RIHA - Dayikên Wêranşarî yên zarokên wan digrevên birçîbûnê de, piştî meşa lidar xistin, faks ji bo Wezareta Dadê şandin û xwestin daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.
Dayikên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li navçeya Wêranşar a Rihayê, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” heya ber postexaneya navçeyê meşiyan û faks ji Wezareta Dadê re şandin. Dayikan di faksên şandin de xwestin daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.
Dayik berî faksan bişînin li ber postexaneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dayika Ercan Kizilboga yê ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Ordû di greva birçîbûnê deye Zeynep Kizilboga, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Êdî bese. Êdî xwarin di qirika me de naçe xwarê û em nikarin avê vexwin. Bila dengê min biçe Erdogan ger ku ker nebû be. Zarokên wî jî hene. Em dimirin.”
Dûre parlementer Ayşa Surucû jî, axivî û ev peyam da: “Bi hezaran girtî digreva birçîbûnê dene. Lê hikûmet xemsar tevdigere. Em naxwazin ji girtîhan tabût derkevin û mirin pêk werin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li Tirkiyeyê kaosê ava dike. Hemû qad xitimîne. Ji bo ku Tirkiye ji vê kaosê derkeve, pewîste ku tecrîd rabe.”
Piştî axaftinan dayikan ji Wezareta Dadê re faks şandin û dûre derbasî avahiya HDP’ê ya navçeyê bûn.