ÊLIN – Polisan duh li Êlihê mudaxaleyî çalakiya dayikên ku xwestin balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn. Di mudaxaleyê de Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca rastî derbkirina polîsan hatibû û milê wê zerar dîtibû. Milê Uca xistin alçiyê.
Duh li parka Ataturk ya Êlihê dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne çalakî li dar xistibûn. Piştî çalakî kom bûn polîsan mudaxaleyî dayikan kiribûn û çalakî derb kiribûn. Di mudaxeleyê de polîsan Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca ji derb kiribûn û milê wê zerar dîtibû. Milê Uca xistin alçiyê. Di mudaxaleyê de 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji ber êşê Uca çû nexweşxaneyek taybet û li nexweşxaneyê milê Uca xistin alçiyê.
Uca, îro dîsa çû ber girtîgeha Tîpa M a Êlihê û piştgirî da malbatên girtiyan.