STENBOL - Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, bilêv kir ku grevên birçîbûnê deriyên Îmraliyê vekirine lê belê ev hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê.
Piştî 8 salan parêzeran di 2'yê Gulanê de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkir. Yek ji parêzerên Ocalan Raziye Tûrgût, tecrîda li Îmraliyê û daxuyaniya Ocalan a piştî hevdîtina bi parêzeran re hat parvekirin nirxand.
Tûrgût, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan ji sala 1999'an ve merhale bi merhale hatiye zêdekirin û veguheriye "tecrîdeke mutleq". Tûrgût, qedexeya hevdîtina bi parêzeran a 8 salan bûye sedem ku tecrîde veguhere tecrîdeke mutleq. Tûrgût, destnîşan kir ku di warê qanûnî de mafê hevdîtinê ya bi Ocalan re heye û got: "Lê ev mafê me hat qedexekirin. Ev jî nîşaneya ku li Îmraliyê hiqûq tune ye. Hemû bêhiqûqîtî ji CPT û NY'yê re dihatin şandin. Helbet ev jî dibû sedem ku Tirkiye bitengije. Herî dawî jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven ku li çarhawirdorên cîhanê belav bû, dewletê tam tengijand. Ev çalakî rê li ber hevdîtinê vekir."
'BIRYAR NE HIQÛQÎ, SIYASÎ YE'
Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Bûrsayê di 17'ê Nîsanê de qedexeya li ser hevdîtina bi parêzeran rakiribû. Tûrgût, bilêv kir ku ev biryareke siyasî ye û got: "Wexta mirov li naveroka biryarê dinere, hiinceteke hiqûqî naxuyê. Hincetên niha berê jî hebûn. Bi vê biryarê jî dixuyê ku li Îmraliyê pergaleke derî hiqûqê heye." Tûrgût, diyar kir ku ew wisa difikirin ku ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibein ji bo vê yekê li kirasekî hiqûqî geriyane û got: "Di warê hiqûqî de ji bo em biçin Îmraliyê diviya li ber me astengiyek tune bûna. Me ji 17'ê Nîsnê heta 2'yê Gulanê gelek caran serlêdan pêk anî, lê ne bi nivîskî ne jî bi devkî bi tu awayî bersiv nedan. Her wiha serlêdanên me yên piştî 2'yê Gulanê jî bê bersiv man. Her wiha me 4 parêzer serî lê dabû lê destûra 2 heban hat dayîn. Li Îmraliyê me xwest em hevdîtinê bi muwekîlên xwe yên din re jî pêk bînin, lê nehiştin. Ev hemû nîşan didin ku ev biryareke siyasî ye."
'JI 2'YÊ GULANÊ VE SERLÊDAN NEHATINE BERSIVANDIN'
Tûrgût, diyar kir ku serlêdanên wan ên ji 2'yê Gulanê ve bi tu awayî nehatine bersivandin û her wiha serlêdanên ji bo malbatan jî hatine astengkirin. Tûrgût, anî ziman ku agahiya der barê astengkirinê de di 10'ê Gulanê de teblîxî an hatiye kirin û wan di 13'ê Gulanê de îtiraz kiriye.
TECRÎD DIDOME
Tûrgût, destnîşan kir ku bi hevdîtina 2'yê Gulanê tecrîd bi dawî nebûye û got: "Mirov bêje tecrîd bi dawî bûye ne rast e. Jixwe pergaleke girtîgehê ya dixwaze muwekîlên me bi temamî ji civakê dûr bixîne heye. Jixwe girtiyên paşê hatin vê girtîgehê, diyar kirin ku ev der 5-6 qatan ji girtîgehên tîpa F'yî girantir e. Her diçe pergala tecrîdê girantir dibe. Em behsa tecrîdeke tenê neçûna malbat û parêzeran nakin. Ev tecrîd, qedexekirina ragihandin û pêwendîdanînê jî di xwe de dihebîne. Pêwendîdayîn bi her awayî hatiye sînordarkirin. Hin rojname û pirtûkan nadin. Mafê wan ê telefonê heye, lê nikarin bi kar bînin."
'RÊ LI BER VEKIRINA DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIR'
Tûrgût, destnîşan kir ku piştî 8 salan parêzer çûne Îmraliyê û di vê çûyînêd e tesîreke zêde ya grevên birçîbûnê heye û got: "Birêz Ocalan, di hevdîtina xwe ya bi parêzeran de vê yekê bilêv dike. Em dikarin bêjin ku bandora grevên birçîbûnê deriyên Îmraliyê vekirin."
Tûrgût, bal kişand ser peyama Ocalan û 3 girtiyên din ku bi derengî hat dayîn û got: "Xwestin rê li ber bandora peyamê bigirin. Mesela di sala 2013'an de wexta dê peyama Birêz Ocalan bihata xwendin, partiya îktîdarê û MHP'ê bernameya xwe li gor roja xwendina peyamê eyar kirin û xwestin bi vî awayî bandora nameyê kêm bikin. Ya niha hatiye kirin jî bi vê armancê hatiye kirin."
'OCALAN ÇI KETIBE SER MILÊ WÎ KIRIYE'
Tûrgût, destnîşan kir ku metna hat daxuyandin di wesfa bangawaziyê de ye û got: "Birêz Ocalan, ji sala 1999'an ve ji bo aştî û muzakereyeke demokratîk hewl dide. A rast ev hewldan ji sala 90'î ve heye. Bangawaziya wî ne kêmî yên berê ne. Birêz Ocalan, behsa dike ku di warê aştî û çareseriyê de çi bikeve ser milê wî dê bike. Vê yekê bi awayekî di metna xwe de jî diyar dike. Yanî dibêje wexta dewlet ji bo çareseriyê tev bigere ew bi weziyeta xwe ya polîtîk ji bo vê amade ye."
Tûrgût, destnîşan kir ku di warê qanûnî de li Îmraliyê li ber hevdîtina parêzeran tu astengî tune ye û got: "Kesên di greva birçîbûnê de daxwaza xwe bi awayekî zelal bilêv kirine. Dibêji bi sererastkirinên qanûnî divê ev hevdîtin pêk bên. Niha astengiyeke siyasî heye. Her wiha kesên di greva birçîbûnê de dibêjin, divê Wezareta Dadê ji bo berdewamkiya hevdîtinan garantiyekê bide. Ev daxwaz jî daxwazeke di cî de ye. Loma divê ji bo raya giştî daxuyaniyek bê dayîn."
Tûrgût, diyar kir ku ew nizanin wê ji niha û pê ve li Îmraliyê hevdîtin çêbibin an na û got: "Lê em ê her hefte ji bo hevdîtinê serlêdanê pêk bînin. Em ê mekanîzmayên netewî û nanetewî têxin dewrê."
MA / Yasin Kobulan