AMED - Endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê, ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirin li navçeya Rezanê li Laçikên Spî meşiyan.
Bi dehan endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê, ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, li Taxa Yûnûs Emre ya navçeya Rezan a Amedê meşiyan. Xizmên girtiyan jî tev li meşê bûn û di çalakiyê de Laçikên spî hilgirtin. Di meşê de dirûşmeya "Bijî berxwedana zindana" hat berzkirin.