* Perîşan Akin ku kurê wê Bedrî Akin li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye di greva birçîbûnê de ye, got: "Ez dayik im. Tiliya kurê min biêşe, kezeba min dişewite. 76 roj in kurê min birçî ye. Hema hûn bifikirin em ez çi êşê dikişînim."
* Remziye Karadag ku li Girtîgeha Xarpêtê 76 roj in di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku şekir û ava fêkiyan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û zexîreyên didin girtiyên din jî di dema avêtina ser qawîşan de dirijînin erdê.
* Ozhan Ceyhan ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di rojiya mirinê de ye, got: "Dema cara dawî hatim girtin û min li wesayîta zirxî siwar kiribûn, bavê min gazî min kiribû û gotibû 'Ozhan, kurê min berxwedan jiyan e.' Bila bavê min dilrihet be. Em ji bo aramiya hemû dayikan û civakê li ber xwe didin."
* Derhênerê fîlmê "Her Malek Dibistanek" Ardin Diren ku bi vê berhemê hewl dide ser têkoşîna ziman û derbaskirina astengiyên li pêş ziman, diyar kir ku bi xebata "Her malek û dibistanek" dikarin tecrîda li ser ziman bişkînin û ziman azad bikin. Dîren, bi gotina Mamoste Ferzad Kemanger a "Dilê min di sînga zarokên li dibistanê li ber xwe didin de hildibe." girîngiya dibistanan a ji bo zarokan vegot.
* Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik, got: "Ocalan, ji sala 1993'yan ve hewl dide polîtîkaya çareseriya demokratîk pêk bîne. Ev polîtîka bi her kesî dide qezenckirin. Tenê çareyek heye, ew jî çareserî û aştiyeke demokratîk e."
* Îbrahîm Tîkan ê 76 roj in di greva birçîbûnê de ye, piştî 4 mehan malbata xwe dît. Dayik Leyle Tîkan ku çû girtîgehê û kurê xwe dît, diyar kir ku wexta wê kurê xwe dîtiye heyr maye.
* Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, bilêv kir ku grevên birçîbûnê deriyên Îmraliyê vekirine lê belê ev hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê.
* Siyasetmedar Hatîp Dîcle, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nameya xwe de, xeta xwe ya 2013'an parastiye û got: "Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn û Suriyeyê demokrasiya xwecihî ya radîkal pêşniyaz dike."
* Dayika Muslum Şahîn ê li Girtîgeha Şakranê 76 rojin di greva birçîbûnê deye Acîle Şahîn, diyar kir ku weke dayikan dilê wan hem ji bo zarokên wan û hem jî ji bo Ocalan ê di tecrîdê deye dişewite û got: “Em ne ji zarokên xwe û ne jî ji Ocalan qut dibin.”
* Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar wê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Malbat û dayikên ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, wê li pêş Girtîgeha Tîpa M a Gebze, Girtîgeha tîpa L a Bakirkoyê, Qada Esenyurtê, Parka Îsmet Înonu ya Edeneyê, Parka Bariş a Mêrsînê, Parka Koşuyolu ya Amedê û gelek cihên din çalakiyên xwe berdewam bikin. Dîsa bi heman armancê endam û rêveberên HDP, DBP, Meclîsa Dayikan û xizmên girtiyan wê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniye bidin çapemeniyê. (12.00-19.00)
* Komeleya Lêkoniîna Kurd, bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî wê Odeya Tabîban a Stenbolê ya li Cagaloglu ya stenbolê sertifika xwendekarên xwe bi merasimekê bide wan. (19.00)
* Bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Şaxa ÎHD'ê yên Îzmîrê wê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Bi heman armancê DÎSA-DER wê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13:00)
* Danişîna doza Rojnameger Seda Taşkin wê li Edliyeya Dadgeha Herêmî ya Erziromê bê dîtin. (10.00)
* Nûnerên Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê wê têkildarî endamên meclîsa şaredariyê yên ku ji ber bi KHK'ê hatine îxrackirin mazbata wan hatin betalkirin li Şaxa Egîtîm Sen'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Komeleya Zimanên Ebedî ya Mêrdînê (MEDİDER) wê avakirina xwe îlan bike. (13.00)
* Platforma Zimanê Kurdî wê têkildarî 15'ê Gulanê roja Ziman li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (Guneydogu) daxuyaniyê bidin çapemeniyê (11.00)