AMED - Derhênerê fîlmê "Her Malek Dibistanek" Ardin Diren ku bi vê berhemê hewl dide ser têkoşîna ziman û derbaskirina astengiyên li pêş ziman, diyar kir ku bi xebata "Her malek û dibistanek" dikarin tecrîda li ser ziman bişkînin û ziman azad bikin. Dîren, bi gotina Mamoste Ferzad Kemanger a "Dilê min di sînga zarokên li dibistanê li ber xwe didin de hildibe." girîngiya dibistanan a ji bo zarokan vegot.
Dibistana Sertayî ya Ferzad Kemanger, di 14'ê Îlona 2014'an de li navçeya Rezan a Amedê dest bi xizmeta perwerdehiya ziman kir. Di sala 2016'an de bi fermana Walîtiya Amedê û Biryara Midûrê Perwerdehiya Bajar hat girtin û mohrkirin. Derhêner Ardîn Dîren li ser xebat û têkoşîna Dibistana Sertayî ya Ferzad Kemanger, kir fîlm. Diren, têkoşîna xwendekarên vê dibistana ku piştî hat girtin û li malên cuda perwerdehiya xwe berdewam kirin kir mijara fîlm. Dîren bi belgefîlma "Her Malek Dibistanek" li ser perda spî raxist. Derhêner Ardin Diren bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî hem li ser girîngî û wateya ziman û hem ji li ser naveroka fîlm axivî.
Ardîn Dîren, diyar kir ku di pêvajoyek wisa zor û zahmed de ji bo balê bikişînin ser têkoşîna xwendekarên Dibistana Ferzad Kemanger a parastina ziman û perwerdehiya ziman li malan berdewam dikin, ev belgefîlm kişandiye û wiha got: "Kesayetiya Ferzad Kemanger û têkoşîna wî bandorek mezin li ser min kir. Dema di sala 2010'an de hat darvekirin wê demê girtî bûm. Wê demê min der barê wî de nîşe girtibûn. Ew nîşe hêj li malê ne. Kesayetiya wî û darvekirina wî pir bandor li ser min kiribû. Li Amedê li ser navê wî dibistan hatibû vekirin. Wê demê min navê dibistanê bihîst. Lê derfetê min ê ez bêm dibistanê bibînim çênebû. Piştî hat girtin derfetên min çêbûn û min çû ji derve dîmenên dibistanê kişand. Dema dibistan li Amedê vebû, li Cizîr, Gever û cihên din jî vebûn. Lê cihê Dibistana Ferzad Kemanger di nava kurdan de cuda bû. Ji ber ku Fersad di nava têkoşîna kurdan de xwedî cihekî taybet e. Piştî ku dibistan hat girtin, min xebata ji bo vê dibistanê li xwe ferz dît. Min xwest hem Ferzad kemanger û hem jî dibistana wî bidim naskirin. Dibistanek wisa çima hat vekirin û çima girtin? Min xwest vê yekê bi belgefilmê bînim ziman. Wê demê zarok li pêş çavê me bûn. Piştî dibistan hat girtin li malan xebat û perwerdehiya xwe berdewam kirin. Me navê belgefîlma xwe jî ji navê xebata wan girt û me kir "Her malek dibistanek" Ji ber ku piştî dibistan mohr kirin her malek kirin dibistanek. Nêzî 30 xwendekarên wê hebûn. Mixabin piştî dibistan mohr kirin beşek xwendekaran dîsa vegeriya dibistanên dewletê. Beşek xwendekar jî li vê dibistana malê perwerdehiya xwe berdewam kirin. Di pêvojoyek wisa de perwerde berdewam kirin. Diviya bû ev têkoşîn û xebata ji bo ziman bê dîtin. Diviya bû ev xebat û belge di hafizaya Kurd de cih bigirtaya. Me xwest ev têkoşîna wan a ji bo perwerdehiya Kurdî vala neçe û bikin belge. Pêdiviya me Kurdan bi hewldan û xebatek wisa heye. Bi vê armancê me ev belgefîlm kişand."
MIN XWEST BERXWEDÊRAN NÎŞAN BIDIM
Ardîn, da zanîn ku dema bi zarokan re roportaj kir, hemûyan qala dibistana xwe û bîraninên xwe dikirin û wiha axivî: "Xuya bû ku pir ji dibistana xwe hez kirine. Dibistana Ferzad bandorek pir mezin a erênî li ser derûnî, ziman û jiyana wan kiribû. Dibistana wan pir rengîn bû. Bi destê xwe xemilandibûn. Yekem car Kurdan bi zimanê zikmakî perwerde didîtin. Lê piştre qeyûm hatin û polîsan dibistan girtin û mohr kirin. Niha kirine pirtûkxane, lê keç naçe wê pirtûkxaneyê. Raste serdest her dem êrîş dikin, lê li hemberî vê êrîşê em dibînin seknek berxwedêr heye. Bi "Her Malek dibistanek" nîşan dan ku Kurd ne bê çare ne û li ber xwe dan. Niha li malan perwerdehiya zarokan berdewam dike. Em di vê belgeselê de li ser vê biryarê û berxwedanê rawestiyan. Divê her kes vê bawerî û berxwedana li dijî êrîşa li ser zimanê kurdî bibîne."
Ardîn, da zanîn ku ji ber zarokan ew pêvajo bi çavê xwe dîtin, rastiyê baş dizanin û wiha lê zêde kir: "Ji ber vê rastiyê li dibistana xwe xwedî derdikevin. Ew hêza xwe ji perwerdehiya ziman digirin. Ev zarok rastî perwerdehiya pergalê nehatine û pir paqij û xweşik in. L ser pergala Kurd perwerdehiyaxwe dîtine. Ev baweriya wan a li hemberî wan pir zêde dike. Nerîna wan a jiyanê û sekna wan bêtir hêviyê dide mirovan. Dema mirov sekna wan û jiyana wan dibîne, bi hêsanî dikarin bêjin wê ziman bê parastin û pêş bikeve. Ez bawer dikim ku ev belgefîlm dê ji bo malbatên din ji bibe mînak. 30 zarok niha pir hindik in. Ji ber ve yekê divê gavên zêdetir bên avêtin."
Ardin, destnîşan kir ku dema diçû malbatan peyvên ku ji bîr kiribûn yek bi ye dîsa dihat bîra wî û zimanê wî ji nûve geş dibû û wiha pêde çû: "Piştî ku zarokan li malê dest bi perwerdehiyê kir, di malê de jî guhertinek çêbû. Dayik û bav û hemû endamên malbatê jî êdî ketin bin bandora kurdî. Gelek malbat dîsa li zimanê xwe yê dayikê vegeriyan. Li bajarê Amedê ji sedî 70 bi tirkî diaxivin. Ji ber vê yekê zarokên diçin dibistana Kurdî berpersiyarek mezin didin ser malbata xwe. Zarok dibin sedem ku hemû endamên malbatê rojane bi kurdî bi axivin. Zarokên ku diçin dibistanê li dibistanê fêrî kurdî dibkin. Dema min ev dîmen dît min hêz jê girt. Ev dibistan bi vê yekê dibêje 'ez li vir im. Tu min bigire jî tu nikare zimanê min bi min bide ji bîr kirin."
'JIYANEK KOLEKTÎF AVA KIRINE'
Ardîn, da zanîn ku li dibistanên malan, mamoste, dayik-bav û xwendekaran li heberî hev kolektivizmek pir baş ava kirine û wiha berdewam kir: "Ev mînak e. Divê civak jî hemû li hemberî hev wisa berpirsiyar tev bigerin. Ev hêzê dide. Ger ku ev mînak bê pêşxistin wê civaka Kurd bêtir bi hêz û ruh bibe.
DILÊ FERZAD DI DILÊ ZAROKÊN AMEDÊ DE HILDIBE
Têkoşîna Ferzad Kemanger, xeyalên wî û Dilê wî di dilê zarokên Amedê de hil dibe. Ev nav per heq dike ku bi vi rengî bê bibîr anîn. Me jî ji bo Ferzad bidin jiyandin û têkoşîna wî bidin xuyakirin me belegfîlmek wisa amade kir. Dema Ferzad Kemanger jiyana xwe ji dest da ez pir pê êşiyam. Nameya li pey xwe hişt pir wêjeyî, felsefî û dîrokî bû. Wekî Ferzad di nameya xwe de got (Bila dile min di dilê xwendekarekî kurd de hil bibe. Ji bo ku her sibe bi qasî awazê wî bilind dibe bi zimanê min Kurdî bi qîre. Bila dengê min li çar hawîrê cîhanê belav bibe. Ji ber vê yekê jiyandina kesekî wisa pir girîng û watedar e. Xeyalên wî di dilê zarokên Amedê de hildibe. Mînakek wisa bu sedem uk ez bêtir bi hêvî li pêşerojê binerim. Ferzad Kemanger, di dilê me, mejiyê me û hunera de de dîsa vejîn dibe. Niha tecrîdek heye. Ev tecrîd li ser her tiştî bandora xwe dike. Ev rewş ji Dibistana Ferzad Kemanger ne cudatir e. Tecrîda li Îmraliyê girêdayî tecrîda li girtîgehê ye. Li dijî nasnameya te siyasetek qirêj tê meşandin. Dewlet nasnameya te qebûl nake. Ji ber vê yekê zimanê te, wêje û hunera te bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em li Amedê dijîn. Em li parka Koşuyolu dibînin. Dayikên ku ji bo zaroken xwe dadikevin kolanan rastî êrîşê pir hişk tên. Dema em qala zimanê kurdî bikin em nikarin ji vê rewşê cuda bigirin desty. Ji ber vê yekê tecrîda li ser ziman, wekî duh hebû îro jî berdewam dike. Divê hemû siyasetmedar, rewşenbir, welatparêz û hemû zimanhez divê hesasiyetê nîşan bidin. Divê hem li dijî tecrîda li ser ziman û hem jî li dijî tecrîda li ser hebûnê dengê xwe bilind bikin"
MA / Dicle Müftüoglu - Lezgin Akdeniz