ENQERE - Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Dîlan Dirayet Taşdemîr, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê dest danîn ser kurdiya Meclisê. Parlamenteran pişti demekê dawi li çalakiyê anin.
Gelek dayikên ku zarokên wan girtîne û li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, li meclîsê çalakiya rûniştinê berdewam dikin. Malbat bi daxwaza bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin li Salona Koma HDP'ê dest bi çalakiyê kirin, çalakiya xwe berdewam dikin. Li aliyê din parlamenterên HDP'ê li Salona Lijneya Giştî helwesta meclîsê protesto kirin. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Dîlan Dirayet Taşdemîr, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê dest danîn ser kurdiya Meclisê. Dema parlamenterên HDP’ê Başaran û Taşdemir li Kursiya meclîsê rûniştin, parlamenterên AKP û MHP'ê bertek nîşan dan û gotin li sirayên xwe rûnên. Başaran jî bertek nişanî wan da û got: "Hûn kîne ji mere dibêjin rûnên. Em fermanê ji we nagirin."
Piştî parlamenterên HDP'ê Laçika Spî xistin stuyê xwe û li Kursiya Meclisê rûniştin, Lijneya Giştî navber da civînê. Meclis TV pişti ve yekê weşan qut kir. Çalakiya parlamenteran a dagirkirina kursiyan didome. Parlamenteran
Parlamenteran diyar kirin ku di çalakiyên li dijî tecrîdê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û xwest meclîs êdî çareseriyê pêş bixe. Li ser vê gotinê parlamenterên AKP û MHP'ê berte nîşan dan. Piştî Cîgirê Serokê Meclîsê Levent Gok navber da civîna meclîsê, rêveberên HDP'ê bi wekîlan re hevdîtin kirin û wekîlan dawî li çalakiya xwe anîn.
Ayşe Acar Başaran, dema derket kursiyê got: "Niha meclîs di bin tecrîdê de ye. Ji ber ku vê meclîsê rola xwe ya meclîsê winda kiriye. Bi mehan e ji kesên ji derdan re li derman digere derman peyda nake. Ji ber vê yekê îro bi hezaran girtiyên siyasi di greva birçîbûnê de ne. 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Em dipirsin piştî ku cenaze ji girtîgehê derkevin û gav bên avêtin wê çiqas çareserî cihê xwe bigire?"