ENQERE - Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Erziromê, li Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya Seda Taşkin bi sûcdariya "Propaganda kiriye" 1 sal û 11 meh ceza birî. Dadgehê ji sucdariya "Alîkarî daye rêxistinê" jî beraet kir.
Danişîna doza nûçegihana Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Seda Taşkin, li Edliyeya Herêmê ya Erziromê hat dîtin. Heyeta dadgehê ya Herêmê ya Erziromê, li Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya Seda Taşkin bi sûcdariya "Propaganda kiriye" 1 sal û 11 meh ceza birî. Dadgehê ji sucdariya "Alîkarî daye rêxistinê" jî beraet kir. Heyetê cezayê birî jî taloq kir. Taşkin, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di 2017’an de hatibû binçavkirin. Piştî hat berdan di 23’ê çileya 2018’an de li Enqereyê di serdegirtina malê de hat girtin. Taşkin di 17’ê çileya 2019’an de jî hat tahliyekirin. Dadgeha Îstînafê ya Herêma Erziromê ku biryara cezakirina Taşkin betal kir ji bo ji nû ve bê darizandin biryar da. Dadgeha herêmî li Taşkin 7 sal û 6 meh ceza birîbû û şandibû Dadgeha Edliyeya Herêma Errziromê. Taşkin, bi rêya SEGBİSê ji Enqere tev li danişînê bû. Heyetê li Taşkin 1 sal û 11 meh û 10 roj ceza birî û cezayê wê taloq kir.