MÛŞ - Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik, got: "Ocalan, ji sala 1993'yan ve hewl dide polîtîkaya çareseriya demokratîk pêk bîne. Ev polîtîka bi her kesî dide qezenckirin. Tenê çareyek heye, ew jî çareserî û aştiyeke demokratîk e."
Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik, hevdîtina bi Ocalan re nirxand.
Işik, bi bîr xist ku Ocalan ji bo Grava Îmraliyê dibêje Proto- Gûantanamo û got: "Gûantanamo gravek e û li derî DYA'yê ye. Ne qanûnên DYA'yê û ne jî hiqûqa navnetewî, bi tu awayî tesîrê li vê gravê nakin. Yanî bi kurt û kurmancî ev der xwe dispêre revandineke qorsanî û bi îşkence û zext û zoriyan şikandina vîna mirov û ferzkirina xeta xwe. Lê belê muwekîlê me Birêz Ocalan 20 sal in li Îmraliyê, tevî hemû tecrîd û zextan jî bi sekna xwe vîna xwe ya azad diparêze. Bi parêznameyên xwe vîna ji bo azadî û demokrasiyê xurtir kir. Yanî komploya navdewletî, pergala îşkenceyê ya Îmraliyê û polîtîkayên tecrîdê pûç kirin. Ev polîtîka çi bûn? Pêşî xwestin di navbera kurd û tirkan de şerekî derxînin, lê nikaribûn. Bi darvekirinê gef xwarin, lê nebû. Xwestin hêdî hêdî tecrîdê giran bikin û bi vî awayî tenduristiya wî xirab bikin, lê nebû."
‘ÇARE, ÇARESERÎ Û AŞTIYEKE DEMOKRATÎK E'
Işik, destnîşan kir ku mafê hevdîîtina bi malbat û parêzeran re, mafê pêwendîdanînê di hiqûqa navnetewî de hatiye diyarkirin û mafên sereke ne, lê belê ev maf bi biryareke polîtîk a "derî hiqûqê" li Îmraliyê pêk nayên û got: "Çimkî, Ocalan tenê ne kesek e. Ji ber di şexsê xwe de xeta yekîtiyê û azadî, wekhevî û demokratîkbûyînê ya Rojhilata Navîn bi rê ve dibe û ji ber li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo gelan tev digere, lîstikên li herêmê pûç dikir. Ji bo bi rihetî bilîzin, pêwendiya Ocalan a bi derve re qut kirin. Polîtîkayên netewperest, oldar û mehhebî xistin dewrê. Encam; bû berberîbûn, pevçûn, krîz û alozî. Niha aqlê dewletê û raya navnetewî ev yek fêm kiriye; polîtîkayên netewperest, oldar û mezhebî bi her kesî didin windakirin. Lê Ocalan, ji sala 1993'yan ve hewl dide polîtîkaya çareseriya demokratîk pêk bîne. Ev polîtîka bi her kesî dide qezenckirin. Tenê çareyek heye, ew jî çareserî û aştiyeke demokratîk e. Li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û tevahiya Rojhilata Navîn pêdivî bi demokrasiyê, bi siyaseteke demokratîk heye. Ji xeynî vê dê hemû rê bi gelan bide windakirin. Ji bo ev pêk neyê polîtîkaya tecrîdê pêk tînin."
'ÎMRALI, LI GOR HIQÛQ Û QANÛNAN NAYÊ BIRÊVEBIRIN'
Işik, bi bîr xist ku ji roja ku Girtîgeha Îmraliyê hatiye avakirin heta niha bi tu awayî li gor hiqûq û qanûnan nehatiye birêvebirin. Işik, diyar kir ku li vira rêveberiyeke awarte, hiqûqeke îstisna, hiqûqa kêfiyî, hiqûqa rehîneyî û dijminahiyê pêk tê. Işik, destnîşan kir ku niha tevahiya Tirkiyeyê veguheriye pergala Îmraliyê.
Işik, bal kişand ser hevdîtina 2'yê Gulanê û got: "Bi salan e em parêzer îtiraz dikin. Lê belê di 2'yê Gulanê de dadgehê ev bêhiqûqîtî û bêqanûnîtî rakir. Bêguman ev biryareke erênî ye û em wisa difikirin ku ev bi saya grevên birçîbûnê û ferzkirina saziyên hiqûqî yên navnetewî pêk hatiye."
‘BERPIRSIYAR ÎKTÎDARA SIYASÎ YE'
Işik, destnîşan kir ku niha bi grevn birçîbûnê berxwedaneke bêhempa heye û got: "Niha grevên birçîbûnê di warê tenduristiyê de, ji zûv de asta krîtîk derbas kirine. Eger tiştekî neyînî biqewime, berpirsiyarê vê îktîdara siyasî ye." Işik, bilêv kir ku ji bo krîza siyasî, civakî û aborî bi dawî bibe tenê rêyek heye ew jî bidawîbûna tecrîdê ye û got: "Divê hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re bi awayekî rêk û pêk pêk bê. Eger ev hevdîtin bi vî awayî pêk bên, wê rayedarên dewletê bibînin ku her kes çawa rihet dibe."
MA / Cemil Ugur