MÊRSÎN – Platforma Jinan a Mêrsinê û zarokên li Mêrsînê li dijî îstîsmara zarokan çalakî li dar xistin, xwestin wezareza zarokan bê avakirin.
Platforma Jinan a Mêrsînê, li pêş Midûriyeta Bajar a Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ya Mêrsînê kom bûn û li dijî îstîsmara zarokan daxuyanî dan çapemeniyê. Platformê û zarokan di çalakiyê de bal kişandin ser îstîsmara zarokan û pankartên “Îstîsmara zarokan nayê veşartin" û “Nikarin îstîsmara zarokan paşguh bikin" vekirin. Platformê bê navber dirûşmeyên “Faîl bigirin, îstismarê paşguh neke" berz kirin. Li ser navê Platformê Zubeyde Akpinar, li vir axaftin kir û diyar kir ku heta niha tu polîtîkayên ku zarokan biparêzin neketine meriyetê û zagonên ku zarokan biparêzin tune ne. Akpınar, anî ziman ku bûyera Vakfa Ensar ku bû rojeva Tirkiye û nexweşxaneyek cemaweriyê ya li Stenbolê bi îstîsmara zarokan bûn rojev. Em dibînin ku ev rapor tên veşartin. Li Tarsusê li saziya kursa Kuranê ya di bin çavdêriya dewletê de zarok rastî îstîsmara mele hatin. Bersûcê îstîsmarê tên parastin. Ev yek rê li pêş bûyerê îstîsmarê vedikin. Ji ber vê yekê divê Wezareta Zarokan bê avakirin. "