ENQERE - Dayikên ku duh li meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, çalakiya xwe ya li meclîsê berdewam dikin. Ji dayikên di nobetê de Nezahat Teke, diyar kir ku wan bi Serokê Meclîsê re hevdîtin kir û daxwazên xwe anîn ziman û wiha got: “Meclîs dikare bi biryarekê dawî li çalakiyên greva birçîbûnê bîne."
Dayikên ji bo daxwaza zarokên xwe yên girtî ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin şeva xwe li meclîsê derbas kirin. Duh li ser navê dayikan 3 dayikan duh bi Seroke Meclîsê Mustafa Şentop re hevdîtin kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Ji dayikên li meclisê di çalakiyê de yek jê Nezahat Teke ye. Teke, ji bo kurê xwe Mazlum Teke yê li Girtîgeha tîpa D ya Amedê di gervê de ye ji Amede hat Enqereyê. Teke, diyar kir ku bi hefteyan e li kolanan dikin qerîn û dengê xwe bilind dikin û wiha got: "Lê qet dengê dayikan nabihîzin. Meclîs bi biryarekê û peyamekê dikare dawî li çalakiyan bîne. Ji bo tecrîd bi dawî bibe her kes di greva birçîbûnê de ye. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Parêzeran li Îmraliyê hevditinek pêk anîn. Lê daxwaza zarokên me ne tenê ji bo carekê parêzer biçin Îmraliyê. Daxwazên zarokên me parêzer bi rêk û pêk hevdîtinê bikin e. Niha 30 kes di rojiya mirinê de ne."
‘KESÎ DENGÊ ME NEBIHÎST'
Teke, anî ziman ku bi rojan e dayik li kolanan dengê xwe bilind dikin û wiha axivî: "Dayik dirûşmeyên 'Bila dayik negirîn', 'Bila ciwan nemirin' berz dikin. Lê mixabin kes dengê dayikan nabihîze. Kes ji derdê me re nebûn çare. Em malbatên girtiyan in. Em dixwazin ji bo zarên xwe tiştekî bikin. Hin caran dayik li kolanan rastî lêdanê haetin. Bi erdê re hatin kaşkirin. Serokomar dibêje 'Cenet di bin piyê dayikan de ye' Lê mixabin cenet xistin bin piyan. Ji ber vê yekê me hatin meclîsê."
‘ME DAXWAZÊN XWE JI SEROKÊ MECLÎSÊ RE ANÎ ZIMAN'
Teke, da zanîn ku wan daxwazên xwe ji Serokê Meclîsê Mustafa Şentop re anî ziman û wiha berdewam kir: "Em tev li civîna Koma HDP'ê bûn. Me ji bo vê çalakiyê ji tu kesî re qal nekir. Me ji mecbûrî li vir çalakiya rûniştinê kir. Ji ber ku li kolanan kes dengê me nabihîze. Ji bo em dengê xwe bidin bihîstin çi ji destê me tê em dikin. Me di hevdîtina Serokê Meclîsê de daxwazên xwe anîn ziman. Me diyar kir ku Leyla Guven û girtiyên din di grevê de ne. Niha zêdeyî 3 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Me got zarokên me xwîn verdişin ji bo tecrîd bi dawî bibe. Me daxwaz, fikar û pêşniyarên xwe got. Serokê meclîsê li me guhdar kir û got: 'Ez ê bi cihê eleqeder re parve bikim."
Teke, anî ziman ku rawestîna wan a li meclisê didome û wiha bi dawî kir: "Em bixazi biçin biçin jî dilê me nahêle em biçin. Em hevî dikin ku bêyî agahiyek xerab bê, gav bên avêtin. Me şeva xwe li vir derbas kir. Em dixwazin gav bên avêtin û dil rehet bibin. Em dixwazin ji zarokên xwe re bêjin 'Me ji bo we hindik be jî tiştek kir' Keça min Nesrin Teke di sala 2000'an de li dijî tecrîdê li pêş çavê min xwe şewitand. Tevî vê yekê ez hêj li kolanan dibêjim bila mirov li kolanan neyên kuştin û dayik negirîn. Divê hin kes ji vê yekê şerm bikin. Ger ku ji ber birçîbûnê zarokek dayikek jiyana xwe ji dest bide, êdî tu carî xwarin di qirika wê de naçe xwar. Niha, em li ser navê bi hezaran dayik, xwişk û bira, hevjîn li vir in. Ji bo dengê me bibhîzin."
Yek ji dayikên ku li meclîsê di nobetê de Havlet Oncu ye. Oncu wiha got: “Em dixwazin daxwazên girtiyên di greva birçibûnê û rojiya mirinê de bibersivînin. Em dixwazin daxwazên wan qebûl bikin û tecrîdê bi dawî bikin. Kengî tecîd rabû wê demê çalakî jî wê bi dawî bibin. Ji bo vê yekê em hatin meclîsê. Em ji Serokê Meclîsê û Wezîrê Dadê re dibêjin dengê me bibhizin û gavên çareseriyê bavêjin."
MA / Diren Yurtsever