AMED – Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefhan Cizîrî, bi minasebeta salvegera 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî diyar kir ku Kurdî di bin metirsiyê de ye û wiha got: "Her netew bi ziman dibe xwedî nasname. Ger ku em ziman winda bikin emê neteweya xwe winda bikin. Divê hunermerd, nivîskar û rewşenbirên Kurd bi kurdî xizmetê neteweya xwe bikin."
Kurd, her sal di 15'ê Gulanê de ji ber Kovara Hawarê di 15'ê Gulana 1932'yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi dest weşanê kir vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Saziyên Kurdan ên li ser kurdî lêkolîn dikin, her sal di 15'ê Gulanê de bi minasebeta Roja Cejna Kurdî bi bernameyên cuda vê rojê pîroz dikin. Kurd ji sala 2006’an de 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û şahiyan li dar dixin. 9 partiyên Kurd bi armanca ziman biparêzin û Yekîtiya Neteweya Kurd li dora ziman ava bikin Platforma Zimanê Kurdî ava kirin û niha xebatê dimeşînin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefhan Cizîrî, bal kişand ser parastina ziman û metirsiyên li ser ziman. Cizîrî, anî ziman ku ziman hebûna mirov e û wiha got: "Hebûna miletekî ye. Netew bi ziman dibe xwedî nasname. Ger ku em zimanê xwe winda bikin emê neteweya xwe winda bikin. Divê ji bo hunermend, rewşenbir, siyasetmedar û nivîskarên Kurd ziman xeta sor be. Îro li hemû cîhanê her netew, çand û civak bi zimanê zikmakî huneran di afirîne. Ger ku ziman winda bibe bişaftin jî dest pê dike. Divê hemû kurd li zimanê zikmakî xwedî derkevin û biparêzin. Xwedîderketina ziman, erkek netewî ye.
‘DIVÊ KURDÎ BIBE JIYANÎ'
Cizîrî, destnîşan kir ku ji bo Kurdî karibe li hemberî bişaftinê xwe biparêze, divê em zimanê kurdî jiyanî bikin û wiha lê zêde kir: "Divê berî her tiştî em Kurdî di nava xwe de bikin zimanê perwerdehiyê. Li gel hemû daxwazên gel disa bi awayekî fermî qebûl nakin. Divê bi awayekî fermî kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ger ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ji bo çand û hunera Kurd jî gelek girîng e. Ziman welat, nasname û çanda mirov e. Ger ku hûn zimanê gelekî qedexe bikin, hûn fikr, çand, nasname û jiyan û hemû nirxên wîqedexe dikin.
'MESELEYA KURD BI NASANDINA KURDÎ ÇARESER DIBE'
Cizîrî, da zanîn ku meseleya Kurd bi naskirina ziman çareser dibe û wiha lê zêdekir: "Ji bo nasnameya kurd bê naskirin divê berî her tiştî zimanê wî bi fermî bê naskirin. Naskirina nasnameyê di naskirina ziman de derbas dibe. Ji ber vê yekê jî divê Kurdî wekî zimanê fermî yê perwerdehiyê qebûl bikin. Meseleya Kurd di cewherê xwe de meseleya nasnameyê ye. Yek jî hîmê herî girîng ê nasnameya Kurdan jî ziman e. Qedera gelê kurd û qedera ziman bi hev girêdayî ye. Hem divê polîtîkayên bişaftina kurdî bi dawî bibin û hem jî divê qîmet bidin kurdî. Divê her kes bi zimanê xwe bi axive û biparêze. UNESCO berê jî Zaravayê Kirmanckî (Zazaca) weki zimanê di bin talûkeyê de pênase kiribû. Li ser vê yekê me bi Baroya Amdê re xebatek kir û me xwest UNESCO ji bo hemû zaravayên Kurdî têkeve nava liv û tevgerê. Em ê vê meseleyê bibin Neteweyen Yekbûyî û Konseya Ewropayê."
‘BERPIRSIYARIYEK SINCÎ YE'
Cizîrî anî ziman ku Kurdî di nava saziyan de ji zimanê ragihandinê dûr ketiye û wiha lê zêde kir. Divê her kes ji bo çareseriyê seferberiyê bidin destpêkirin. Divê hemû kurd, li mal, kolan û saziyan bi zimanê zikmakî bi axivin û bi parêzin. Em li her kesî dikin ku bi Kurmancî û Kırmançkî bi axivin. Divê her kes kurdî wekî zimanê axaftin û nivîsê tercîh bike. Ev Berpirsiyarek sincî ye.
KODÊ KURD DI KURDÎ DE VAŞARÎ YE
Kodên Kurd di zimanê Kurdî de veşarî ye. Divê lêkolîna hîndekar, civaknas, derûnînas, pedagogan li ser zimanê kurdî lêkolîn bikin. Ji bo xebatek wisa kurdî elzem e. Divê siyasetmedar, hunermed, nivîskar û rewşenbirên Kurd jî bi xurtî xizmetê bikin. Ger ku bi kurdî xizmetê nekin wê xebata wan li gorî ew dixwazin encam nestîne."
MA / Lezgîn Akdenîz