em tî û birçî jî bimînin em ê wekî êzidî bimînin. Cara ewil e em ji bo nasnameya xwe tên ba hev. Vê yekê kelecaneke mezin daye me.”
 
‘EM RÊVEBERIYA SÛNNÎ Û ŞÎÎ NAXWAZIN’ 
 
Sîno pirsa “Bi sedan sal e çima me xwe bi xwe bi rêve nebir?" jî kir û wiha pê de çû: "Ji ber me xwe bi rêve nebir jî kî hat pergala xwe li ser me ferz kir. Di çand û baweriyek me de cewherek hêja heye û ev jî qanûnek taybet dixwaze. Pêwîst e ev maf di destûra bingehîn a Iraqê de bê pejirandin. Em ê ji bo vê tê bikoşin. Êdî em rêveberiya Sûnnî û rêveberiya Şîî naxwazin.” 
 
‘EM NAXWAZIN SERDEST ME BI RÊVE BIBIN’ 
 
Canê Silêman (40) a ku ji bo berdevkiya Hevserok Edla Bekîr Huseyin hatiye hilbijartin jî diyar kir ku ji ber ew beşdarî avakirina meclisê bûye gelek bextewar e û ji niha û şûn ve êdî ew naxwazin di bin serdestiya hin kesên din de bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji komkujî, zordarî û zehmetiyan re êdî dibêjin bes e. Êdî em naxwazin di bin serdestiya hin kesên de bijîn û çavê me li derve be. Em dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin. Heke jiyanek li vir bê hûnandin bila bi destê êzidiyan be. Em ji bo desteka hevalan spas dikin. PDK û Hikumeta Navendî ya Iraqê ji bo me tu tişt nekirin. Her tim îxanet li me kirin û me bi komkujiyan re rû bi rû hiştin. Ji bilî hevalan baweriya me êdî bi tu kesî nemaye.” 
 
‘BI ÎZNA XWEDÊ EM Ê BI SER BIKEVIN’ 
 
Derasê Huseyîn a 47 salî ku 4 zarokên wê di Asayîşa Êzîdxan û YBŞ’ê de cih girtine, da zanîn ku wê bi hevjînê xwe re di nav xebatên rêxistinê de cih girtiye û ev tişt anî ziman: “Divê hin bêtir meclisa me mezin bibe, li pêş bikeve. Ji bo gelê me xwe li ser piya bigire, ez li vir im û beşdarî meclisê bûm. Ji bo Êzîdxanek xweş em ê bi dil û can bixebitin. Bila êdî jin û dayikên êzidî netirsin. Bila werin gel me. Heke em dest bidin destê hev bi îzna xwedê em ê bi ser bikevin. Meclisa me ji bo yekitiya êzidiyan gavek bingehîn e.” 
 
MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan
 
 
 

Sernavên din

17/11/2017
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn
18:03 Selîm Sadak hat binçavkirin
17:58 705 car e daxwaza hevdîtinê ya ji bo Ocalan tê redkirin
17:57 Şervanên HSD'ê nêzî sînorê Iraqê bûne
16:53 Beştaş: Ocalan rêber û muxatab e
16:28 TSK û Cehpet El Nusra êrîşî Efrînê dike
16:15 Li xeta sînor pevçûn: 2 leşker mirin û leşkerek birîndar bû
16:05 Li Egeyê di mehekê de 3 hezar û 99 binpêkirinên mafan qewimîn
15:37 HDP: Gelê Sûrê dê di şertên zivistanê de çi bikin?
15:30 AYM’ê serlêdana Wekîla HDP’ê Yildirim red kir
15:18 Li Kolana Yukselê 6 kes hatin binçavkirin
15:02 Walî 30 herêmên Dersimê li welatiyan qedexe kir
14:43 'Sîxûrî qebûl nekir hat binçavkirin'
14:42 Rojnameger Guleş nayê dermankirin
14:33 Dewlet mikur hat: Îstîxbarata Îngîlîstanê jî hat Îmraliyê
14:19 Turfent cara 4'emîn derdikeve dadgehê
13:04 Parêzerên Ocalan cara 705’an serî li dozgeriyê dan
12:53 Xizmên girtiyan: Girtiyan teşwîkî cînayetê dikin
12:51 Civaka Sinûnê êdî xwedî meclis e
12:10 Bêyî ku birîna wî baş bibe şandin girtîgehê
12:09 Çima nûçeyên çapemeniya kurd wekî nûçeyên xwe nîşan didin?
11:50 Di dîmenan de jî diyar e alîkariyê nadin birîndaran
11:49 5 siyasetmedar li Bêgirê hatin girtin
11:48 Li gundên Farqînê qedexeya derve hat îlankirin
11:15 Perwerdehiya polîsan jiyana gundiyan dixe talûkeyê
10:48 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat berdan
10:45 Dêra Germûşê li ber rûxandinê ye!
09:59 Hempîşeyên Kozagaçli: Dixwazin muxalîfan bê parêzer bihêlin
09:43 Wê dosyeya doza Ozgecan Aslanê bişînin temyîzê
09:38 Kav: Cînayetên jinan ji sedî 30 ‘kiryar nediyar’ in
09:36 Leşkerê berê: Wê berpirsiyarên tecrîdê bên darizandin
09:35 Hevseroka KCD’ê Guven hat berdan
09:28 Paylan: Butçeya herî bê edalet e
09:28 Jiyana zindîwerên li dora gola wanê di talûkê de ne
09:27 Sinhetê bav û kalan didomîne
09:17 Zextên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Têkoşîna li dijî OHAL’ê zêde dibe: Demokrasî nanê karkeran e
09:15 Her kes ji şebekeya heşîşê haydar e lê kes deng nake
09:14 Ji bo debarê karê herî zehmet dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2017'AN
15/11/2017
18:18 HDP'ê Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
17:18 HDP: Bila cihê gora Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û Şêx Seîd bê lêkolînkirin
17:11 Dozger: Ne şewat e, tetbîkat e
17:05 Karkerê ji kar avêtin 3 roj e di greva birçîbûnê de ye
16:49 Biryara bê erkdariyê dan doza 10 wekilên HDP'ê
16:46 Qeyûmê avahiya Van TV kir navenda çandê
16:22 'Li dijî kincên yek rengî’ belavok belav kirin
15:51 Malbata Turan: Bila polîs bê cezakirin
15:27 Ehliyeta cezayê zilamê Okutgen kuşt derket holê
15:26 Parlamenter Yildirim hem tahliye bû û hem jî nebû
15:10 Doza Kûrsa Quranê ya 6 zarok têde mirin: Berpirsyar qaymeqaym û muftî ne
15:08 Platforma Tenduristiyê banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
15:01 Banga hestiyariyê ji bo girtîgeha Xerpetê
14:57 Girtîgeha Xerpêtê şewitî: Gelek ambulans çûn girtîgehê
14:46 Karkerên taşeron li ber wezaretê çalakî pêk anîn
14:43 Roja Nivîskarên Girtî: Bi piştevaniyê pirsgirêk çareser dibin
14:29 Yuksedag banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir
14:26 Li Yukselê mudaxile 5 binçav kirin
13:53 Ji kolanên Helebê ber bi kolanên Sûrê ve
13:26 Wezaretê: Gava Gulmen ji ser hişê xwe çû em ê mudaxile bikin
13:07 Li Wanê 11 kes hatin binçavkirin
12:58 Antropolog Ozbudun: Erdogan hewl dide zuriyetê tune bike
12:48 Rastiya pişt perdeya niqaşên ‘valakirina Reqqa'
12:44 HDP: Dê têkoşîna Seyîd Riza bidome
12:12 'Ev doz doza hemû zarokan e'
12:03 Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 20'an derbas kir
11:59 Îran rê li pêş alîkariya mexdûrên erdhejê digire
11:54 Di operasyona li Zêdkanê de leşkerek mir
11:32 Esed birayarê xwe Mahir ji erka wî dûr xist
11:31 Gelo fermana operasyonên li dijî HDP'ê walî dide?
11:12 DAIŞ'ê bi teslîmkirinina El Bukmalê korîdora Tahran-Lubnanê vekiriye
11:08 Hevseroka HDP'a Esenler: Kirin hedef û êrîş kirin
10:42 Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat binçavkirin
10:40 Berî 27'ê Mijdarê nepeniya Zarrab
10:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re 704 care tê astengkirin
10:38 Di 42 salan de kasetên 200 dengbêjan tomar kir
10:37 Di 75 rojan de 150 caran binçav kirin
10:13 27 salên bi têkoşîn ên Kovara Ozgur Halkê
10:05 Avahiyên TOKÎ li ser cenazeyan ava dikin: Di salekê de 26 cenaze derxistin
09:36 Dîmenên ku polîs di komkujiya Enqereyê de pêl perçeyên mirovan dikin derket
09:35 Ji bo dîktatoran xetereya mezin: Jin, azadî û têkoşîn
09:34 Rewşa kar baş dibe, lê kesekî bixebite tune ye
09:32 Buhayên sotemeniyê pişta wan şikand
09:31 'Tecrîda li Îmraliyê zirarê dide yekîtiya civakê'
09:30 Çareseriya Erdogan: Esad ango Sûriyeya demokratik?
09:29 Ji bo ava paqij û bê pere ‘Civakên Hêşîn’
09:28 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaleteke çawa ye?
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2017'AN
14/11/2017
21:03 Şanoger Elma hat binçavkirin
20:09 Li Îzmîrê 8 kes hatin girtin
16:35 HDP’ê serlêdana namzetiya Irmak kir
16:24 Li Hezexê dîwarên hewşê malan tên xerakirin
16:23 DMME’yê ji AKP'ê wext da
15:52 Di înşaeta TOKÎ de 2 cenaze hatin dîtin
15:43 HDP'iyan êrîşa navçeya Esenlerê şermezar kirin
15:41 6 kes li Amed, Riha û Edîrneyê hatin binçavkirin
15:19 Guven: Çareserî hevditina bi Ocalan re ye
15:08 Li Tendurek amadekariya operasyonê
14:56 HDP û DBP'ê greva birçîbûnê ya Edeneyê bi dawî kir