QEYSERÎ - Merge Polat a ji 5’ê Cile ve, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bunyan a Qeyseriyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê deye, got; “Em berxwedanê mezin bikin, ji ber ku dawî dê bi heybet be.”
Girtiya binavê Merge Polat a ji 5’ê Cile ve, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bunyan a Qeyseriyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê deye, di hevdîtina telefonê ya haftane de bi malbata xwe re axivî û peyam şand. Polat, di hevdîtinê de got moralê wan başe û bang li hemû kesan kir ku berxwedanê mezin bikin. Polat dûre strana “Nepenî bûn” a aîdê Koma Kizilirmak a Îlkay Akkaya distirîne, got.
Polat piştî stranê, ev peyam da: “Em berxwedanê mezin bikin. Ji ber ku dê dawî bi heybet be. Bi biryardariya hemû rêhevalên xwe, em dibêjin an serkeftin, an serkeftin.”