ENQERE - Rêxistina HDP'ê bi minasebeta 15'e Gulanê Cejna ziman pîroz kir. HDP'ê xwest wekî roja têkoşîna ziman li ziman xwedî derkevin.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek niviskî weşandin. HDP'ê di daxuyaniyê de wiha got: "15 Gulana 1932’an bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan li Şamê Kovara Kurdî ya bi navê Hawarê dest bi weşanê kir. Taybetmendiya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekem zimanê Kurdî bi tîpên Latînî hat xwendin û nivîsandin. Ji vê sedemê her sal 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Em di roja Cejna Zimanê Kurdî de careke din banga xwedîderketina Kurdî dikin û heta dawiyê em ê mafê perwerdehiya zimanê dayikê biparêzin û bibin piştevanê têkoşîna azadkirina hemû zimanên bindest. Ji bo ku perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn em dixwazin Tirkiye li gorî esasen peymanên navneteweyî yên ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatiye misogerkirin, qanûna bingehîn bê guhertin.
Ger mirov li dîrok û kûrahiya zimanê Kurdî dinihêre bêgûman rastiyeke din dibîne; ew rastî jî ew e ku parastin û pêşvebirina ziman, çand û wêjeya Kurdî tene ne ji bo gele Kurd, her wekî din ji bo tevahiya civakê dewlemendî ye.
Di vê roja pîroz de, em di şexsê Celadet Alî Bedirxan de hemû têkoşer, kedkar, şopdar û hezkiriyên zimanê Kurdî yên ku gele Kurd û zimanê Kurdî ji pişaftin, çandkujî, înkar û tunekirinê parastine bi rêzdarî silav dikin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin."