ÎZMÎR - Ji 11 HDP’iyên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 5 jê hatin girtin.
Li Îzmîrê, di serdegirtinên malên rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên 10’ê Gulanê de 11 kes hatibûn binçavkirin û duh karê îfade dayînê 11 kesan bi dawî bû.
Hevşaredarê Navçeya Menemen Mehmet Sadik Barkan, Alî Ozturk, Hanîfe Polat, Ramazan Yildiz û Revdetîl Ayna Şenturk ên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin, bi heman îdîayê hatin girtin û 6 kesên navên wan nehatin zanin jî, bi “Şertê kontrola edlî” hatin berdan.