Buldan: Wê her tişt muhteşem be

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma Meclîsê de bang li hemû gelê Tirkiye kir ku di bin baneya HDP'ê û îtîfaqa Demokrasiyê de kom bibin û guh bidin peyama Îmraliyê û wiha got: "

Peyama Îmraliyê pir girîng e. Ev banga diyalogê ji bo pêvajoyek nû dest pê bike heviyek nû ye. Ji bo diyaloga demokratîk dest pê bike, hemû kesên demokrasî, edalet û aştiyê diparêzin, divê bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Ger ku tecrîd rabe wê aştî, demokrasî û aramî pêş bikeve. Yên Tirkiye bi reve dibin bi şopa hilberîna SÎHA ketine. Ger ku li welatekî şer hebe li wir xizanî û sefaletî heye. Ger ku li welatekî aştî hebe, li wir aramî û şahî heye. Heta ku aştî û demokrakî pêş nekeve aramî û demokrasî pêş nakeve. Heta niha HDP'ê Tirkiye bi ser xist wê ji niha û şûnde jî bi ser bixe. Em dibêjin wê her tişt muhteşem be." 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna Koma HDP'ê ya li meclîsê de geşedanên di rojevê de nirxandin. Buldan, ewil kesên di komkujiya Soma de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn  wiha got: "Îro parêzerên karkerên Soma girtî ne. Lê bersûc serbest digerin. Carek din ez sersaxî ji malata wan dixwazim. Em carek din li vir soz didin malbatên karkeran ku emê doza wan a kedê berdewam bikin. Niha parêzerê doza karkerên Soma Selçûk Kozagaçli ngirtî ye. Em li vir silavên xwe jêre dişinin." 
 
'EM Ê HEMÛ ASTENGIYÊN LI PÊŞ ASTENGDARAN RAKIN
 
Buldan, bi minasebeta heftea astengdaran ji bal kişand ser rewşa astengdaran û wiha axivî: "Ev hefte dîsa hefteya astengdaran e. Em ji bo astengiyên li pêş astengdaran rakin em ê bi hevre têbikoşin. Em li vir dibêjn şaredariyên ku me bi dest xistine emê wan dîsa li kar vegerînin û şertên bê asteng ava bikin û wan bi tenê nalêlin."  
 
'HETA KUJER BÊN DARIZANDIN Û WINDA BÊN DÎTIN TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME' 
 
Buldan, bal kişand ser hefteya windayan jî û wiha pêde çû: "Ev hefte, di heman demê de hefteya windayane.  Li ser vê axa em lê dijîn 1915'an heta 1990'an bi rêk û pêk mirov hatine windakirin. Dayik ji 1995an û şûnde her hefte roja Şemiyê çalakiyan li dar dixin. Ez jî Dayikek Şemiyê me. Ji bo em windayan bibînin em rastî copan hatin. Lê me dest ji lêgerinê berneda. Em ji niha û şûnde jî emê şopdarê vê doza windayan bin. Heta ku kujer bên darizandin û winda bên dîtin ev têkoşîn wê berdewam bike."  
 
EM LI WELATÊ HEQ Û HIQÛQ TUNE DIJÎN 
 
Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Hemû çavkaniyên pirsgirêkan nebûna heq, hiqûq û demokrasiyê ye. Em li welatê ku heq û hiqûq nemaye dijîn. Yek ji nîşaneya vê yekê jî tercrîda li Îmraliyê ye. Hemû kesên li vî welati dijîn di bin tecrîdê de ne. Hunermend jî di bin tecrîdê ne. Tişta herî zêde diparêzin, kesên ku wekî wan nafikirin û wekî wan tev nagerin wan deq dikin û di nava cemaweriyê de reş dikin. Di hilbijartinê de li Şirnexê vîna gel xezp kirin. Mafê hilbijêran xesp kir. Demokrasî û siyaseta demokratîk îro di bin tecridê de ye. Karker, çotkar, jin, ciwan u hemû rengên vî welatî di bin tercrîdê ne. Parlamentera me ya Colemêrgê Rêzdar Leyla Guven 188 rojin di grevê de ye. Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê de ne. 30 girtî di rojiya mirinê de. Dayik her roj ji bo zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin li ber girtîgehan dikin qêrîn. Lê ji ber vê daxwaza xwe rastî lêdan û copan tên. Ev yek li per çavê hemû gelê Tirkiye pêk tê. Ev yek destpotî û faşîzm e. Ev kesên dijminê mirovahiyê wê roj bê hesabê vê yekê bidin. Em bang li dayikan dikin û dibêjin 'Meraq nekin' em bi were ne. Em ê bi hevre têbikoşin û em ê bi hevre bi ser bikevin.  Duh parlanentera me ya Êlihê Feleknas Uca rastî lêdana polîsan hat. Êrîşî dayikan kir. Dayikên ku îro li Gebze, Bakirkoy, Qoser, Amedê û gelek bajarên din ji bo tiştek bi zarokên wan neyê û daxwazên zarokên xwe bilind bikin çalakiyên rûniştinê li dar dixin rastî lêdan û êrîşa polîsan tên. 
 
GUH BIDIN PEYAMA ÎMRALIYÊ
 
Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de pir aşkere peyam daye. Hefteya borî parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin kir. Peyama Îmraliyê pir girîng e. Ev banga diyalogê ji bo pêvajoyek nû dest pê bike heviyek nû ye. Ji bo diyaloga demokratîk dest pê bike, hemû kesên demokrasiyê diparêzin berpirsiyarek dikevin ser milê wan. Em bang li hemû kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin ku bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Ev daxwaz pêk bê wê di qada civakî de aramiyek pêk bê. Ger ku ev daxwaz pêk bê û tecrîd rabe welat wê nefesekê bistîne Divê tecrîd bi lez bi dawî bibe. Em wekî HDP'ê soz didin van dayikên ku îro hatine vir. Tecrîd tenê we eleqeder nake. Hemû kesên li Tirkiye dijîn e. Emê hemû bi hevre têbikoşin. Emê tecrîdê rakin û zarokên we bidin jiyandin."  
 
Axaftina Pervîn Buldan bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat qutkirin.
 
 
'BETALKIRINA HILBIJARTINA STENBOLÊ DARBEYA YSK'Ê YE' 
 
Buldan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijratinê jî û wiha lê  zêde kir: "Hilbijartina Stenbolê bi awayekî li dijî hiqûqê hat betalkirin. Vîna gelê Stenbolê tune hat hesibandin. Tişta şaîbe biryara YSK'ê ye. YSK'ê aşkere darbeya sindoqê pêk anî. Niha bê şerm dibêjin 'Deng hatin dizîn. Ev ne dizi ye. YSK'ê vîna gel dizî. Fregmana hilbijartina Stenbolê îro li Şirnexê pêk hatiye. Hêj hefteya borî mazbata 10 keyayan desteser kir. YSK îro vîna gel xezp kiriye. Divê em ji vê yekê re jî bêjin bes e. Xazba şaredariyên HDP'ê jî û xezpa Şaredariya Stenbolê bi destê YSK'ê pêk hatiye û darbeya YSK'ê ye. Îro, şaredariyên Cizîr, Qoser, Mêrdîn, Gever di bin tecridê de ye. Bila şikê tu kesî tune be, Stenbol  wê dîsa bi ser bikeve. Divê her kes li demokrasiyê xwedî derkevin. Yên li Cizirê xwedî derneketin wê nikaribin li Stenbolê jî xwedî derkevin. Em vê yekê pir aşkere dibêjin. divê hemû kesên demokrasiyê diparêzin helwestek hevpar nişan bide."  
 
HDP'Ê ROLA XWE LÎSTIYE 
 
Buldan, bal kişan ser rola HDP'ê û destnîşian kir ku di vê hilbijartinê de dîsa rêya demokrasiyê vekir û wê vê tekoşîna demokrasiyê berdewam bike. Buldan, destnîşan kir ku wê bi îtîfaqa demokrasiyê bêtir xizmeta demokrasiyê bike û wiha berdewam kir: "Rêya demokrasiyê çawa di Stenbolê re derbas dibe di Cizîrê re jî derbas dibe. Ger ku em bi hevre li hemberî tecrîdê dernekevin wê demê ev deng kêm dibîne. Divê her kes li her derê bi heman biryarê li her derê dengê xwe bilind bikin ku em karibin rêyea demokrasiyê vekin.  Em carek din dibêjin Demokrasî ji bo her kesî lazim e. Em carek din dibêjin tecrîd didome, hunermend tên deqkirin. Vîna gel tê xezp kirin. Dayik li kolanan rastî copan tên. Binpêkirina mafan didome. 
 
Buldan, polîtîkaya hikûmetê ya aboriyê jî rexne kir û anî ziman ku polîtikayên ku poşetan bi pereyan bifiroşin wê her tişt bibe. Buldan, da zanin ku hefteya borî 2 kesan ji ber pirsgirêken aborî întihar kir û ev encama van polîtîkayên aboriyê ye. Buldan, destnişan kir ku pirsgirêka heri mezin a aboriyê li bajarên Kurdan pêş dikeve û pêşniyar kir ku wezîr biçin li wir lekolîn bikin û wiha bi dawî kir: ""Çandinî têk çûye, lê ew bi şopa hilberîna ÎHA û SÎHA ketine. Ger ku li welatekî şer hebe li wir xizanî û sefaletî heye. Ger ku li welatekî aştî hebe, li wir aramî û şahî heye. Heta ku aştî û demokrakî pêş nekeve aramî û demokrasî pêş nakeve.  Divê gelên Tirkiye hesabê têkçûna aboriyê ji hikûmetê bipirse û bi şopa wê bikeve. Divê hemû kesên aştî, edalet, demokrasiyê dixwazin di bin baneyê demokrasiyê de bibin yek. Ewlehiya herî mezin HDP ye. Rêgezên HDP'ê ye. Polîtîkayên AKP'ê, di 7'ê Hezîranê de, di 16'ê Nîsanê de, di 24'ê Tîrmehê de, di 31'ê Adarê de Tirkiye bi ser xist. Wê di 23'ê Hezîranê de jî bi ser bixe. Em carek din dibêjin her tişt wê muhteşem be." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/05/2019
15:55 Malbatên li Gebze çalakî pêk anîn: Çareserî Îmraliye
15:33 Wezîrê Dadê Gul: Qedexeya li ser parêzeran a bi Ocalan re hatiye rakirin
15:29 ‘Em ê her tim li pişt zarokên xwe bin’
14:40 Çalakiyên malbatan ên ji bo grevên birçîbûnê didomin
14:27 Jinên li Mêrdînê gihiştin hev xwestin Uysaler bê girtin
14:17 Pêşî ji bo Leyla paşê jî ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne
14:16 Dayikên bi zarokên xwe re hevdîtin kirin: Êdî tecrîdê rakin
13:47 Midûr Ercan Înceler ê hat îdîakirin ku ‘îşkencekare’ di rojava Meclîsê de ye
13:45 Dayikan ligel mudaxaleya polisan jî çalakiya xwe domandin
13:37 Têkildarî Nîhat Hatîpoglû û ATV’ê serlêdana sûc
13:29 Xelata Arjen Arî dan helbesta "Radîşo" a Murat Oruç
13:19 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
12:49 Di îhaleyên dema qeyûm de nelirêtî kirin: Ji bo Seroka Daîreyê bîlgîseyar diyarî kirin
12:25 SES: Bi pergala mulakatê dixwazin kesên nêzî îktîdarê di kar de bi cih bikin
12:15 Leşkeran pêyê xwe da ser cenazeyan û poz dan
12:05 Dadgehê biryar da ku biryara girtina Hatîp Dîcle dewam bike
11:48 Di doza Medenî Yildirim de, rapora ku TRT’ê amade nekir ji TUBÎTAK’ê hat xwestin
11:20 Qeymeqamê Dêrikê hêj jî xwe qeyûm dihesibîn!
11:08 Astengdarên Wanê di nava astengiyan de dijîn
10:39 Parqa Koşûyolûyê 11 roj in di tecrîdê de ye
10:26 Endamê HDP’ê yê meclîsa şaredariyê hat binçavkirin
10:20 Girtiya 86 rojin di greva birçîbûnê de, xwîn vedireşe
10:18 Çalakiya dayikên Laçik Spî ya li Meclîsê berdewam dike
10:03 ‘Heta tecrîd bi dawî bibe têkoşîna me wê bidome'
09:43 Şermezarkirinên tecrîdê li Stenbolê didomin
09:10 Çalakgera rojiya mirinê: Em bi baweriyê xwe xwedî dikin
09:08 Guzel: Berprisiyar Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê ye
09:08 Zarok bûn hatin girtin: Duh li dijî îşkenceyê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:08 'Deklarasyona Ocalan, perspektîfa wekheviya gelan e'
09:07 Gunay: Hevdîtina 2'yê Gulanê bi saya berxwedana li girtîgehan e
09:07 ‘Me ji bo jiyanê di vê têkoşînê de cih girt'
09:06 Li 13 parêzerên bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê lêpirsîn vekirin
09:06 Şûreya Dewletê biryara tazmînatê ya Ceylan Onkol xera kir
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2019'AN
08:40 Leyla 190 rojin li ber xwe dide
Rojiya mirinê di roja 17'an de ye
15/05/2019
19:38 Parlamenterê CHP’ê Bekaroglu: Tişta daxwaz dikin zagonî ye
18:26 Dayikan piştî têkoşîna 5 saetan barîkat şikandin
17:15 Li gel astengiyan jî malbatan nêzî Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn
16:55 Dayikan bi pirtûkên di destê xwe de bersiv dan gotina ‘cahil’
16:31 OHD: Li Girtîgeha Kandira lêgerînên keyfîn hene
16:17 Xizmên girtiyan li Mêrdîn bang kirin: Êdî bes e
15:41 10 kesên li Êlihê bal kişandin tecrîdkirina Ocalan hêj di bin çavan de ne
15:40 Li ser rola MÎT'ê ya di komkujiya Parîsê de lêpirsîn vebû
15:20 Dayik nobeta li meclîsê berdewam dikin: Dengê me bibhîzin
15:13 ‘Em meqamên berpirsyar vedixwînin çareseriyê’
15:11 Platforma Zimanê Kurdî: Divê em betir Kurdî jiyanî bikin
14:37 MEDÎ-DER bi 4 zimanan vebû
14:14 Polîsan HDP’iyên esnaf ziyaret dikirin binçav kirin
14:01 Cendirmeyan êrîşî malbatên li ber Girtîgeha Patnosê daxuyanî dan, kirin
13:39 Sarisaç têkildarî girtina saziyên kurdî pêşniyaza lêkolînê da Meclisê
13:38 Dayikên Wêranşarî xwestin daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin
13:28 Rojnameger Taşkin ji 'propaganda' ceza xwar ji ‘endamtiyê' jî beraat kir
13:16 Walîtiya Bedlîsê li 14 gundan derketina derve qedexe kir
13:15 Jinan bang li tevlêbûna çalakiya ‘#JiBoJiyanaLaçikaSpî" kirin
12:52 Li Silopî jinek hat kuştin
12:34 Weşanên Aramê 6 pirtûk weşand
12:27 Dayikên li meclisê di çalakiyê de: Meclîs dikare bi biryarekê dawî li greva birçîbune bîne
11:50 Jinan berî danişîna Şûlê Çet: Em edaleta rast dixwazin
11:44 TUSÎAD: Divê berê pergala hiqûq û edaletê rast bibe
11:17 Di salekê de milyon û 376 hezar kesên din bê kar man
11:09 Hunermendan bang kirin: Ji bo kes nemire gavan bavêjin
10:47 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
10:46 Dayikan şeva xwe li Meclîsê derbas kirin
10:41 HDP: Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be
10:32 ‘Deng derxînin ku tabût ji girtîgehan dernekevin’
10:26 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî kirin hucreyên yek kesî
10:14 Derhêner Dîren: Em dikarin her malekê bikin dibistanek û tecrida ziman bişkînin
10:10 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Rewşa koma destpêkê xerab dibe
09:49 ‘Em ji zarokên xwe û ji Ocalan qut nabin’
09:13 Hatîp Dîcle: Ocalan ji bo Rojhilata Navîn demokrasiya xwecihî ya radîkal pêşniyaz dike
09:12 Parêzera Ocalan Tûrgût: Grevên birçîbûnê deriyên Îmraliyê vekirin
09:11 Piştî 76 rojan kurê xwe yê di greva birçîbûnê de dît
09:11 Işik ê HDP'î: Polîtîkaya çareseriya demokratîk a Ocalan wê bi her kesî bide qezenckirin
09:10 Ceyhan ê di rojiya mirinê de: Wekî bavê min gotî, berxwedan jiyan e
09:09 Li Girtîgeha Xarpêtê şekir û ava fêkiyan nadin çalakgeran
09:09 '76 roj in kurê min birçî ye, kezeba min dişewite'
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2019'AN
08:16 Berxwedana Guven di roja 189'an û rojiya mirinê jî di roja 16'an de didomin
14/05/2019
23:08 Bi Laçikên spî meşiyan
19:38 Dayikên li Meclîsê rûniştin bi Serokê Meclîsê Şentop re hevdîtin kirin
18:53 Dayikan ji Cizîrê bang kirin. Em destê aştiyê dirêjî hev bikin
18:26 Welatî Ozdemîr li Silêmaniyê dest bi rojiya mirinê kir
17:51 Wekîlên HDP'ê dest danîn ser Kursiya Meclîsê
17:31 Ji MNG Kargoyê daxuyanî
16:46 Dayikan ji Rihayê bang kirin: Ger kevirê sebra me biteqe hûnê nekarin piya me bigirin.
16:45 Milê Parlamentera HDP'ê Uca ku polisan derb kir xistin alçiyê
16:35 Dayik û bavê çalakgerê greva birçîbûnê rakirin nexweşxaneyê
16:08 Kiliçdaroglû: Dayikên li girtîgehan ji bo ku zarokên wan nemirin radiwestin çov dikin
15:33 Dayik di roja 14'an de dorpêça polîsan şikandin û li Parka Koşuyolu kom bûn
15:08 Piştî 6 salan ji bo doza Şahîn Oner biryara keşfê
14:49 Li Antalya di serdegirtinên malan de 2 endamên ESP'ê hatin binçavkirin
14:34 Cenazeyê Gul li Dersimê hat definkirin
14:28 Dayikan li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
13:52 ‘Pêwîstiyên girtiyên di grevê de nayên pêşwazîkirin’
13:51 Malbatên girtiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn: Tecrîdê rakin
13:43 Buldan: Wê her tişt muhteşem be
13:34 Li Îzmîrê ji 11 HDP’iyên hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin
13:24 Banga boykotkirina MNG Kargoyê hat kirin
13:13 HDP’iyê hat berdan li malê greva xwe ya birçîbûnê dewam dike
12:40 13 kes li Wêranşarê hatin binçavkirin