SEMSÛR - Haznî Dogan ê birayê xwe Seyhan Dogan û xizmên xwe winda kirin di danişîna doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de îşkenceya li tabûra eskerî hatiye kirin vegot û wiha got: "Wê demê ji ber dayika min li kurê xwe geriya, eskeran ew binçavkirin û 35 rojan di binçavan de ma."
15'emîn danişîna doza JÎTEM'a Kerboranê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê pêk hat. Doza ku di 30'ê Cotmeha 2014'an de des pê kir, 15 carin danişîn tê dîtin. Danişinê îro jî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê berdewam kir. Di 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê endamên JÎTEM'ê 3 jê zarok 8 kes binçav kiribûn û winda kiribûn. Piştre bi hinceta çawîşê Pispor Bilal Batir agahî daye malbatê ew jî hat windakirin. Têkildarî windakirinê der barê 18 kesên di navde Fermandarê Qereqolê jî heye doz hat vekirin û 5 salin doz didome. Endamên malatê tev li danişînê bûn. Ji bersûcan Fermandarê Komando yê Kerboranê Hurşit Îmren, Fermandarê Qereqola Navendî Mahmut Yılmaz, Çawîşê Pispor ê wê demê Haydar Topcan, Çawîşê Pispor ê we demê Faruk Çatak, bi rêya SEGBİS'ê tev li danişîne bûn. Piştî tespîta nasnameyan Haznî Dogan ku birayê wî Seyhan Dogan û xizmên wî hatin windakirin wekî şahid îfade da. Dogan ku ji dosyayek din li Girtîgeha Tîpaı F a Edirneyê girtî ye,
Dogan, bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Dogan, anî ziman ku şahidê herî nêzîk ê bûyerê ye û wiha got: "Wê demê 11 salî bûm. Li gel vê yekê baş tê bîra min. Rojekê beriya bûyerê, Di 29'ê Cotmehê roja şemiyê bû. Em tev li şahiya cejnê bûn. Roja dîtir saet di 03.00 bi ser mala me de girtin. Seyhan Dogan binçav kirin.
'DI BIN ÇAAN DE ÎŞKENCE KIRIN'
Dogan, diyar kir ku dema birayê wî Seyhan binçavkirin destûr nedan ku cilên xwe jî li xwe bike û wiha got: “Têlên ceyran û telefona me ya malê qut kirin. Li ser me derî klît kirin û birayê min Seyhan birin. Ez wê demê diçûm dibistanê. Birayê min şivan bû. Ji ber birayê min bi şev birin roja din ez çûm çem pez. Serê sibê saet di 08.00’an de li tenişta tabûrê bi maşînê zirxî yên akrep girtibûn. Çawa ez dîtim ez binçav kirim û li min îşkence kirin. Min di maşîna Akrep de birayê xwe Seyhan Dogan dît. Piştre em birin tabûrê. Piştre çavê me girtin û ez birim depoyê ku di bin Tabûrê de bû. Min dengê qerîna mirovan dibihîst. Min fam kir ku em ne tenê ne. Piştre em birin cihê askiyê fîlîstînî. Birayê min bi askıya fîlîstînî vekiribûn. Li tenişta wî Abdulrahman Olcay û xizmên wî hebûn. Kesên îşkence kirin yek jê bejin dirêj û bi rî bû. Yê din jî rû geş û çavê wî rengîn bû. Ez 4 rojan di bin çavan de mam. Dayika min hat birayê min xwest. Piştre li serdozgeriya Komarê ya Kerboranê serledana sûc kir. Cendirmeyan dayika min binçav kirin. Ji ber dayika min 35 rojan di bin çavan de ma. Ez ji hemû berpirsiyarê wê demê tevê dozdar im.
Piştre xizmên windayan diyar kirin ku ew li pey doza xizmên xwe ne û xwest berpirsiyar bên darizandin. Parêzer Erdal Kuzu jî xwest bersûc bên girtin û girtî bên darizandin. Pişt re heyeta dadgehê daxwaza girtina bersûcan red kir û Dîsa nivîs şand ku bersûcên din jî li ser SEGBİS'ê îfade bidin Doz taloqî 30'ê îlonê kirin.