QAMIŞLO - Li Qamîşlo bi hezaran dayik bi Laçikên Spî daketin qadan û piştgirî dan dayikên girtiyên zarokên wan di grevê dene. Bi hezaran dayikan li Qamişlo, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin û xwestin tecrîd bi dawî bibe.
Bi hezaran Dayikên Qamişlo di pêşengiya Kongreya Star de, li qada Qamişlo kom bûn û mîtîng li dar xistin. Bi hezaran dayikên ku bi Laçikên Spî daketin qadê bê navber dirûşmeya li dijî tecrîdê û dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Berxwedan jiyan e" berz kirin. Dayikan li qada mîtîngê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, endamê HDP'ê Nazir Yagiz, Koma li Strasbourgê di grevê de û girtiyên li Girtîgehên li Tirkiye di grevê de ne bilind kirin. Dayikan li vir bi Kurdî û Erebî axaftin kirin û xwestin tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û daxwazên girtiyan û dayikên girtiyan demek beri demekê pek bê. Dayikan li vir xwest edalet pêk bê û demek berî demekê daxwaza dayikan a aştiyê têkeve meriyetê.