STENBOL – Malbatên girtiyan ku îro dîsa xwestin, piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di grevê de biçin ber deriyê Girtîgeha Bakirkoyê, rastî mudalxaleya polisan hatin. Polisan destûr neda ku malbat biçin ber deriyê girtîgehê çalakiyê pêk bînin. Malbatan bertek nîşanî polisan da û gotin ku ew ji bo zarokên xwe çalakiyê li dar dixin.
Malbatên girtiyan, dîsa xwestin, piştgiriyê bidin zarokên xwe yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greve, biçin ber derê Girtîgeha Bakirkoyê. Li ser navê Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê Ayfer Koçak û komek welatî jî piştgirî dan malbata. Malbatên ku li tenişta rêya E-5’ê kom bûn, ber bi girtîgehê ve meşiyan. Polisan malbatan da rawestandin û angaşt kir ku bi hinceta çalakiya malbatan qedexe ye destûr neda ku malbat ber bi girtîgehê ve bimeşin.
‘EM JI BO AŞTIYÊ LI VIR IN’
Li ser vê yekê dayikan bi polisan re hevdîtineke kurt kir û diyar kirin ku sedema hebûna wan li vir dengdayîna têkoşîna zarokê wan e. Xizma girtiyekê ji polisan re got ku ew ji bo polis, leşker, aştî, demokrasî û hemû civakê çalakî li dar dixin û dema ku leşker jî dimirin dilê wan dişewite.
Li ser van gotinên dayikan polisan angaşt kir ku bi biryar qeymeqam dê destûr nedin ku bi tu awayî çalakî li dar bixin. Piştî vê astengiya polisan malbat ji çalakiyê veqetiyan.