Civaka Sinûnê êdî xwedî meclis e 2017-11-16 12:51:10 ŞENGAL - Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê li her derê xwe rêxistin dike. Bi meclisa li Sinûnê hat avakirin re hejmara meclisan bûn 6. Sinûna ku wekî navenda bazirganiyê tê dîtin, bi avakirina meclisê re şêniyên herêmê gelek kêfxweş bûn û wekî gaveke girîng dîtin. Di pêşengiya Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê de xebatên girîng tên kirin, xebatê meclisê tax bi tax û bajarok bi bajarok dewam dikin. Berê li bajarên wekî Şengal, Serdeşt, Borik, Dohla û Xanesorê meclis hatibûn avakirin, ji van meclisan yeke din zêde bû. Nahiyeya Sinûnê ya berê di destê PDK'ê de bû, herî dawî meclisa xwe ava kir. Piştî nîqaşên dem dirêj, Meclisa Sinûnê hat avakirin, di civaka êzidî de kelecanek mezin çêbû.   DI MECLISÊ DE 9 JIN HENE   Di Meclisa Sinûnê de 44 rêveber hene û ji van 9 jin in, wekî hevserokên meclisê jî Edla Bekir Huseyîn û Xwedêda Elyas hatin hilbijartin, ji bo berdevkiya hevseroka meclisê Edla Bekir Huseyîn, Canê Silêman û ji bo berdevkiya Xwedêda Elyas jî Silêman Ehmed hat hilbijartin. Ji bo komîsyona bingehîn jî endam hatin hilbijartin. Komîteya Rêveberiyê ya ku ji hêla meclisê ve hat avakirin, tê xwestin ku bi herikîna demê re dê Komîteya Ciwanan, Komîteya Heq û Hiqûqê, Komîteya Şaredariyê û Komîteya Perwerdeyê jî di nav de, 12 komîte bên avakirin.   ‘EM JI BO YEKITIYA GELÊ XWE KOM BÛN’   Welatiyê bi navê Hemo Hecî (63) der barê avakirina Meclisa Sinûnê de nêrînên xwe anîn ziman û ev tişt got: "Em hatin deng bidin. Bi tu partiyê re eleqeya me tune. Em ji bo yekitiya gelê xwe li vir kom bûn. Berê mecliseke wiha tune bû. Hem rêveberiya navendî û hem jî Başûrê Kurdistanê ji bo gelê me tu alîkarî nekir. Berovajiyê wê her tişt ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî xebitandin. Meclisa me aydê partiyekê nîne, ev meclisa azad a êzidiyan e. Em di wê baweriyê de ne ku dê ev meclis ji bo hemû pêwîstiyên gelê herêmê bixebite."   ‘EM KEÇ Û JINÊN XWE YÊN DÎLGIRTÎ RIZGAR BIKIN’   Hecî aşkera kir ku armanca wan a sereke ew e mirovên xwe yê di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em di wê baweriyê de ne ku berî qezencên madî û hwd. divê em bên merheleyeke wisa ku em wan jin û keçên di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin. Em her dem li ber dîwarên xelqê giriyan, lê divê em bên gel hev û pirsgirêkên xwe bi fikrên xwe çareser bikin."   ‘ME GOT DÊ WIHA NEÇE’   Şiweş Sîno (36) yê ji Sinûnê pêkanînên dewleta Iraqê rexne kir û ev tişt anî ziman: "Bav û kalên me berê jî ji mere digotin. Tu kes xwedî li me êzidiyan dernakevin. Kesî negot ku 'Niheqî li êzidiyan tê kirin.' Dema li dijî dewleta Iraqê şer dest pê kir, hemû êzidî xwedî li Iraqê derketin. Heke hêzên Iraqê di şer de 3 şehîd dabin, civaka êzidî 20 şehîd daye. Lê dema dor tê parvekirinên dewletê, civaka êzidî ji van çavkaniyan sûd nagire. Sedî 1'î jî nadin. Me jî got ku 'Em bibin yek û dengê xwe bigihînin hikumeta Iraqê, mafên me bidin, wiha nabe.' Lê dîsa jî niheqî li me kirin. Lê em ê êdî pêşî li êrîşan bigirin. Bila careke din zarokên me neyên qetilkirin."   ‘CARA EWIL EM HATIN GEL HEV’    Sîno di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Heke ku dewleta Iraqê mafên me nas neke, em ê vê carê dengê xwe bigîhînin dewletên navneteweyî û em ê li mafê xwe bigerin. Nêzîkatiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li Şengalê ku 14 sal man li ber çava ye. Hikumeta Kurdistanê destûr nedida êzidî li Iraqê li mafê xwe bigerin. Di şûna me de ji Iraqê mafê me xwestin, lê ev mafî dan çend kesan. Bi pereyan ev kes bi xwe ve girêdan. Divê ev baş bê zanîn em tî û birçî jî bimînin em ê wekî êzidî bimînin. Cara ewil e em ji bo nasnameya xwe tên ba hev. Vê yekê kelecaneke mezin daye me.”   ‘EM RÊVEBERIYA SÛNNÎ Û ŞÎÎ NAXWAZIN’    Sîno pirsa “Bi sedan sal e çima me xwe bi xwe bi rêve nebir?" jî kir û wiha pê de çû: "Ji ber me xwe bi rêve nebir jî kî hat pergala xwe li ser me ferz kir. Di çand û baweriyek me de cewherek hêja heye û ev jî qanûnek taybet dixwaze. Pêwîst e ev maf di destûra bingehîn a Iraqê de bê pejirandin. Em ê ji bo vê tê bikoşin. Êdî em rêveberiya Sûnnî û rêveberiya Şîî naxwazin.”    ‘EM NAXWAZIN SERDEST ME BI RÊVE BIBIN’    Canê Silêman (40) a ku ji bo berdevkiya Hevserok Edla Bekîr Huseyin hatiye hilbijartin jî diyar kir ku ji ber ew beşdarî avakirina meclisê bûye gelek bextewar e û ji niha û şûn ve êdî ew naxwazin di bin serdestiya hin kesên din de bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji komkujî, zordarî û zehmetiyan re êdî dibêjin bes e. Êdî em naxwazin di bin serdestiya hin kesên de bijîn û çavê me li derve be. Em dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin. Heke jiyanek li vir bê hûnandin bila bi destê êzidiyan be. Em ji bo desteka hevalan spas dikin. PDK û Hikumeta Navendî ya Iraqê ji bo me tu tişt nekirin. Her tim îxanet li me kirin û me bi komkujiyan re rû bi rû hiştin. Ji bilî hevalan baweriya me êdî bi tu kesî nemaye.”    ‘BI ÎZNA XWEDÊ EM Ê BI SER BIKEVIN’    Derasê Huseyîn a 47 salî ku 4 zarokên wê di Asayîşa Êzîdxan û YBŞ’ê de cih girtine, da zanîn ku wê bi hevjînê xwe re di nav xebatên rêxistinê de cih girtiye û ev tişt anî ziman: “Divê hin bêtir meclisa me mezin bibe, li pêş bikeve. Ji bo gelê me xwe li ser piya bigire, ez li vir im û beşdarî meclisê bûm. Ji bo Êzîdxanek xweş em ê bi dil û can bixebitin. Bila êdî jin û dayikên êzidî netirsin. Bila werin gel me. Heke em dest bidin destê hev bi îzna xwedê em ê bi ser bikevin. Meclisa me ji bo yekitiya êzidiyan gavek bingehîn e.”    MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan