STENBOL - Parlementer Sezgîn Tanrikûlû, diyar kir ku ew bi binpêkirinên mafan ên salên 90’î derbas dikin re, rû bi rû ne û got: “Mûameleya li dijî dayikên li ber girtîgehan dixwazin çalakiya rûniştinê pêk bînin, zext, bi erdê re kaşkirin, mil şikand, dehf dan û bi awayekê bê wijdanî binçavkirin, di tu serdeman de nehatiye kirin.”
Maf û azadiya kesan û binpêkirinên mafên mirovan her roja diçe girantir dibe. Li gorî rapora Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ya sala 2018’an, di warê binpêkirinên mafên mirovan de, piştî Rûsyayê herî zêde li Tirkiyeyê serlêdan tên kirin. Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû ku salên dirêj li Kurdistanê parêzertî kir û serdemekê jî Serokatiya Baroya Amedê bi rêve bir, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên tên jiyîn, salên 1980 û 1990’an jî derbas kirine.
‘REWŞ HÎN ZÊDETIR GIRANE’
Tanrikûlû, anî ziman ku wî di sala 1980’iyan dest bi parêzertiyê kir û wiha axivî: “Min şahidiya binpêkirinên mafan ên di salên 1980 û 1990’î de hatin jiyîn, kir. Di roja me ya îro de binpêkirinên mafên mirovan ên hîn zêde girantir tên jiyîn hene. Binpêkirinên mafan ên tên jiyîn, êdî bi pergalî bûne. Di salên 1980 û 1990’î de cînayetên kiryar ne diyar, windakirin, şewitandina gundan, astengiyên li hemberî fikir û ramanê dihat jiyîn. Niha jî ev binpêkirin, bi awayekê pir girantir dewam dikin. Ji ber ku li gorî min, xwediyê nû yê dewleta kûr a berê AKP ye. Pêkanînên we demê, niha weke pratîk, îdarî berdewam dikin. Niha tabloyek pir girantir heye. Medyaye hîn zêde piranîparêz hebû. Di salên 1980’yan de jî OHAL hebû. Lê medyayê nûçeyên binpêkirinên mafên mirovan serwîs dikirin. Di roja îro de ji sedî 95 meday bûye yek deng û ketiye bin kontrola AKP’ê.”
Tanrikûlû, bal kişand ser sazî û dezgehên civaka sivîl û wiha bilêv kir: “Saziyên civaka sivîl jî di vê derdemê de paş ketine. Berê hîn zêdetir saziyên civaka sivûl ên serbixwe û bi bandor hebûn. Niha di dema OHAL’ê de rêxistinên civaka sivîl ên hatin girtin hene. Zextên mezin li ser rêveberiyên van saziyan hene. Gelek ji wan hatin cezakirin û girtin. Komele hatin girtin. Ji ber vê saziyên civaka sivîl bêbandor kirin. Rêxistinên pişeyî yên dixwazin dengê xwe derxînin jî, dibin zext û êrîşên desthilatdariyê dene.”
‘ME NIKARIN BIPIRSIN’
Tunrikûlû, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dîsan a herî paşketiye daraze. Wê demê jî daraz ne bêalî û serbixwe bû. Lê ne bibû parçeyekê desthilatdariyê. Niha bûye parçeyekê wê. Tu ferq dinavbara Midûrê Giştî yê Rêbejayiyê û Serokatiya Desteya Giştî ya Dozger û Dadgeran de nemaye. Raste rast bi ferman û xwestên desthilatdariyê tevdigere. Dîsa li gorî desthilatdariyê biryaran dide. Parlamentoya niha jî di heman rewşê de ye. Di salên 80 û 90’î de parlamentoyek piranîparêztir hebû. Komîsyona parastina mafê mirovan a parlamentoyê hîn bi bandortir dixebitî. Lê ev komîsyon niha tiştekê nake.”
‘MÛAMELEYA LI DAYIKAN TÊ KIRIN NAYÊ QEBÛL KIRIN’
Tanrikûlû, destnîşan kir ku bi taybetî di demên dawî de bin pêkirinên mafan zêdetir bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Binpêkirinên herî mezin ên di demên dawî de tên kirin, mudaxileyên polîsan ên li dijî dayikan e. Mûameleya li dijî dayikên li ber girtîgehan dixwazin çalakiya rûniştinê pêk bînin, zext, bi erdê re kaşkirin, mil şikand, dehf dan û bi awayekê bê wijdanî binçavkirin, di tu serdeman de nehatiye kirin. Vê hikumetê Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê girtin. Li dijî dayikên zarokên wan di grevên birçîbûnê û rojiya mirinê dene, bêtehemuliyek mezin heye. Bi rojnamegeran re niha bi dehan dayik dibin çavan dene. Ez îdîa dikim ku me serdemek wiha, di wan serdemên derbas bûyî de nejiya. Belê cînayetên kiryar ne diyar hebûn, lê niha jî hene. Di 2 salên dawî de 22 winda hene. Bi taybetî ev bêwijdaniya li dayikan tên kirin, nayê qebûl kirin û ne mimkune ku bê qebûlkirin.”
MA / Ferhat Çelîk