ENQERE – Li Yûsûf Nazik ku weke plansazê teqîna Reyhanliyê dihat darizandin û têkiliyên wî bi MÎT’ê re hebûn, 53 caran cezayê muebeta giran hat birîn
Li Yûsûf Nazik ku weke plankerekî teqîna Reyhanliyê dihat darizandin û têkiliyên wî bi MÎT’ê re hebûn, cezayê muebeta giran lê birîn. Xizmên bersûc Nazîk û xizmên kesên ku di teqîna Reyhanliyê de jiyana xwe ji dest dan tevlî 9'emîn danişîna dozê ya li Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê pêk hat bûn. Bi sucdariya “Xerakirina yekitî û hevgirtina dewletê” û “Bi zanebûn kuştina 52 kesan” kiriye, 53 caran cezayê muebeta giran lê birîn. Di 11’ê gulana 2013’an de li navçeya Reyhanli ya Hatayê êrîşeke bombeyî pêk hatibû û di encama êrîşê de 52 jiyana xwe ji dest dabû. Nazîk jî bi binceta ku vê êrîşê plan kiriye, di 12’ê îlona 2018’an de ji aliyê MÎT’ê ve li bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê hat girtin.
Bersûcê doza Reyhanliyê Nasir Eskîocak ku di 23’ê sibata 2018’an de biryar hat dayîn de diyar kiribû ku bombeyên teqînê ji Yûsûf Nazîk peyda kiriye û lê ji bo teqînê ji aliyê endamên MÎT’ê ve hatiye peywirdarkirin.