ÊLIH - Piştî barana zêde ya li herêmê bariya, şênkatiya herî dewlemend a Mezopotamyayê derket holê û xweza bi rengên gul û giya xemilî.
Piştî bîst salan barana zêde ya li Mezopotamyayê bariyî, gul û kûlîlkên mizgîniya biharê didin xweza bi rengên xwe yên cuda xemilandin. Di serî de li herêmên bilind û çiyayê Sason ên Êlihê, li gelek herêman, befir hêdî hêdî dihele û li herêmên jêrtir jî, rengên biharê yên xweza xemildane, hêjiya dîtinê ye.
ŞAHIYEK DÎTBAR
Yek ji cihên gulebûkên temen kurt û di bayek herî biçûk de, pelên wê jê diweşin ên lê şîn dibin, rêya Heskîfê ya dikeve navbera Êlih û Mêrdînê ye.
Li ser rêya gundê Meymûniyê ya ji Êlihê diçe Heskîfê, bi gul û kulîlkên zer, zor û şîn re gulebûk jî şehiyeke dîtbarî pêşkêşî xwezayê dike. Ji derveyî Heskîfê, li gundê Keverzo ya Êlihê jî, baxçeyên nîsk û fistiqan jî bi heman dîmenan xwe nîşan didin.
BARANÊ GUL Û KULÎLK ZÊDE KIRIN
Yek ji cihên ku herî zêde gulebûk lê şîn dibin, qada bîrên petrole ya li Êlihê ye. Ji ber barîna zêde ya baranê ya îsal gul û kulîlk jî zêde bûn. Bi vê yekê re şênkatiya herî dewlemend a Mezopotamyayê xweza bi rengên gulûgiya xemilandin.
'EV XWEŞKAHÎ TENÊ YA LI SER RÊYAN E’
Gelek welatiyên li ser rêya dinavbera Mîdyat, Heskîf û Êlihê rêwiyetê dikin, dema rastî vê şahiya dîtbar tên, wesayîtên xwe radiwestînin û wênayan dikêşin. Yek ji rêwiyên ku li hemberî vê xweşikiya xwezayê xwe negirt û li ser rêya Midyatê navber da rêwitiya xwe Omer Soysal, diyar kir ku ev kulîlkên di demek kurt a salê de tên dîtin, kulîlkên herî xweşik ên Mezopotamyayê ne. Soysal, da zanîn ku xwezaya Heskîfê ji vê hîn zêdetir xweşiktire û wiha got: “Ev xweşkahî tenê ya li ser rêyan e. Ji bo ku ev xweşkahî tune nebe, em naxwazin ku Heskîf dibin avê de bê hiştin.”