DERSIM - Cenazeyê endamê HPG'ê Haydar Gul ê di pevçûna li Dersimê rû da de jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.
Di 9’ê Gulana 2019’an de li Kûtûdereya Dêrsimê endamê HPG’ê Haydar Gul (Baran) di pevçûna rû da de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî piştî otopsiyê ya li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê teslîmî malbatê hat kirin û malbatê cenaze anî Dersimê.
Ji bo Gul li Mala Cemê ya Dêrsimê merasîm hat lidarxistin. Hevserokên HDP’ê yên Dêrsimê Xidir Çîçek û Ozlem Toprak jî di nav de, gelek kes tevlî merasîmê bûn. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyê Gul li Goristana Şaredariyê ya Dêrsimê hat definkirin.