ÎZMÎR - Îbrahîm Tîkan ê 76 roj in di greva birçîbûnê de ye, piştî 4 mehan malbata xwe dît. Dayik Leyle Tîkan ku çû girtîgehê û kurê xwe dît, diyar kir ku wexta wê kurê xwe dîtiye heyr maye.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê, Îbrahîm Tîkan ê 8 sal in girtiye 76 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tîkan, piştî 4 mehan malbata xwe dît. Îdareya girtîgehê 4 meh berê cezayê hevdîtinê li Tîkan birîbû. Ji ber vê malbatê 4 mehan kurê xwe nedît. Dayik Leyle Tîkan ku di 10'ê Gulanê de çû girtîgehê kurê xwe dît, bilêv kir ku wexta wê kurê xwe dîtiye heyr maye.
‘DEMA MIN KURÊ XWE DÎT HEYR MAM'
Dayik Tîkan, bilêv kir ku wexta li cihê hevdîtinê çav li kurê xwe ketiye heyr maye. Tîkan, anî ziman ku kurê wê bi qasî 15 kîloyan zihîf bûye û got: "Kurê min moral da me hemûyan. Di çalakiya xwe de bibiryar in. Dema min ew dît beriya Roja Dayikan bû. Helbet ji ber vê em her du jî hestiyar bûn. Eger serbest bûna wê Roja Dayikan bi awayekî cuda pîroz bikirana. Lê li wir şert û merc ne guncan in, tenê me hevdu hemêz kir. Silav ji hemû dayikan re şand."
Dayik Tîkan, bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdê 189 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, Guven jî dayik e û divê ne ew û ne jî dayikên din êdî neêş in. Tîkan, bilêv kir ku bi şev xew bi çavê wê nakeve û got: "Rojek berî rojekê bila daxwaza girtiyan bê qebûlkirin. Niha li ber mirinê ne. Divê her kes dengê xwe bilind bike."
‘EM BIBIN DENGÊ WAN'
Senem Tîkan jî piştî 4 mehan birayê xwe dît û got: "Bedena girtiyan dihele. Bi zorê li ser piya disekinin. Berê me çalakiyên greva birçîbûnê de televîzyonê de didît, lê em çûn girtîgehê. Hesteke pir cuda ye. Eger kesek jî bimire ev tê wateya mirina hemû malbatan. Ne hikûmet ne jî derdorên bêdeng wê nikaribin ji bin vî barî rabin. Divê em bibin dengê dayikan. Ew dibêjin, bila zarokên me nemirin. Divê em li derve bibin dengê wan."