AMED – Dayikên ku zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdê di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe tevî hemû astengî û dorpêça polîsan li Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Ji dayikan Rukiye Işik, diyar kir ku meşawan bi keyfî tê astengkirin û wiha got: "Hûn çima ew qas ji me ditirsin?"
Dayikên ku zarokên wan li girtîgehan li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbunê û rojiya mirinê de ye, tevî hemû astengiyên polîsan di roja 14'an de çalakiya xwe li Parka Koşuyolu domandin. Dayikên ji 1'ê Gulanê de li Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezan a Amedê kom dibin, her roj rastî astengiyên polîsan tên. Dayikan dîsa astengî nas nekirin û li Parka Koşuyolu gihiştin hev. Dayikên ku li pêş Aşê Gurbuz ê tenişta Koşuyolu kom bûn, li vir rastî astengiya polîsan hatin. Dayikan li vir deqeyekê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saliha Aydeniz, Remziye Tosun û Semra Guzel, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Uyanik Alokmen û Zeyyat Ceylan û aktîvîstên TJA'ê piştgirî dan dayikan. Dayikan li vir bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Leyla Guven rûmeta me ye" "Silav silav ji hevrêyên me yên di zindanan de li ber xwe didin" û “Heq, hiqûq û edalet wê ji zindanan bê." berz kirin. Dayikênku duh li Batikentê kom bûn û polîsan dora wan bi maşînê zirxî dorpêç kir, diyar kirin ku êdî wê kom nebin û li qadên din çalakiyên xwe berdewam bikin. Polîsan destûr nedan ku mêr tev li çalkakiya dayikan bibin û piştgiriyê bidin wan."
TOSUN DORPÊÇA POLÎSAN ASTENG KIR
Dema rojnamegeran xwest astengiya polîsan bikişînin, polîsan rojnameger asteng kirin. Parlamenter Saliha Aydenîz, bertek nîşani polîsan da û got: "Hûn çima çapemeniyê derdixin derve. Hûn naxwazin ev tiştên li vir pêş dikevin bi civakê re bên parvekirin" û bertek nîşanî polîsan da. Parlamenter Remziye Tosun jî bi armanca helwesta polîsan a li dijî rojnamegeran şermezar bike, kameraya rojnamegerekî girt û dayikên di bin dorpêça polîsan de kişand. Piştre dayik bi çepik û tilîlîyan ablukaya polîsan şikandin û ber bi TUAY-DER'a Amedê ve meşiyan. Welatiyên ku xwestin piştgiriyê dayikan rastî mudaxaleya polîsan hatin. Li ser navê TUAY-DER'ê Rukiye Işik li vir axaftinek kir û wiha got: "Ji ber dilê dayikan dişewitin li van qadan tekoşîna xwe berdewam dikin. Ez di heman demê de dayika polîs û eskeran im. Bila pêşiya me nebirin. Zarokên Tayyip Erdogan jî hene. Ger ku dilê Erdogan dişewite, bila dengê dayikan bibhîze. Dayik êdî bi şev nikarin razên. Bi awayekî keyfî mudaxaleyî çalakiyên me dikin. Ma di destê me de çek heye? Hûn çima me dorpêç dikin. Em ne şer aştiyê dixwazin. Hûn çima ji me ditirsin."
Dayikan çalakî bi tilîliyan dawî li çalakiyên xwe anîn.