ŞIRNEX – Dayikên ku bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zaroken xwe yên li dijî tecridê di greva birçîbûnê de ne, li pêş avahiya HDP'ê ya Cizîrê kom bûn û meşiyan. Dayikên ku rastî astengiya polîsan hatin gotin: "Em destê xwe bidin hev. Em destê aştiyê bidin hev da ku daxwazên zarokên me pêk bên."
Dayikên ku zarokên wan li girtîgehan bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li ber avahiya HDP'ê ya Cizêrê kom bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. Dayikan li ber avahiya HDP'ê ya Cizîrê daxuyani dan û kart ji girtiyan re şandin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên HDP'ê yên Silopî, Şirnex, Cizîrê û gelek dayikên girtiyan amade bûn. Dayikan Laçikên Spî dan serê xwe û wêneyên zarokên xwe yên li girtîgehan di grevê de rakirin.
DAYIK BEYTUR: EM DESTÊ AŞTIYÊ DIRÊJÎ HEV BIKIN
Dayika Osman Baytur ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê di grevê de ye, Hatice Beytur, bang li hemû dayikan kir û wiha got: “Em destê xwe bidin hev da ku daxwazên zarokên me pêk bînin. Em destê aştiyê dirêjî hev bikin."
ÎRMEZ: TECRÎD RABE WÊ RÊYA SIYASETÊ VEBE'
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî diyar kir ku daxwazên girtiyan ji bo zagonên heyî têkevin meriyetê û wiha got: "Helwesta li dijî dayikên ku zarokên wan di grevê de ye nayê qebûlkirin. Em wekî HDP'ê li pêş malbatên ku zarokên wan di grevê de ne. Tenê ger ku tecrîd rabe wê daxwaza wan qebûl bibe. Ger ku tecrîd rabe wê rêya siyasetê vebe."
DESTÛR NEDAN MEŞÊ
Dayikan piştî meşê xwestin heta PTT'e bimeşin û kartan ji zarokên xwe re bişînin. Lê polîsan derdora dayikan pêça û destûr nedan ku dayik bimeşin. Dayikan li ser vê yekê demekê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Li ser vê yekê polîsan xwest dayik yek bi yek ango bi maşîneyan biçin PTT'ê. Dayikan li vir di bin germahiyê de çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û xwestin ku xwe têxîn yûna dayikan û dayikan fam bikin.
'WERE BIN BIGIRE'
Dema dayikan dîsa xwestin bimeşin û polîsan dîsa rê li pêş dayikan girt. Dayikan dîsa çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayikekê bertek nîşani polîsan dan û got "Were min bigire. Dayikan bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û dîsa derbasî avahiya HDP'ê bûn. Dayik piştî demekê bi maşîneyan çûn PTT'ê û li vir kart ji girtiyan re şandin û belav bû.