Ji Nazim Hikmet heta 14'ê Tîrmehê duh û îroya çalakiyên greva birçîbûnê

  • rojane
  • 11:01 13 Gulan 2019
  • |
img

ENQERE - Li Tirkiye di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojin greva birçîbûnê didome. Li Tirkiye ev rêbaza çalakiyan ne çalakiyek nû ye. Kesên serî li vê rêbaza çalakiyê didin ji ber ku hemû rê û rêbazên lêgerîna mafan ji destê wan tê girtin bi armanca hiqûq, edalet û mafên xwe bixwazin serî li vê rêbaza greva birçîbûnê didin. Li Tirkiye ji salên 1950'an de mirov bi armanca doza mafê xwe bikin serî li vê greva birçîbûnê û rojiya mirinê didin. 

 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdara 2018'an de li Girtîgehatîpa E iya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di demek pir kin de li hemû girtîgehên Tirkiye, Hewler, Germiyan, Mexmûr, Strasbourg, Muller û gelek bajar û welatên din belav bûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di 30'ê Nîsanê de bi tevlêbûna 15 kesan derbasî pêngava rojiya mirinê bû. Niha jî dayik bi Laçikên Spî dadikevin qadan û pêla çalakiya Laçik Spî dest pê kir. Ev çalakî koka xwe ji kurahiya dîroka Tirkiye digire. Çalakiya greva birçîbûnê di Danezana Malta ya sala 1991'an de bi gotina "Kesê ki di aliyê hiş û ehliyetê de bi vîna xwe biryara greva birçîbûnê dabe, di demên diyar de vexwarin û xwarinê red dike" pênase dike. Armanca vê çalakiyê ne mirin e. Armanc bi vê çalakiyê balê bikişîne ser daxwazên jiyana mirovî, demokratîk û azad. Ger ku daxwazên wî pêk bên dest bi çalakiyê berdide. Di danezana Malta de diyar dike ku bi taybetî ji ber rê u rêbazê daxwaza mafan nabîne ji neçarî serî li vê rêbazê dide. Li Tirkiye kes û komên xwedî bîrdoziyên cuda, di demên cuda de bi armanca daxwazên xwe yên yên mirovî û demokratîk bistînin di serdemên cuda de serî li vê rêbazê dane. Ev yek wekî "Kevneşopiya berxwedanê" mohra xwe li dîroka zindanan xistiye.
 
NAZIM HÎKMET: JI BO MECLÎSA GEL ...
 
Yekem car di 'ê Nîsana 1950'an de Helbestvan Nazım Hikmet li Girtîgeha Bursa dest bi greva birçîbûnê kir. Nazim Hikmet, di 28'ê kanûna 1938'an de piştî Dadgeha Eskerî de di dozên Dibistana Herbê û Donanma bi giştî 28 sal û 4 meh cezayê giran lê birî. Hikmet ku 13 salan girtî ma, ji bo dawî li vê bê hiqûqiyê bîne dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.  Hikmet wê deme bi rêya parêzerên xwe armanca xwe wiha gotibû: “Ji bo teceliya heq û heqîqatê ez dest bi grevê dikim. Xemgîn nebe, xwe hêrs neke, di oxira heq û heqîqetê de, ji bo rastkirina bê hiqûqiyê hewce be mirov mirinê jî bide ber çavan xweş e." 
 
3 NIVÎSKARAN PIŞTGIRÎ DA NAZIM
 
Piştî Hikmet dest bi çalakiyê kir 3 nivîskaran Orhan Veli, Oktay Rıfat û Melih Cevdet Anday li Enqereyê 3 rojan piştgirî dan Nazim. 
 
 
CELAL BAYAR: ÇALAKIYA MIN BI TEMAMÎ SIYASÎ YE
 
3'emîn Serokomarê Tirkiye Celal Bayar, di 27'ê Gulana 1960'an de bi sucdariya "îxaneta welat" û "îhlala qanûna bingehîn" hat girtin. Di 30'ê Adara 1963’an de ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Bayar ji bijîşkên ku gotin ev çalakî ne raste re got: “Vê tevgera min nedin ser xwe. Ev ne li dijî we ye. Tevgera min bi temamî siyasî ye." 
 
SALA 1969'AN: 500 GIRTÎ KETIN GREVÊ
 
Di 17'ê Gulana 1969'an de li Girtîgeha Topbaşi ya Stenbolê 500 girtî bi daxwaza "Efoyê" 9 rojan ketin greva birçîbûnê. 
 
3 FÎDAN JÎ KETIN GREVÊ
 
Di 18'ê Nîsana 1972'an de li Girtîgeha Eskerî ya Mamakê  pêşengên Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiye (THK-O) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyin Înan, bi armanca pêkanînên li dijî mirovahiyê û îşkenceyê şermezar bikin li dijî guhertinên qanûna 1961'an dest bi rojiya mirinê kirin. 3 fîdanên bi gotina "Em dizanin ev tevgera me hemû xerabiyan bi dawî nake. Lê em li gelê xwe û mafê wî li hucreyên girtîgehê xwedî derkevin û ji bo wî biparêzin tenê tevgera me wê berdewamiya rojiya mirinê be" ketin grevê çalakiya wan 12 rojan berdewam kir. 
 
PIŞTÎ SALÊN 1980 ZEXT Û ÎŞKENCE ZÊDE BÛ
 
Di tebaxa 1980'an de li Girtîgeha Eskerî ya Davutpaşa girtiyan bi armanca îşkence û muameleya xerab şermezar bikin 9 rojan ketin greva birçîbûnê. 
 
ÇALAKIYA MEZIN A ROJIYA MIRINÊ 14'Ê TÎRMEHÊ: BI QASÎ EM DI OXIRA WÊ DE BIMIRIN EM JI JIYANÊ HEZ DIKIN
 
Piştî darbeya eskerî ya 1980'ê li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê zext û îşkenceya li ser girtiyên siyasî pir dijwar bû. Girtiyên siyasî yên kurd yekem car di sala 1981'an de serî li çalakiya rojiya mirinê dan. Çalakiya rojiya mirinê di pêşengiya Pêşengên PKK'ê Kemal Pîr û Hayri Durmuş de dest pê kir. Çalakiya wan 43 rojan berdewam kir. Piştî daxwaza wan hat qebûlkirin dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî zext dîsa dest pê kir vê carê di 14'ê tîrmeha 1982'an de dest bi "Berxwedana Rojiya Mezin a Mirinê" kirin. Pêşengên çalakiyê Hayrî Durmuş, bi gotina “Ez ji bo van polîtîkayên we yên hovane û li dijî mirovahiyê şermezar bikim ji niha de dest bi rojiya mirinê dikim. Ger ku mirina min ji hevalên min û gelê min re bi fêde be ez ji vê yekê kefxweş im. Ez nikarim bêjim ez hemû zanebûn û beceriyên xwe dixim xizmeta gelêxwe. Ji ber vê yekê li ser gora min nivîsa ‘Li hemberî gelê xwe deyndar mir" binivîsin. Çalakger Kemal Pîr ji bi gotina "Bi qasî ez di oxira wê de bimirin ez ji jiyanê hez dikim" bal kişand ser armanca çalakiya xwe û di roja 55’an de jiyana xwe ji dest da. Kemal Pir, di dîroka çalakiya Rojiya Mirinê ya Tirkiye de bû kesê yekem yê jiyana xwe ji dest da. Di 14'ê Tîrmeha 1982'an Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin de Kemal Pir di 7'ê İlona 1982'an de, Mehmet Hayrî Durmuş di 12'ê Îlona 1982,  Akif Yilmaz di 15'ê Îlona 1982, Alî Çîçek jî di 17'ê Îlona 1982'an de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di 1984'an de li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê de Orhan Keskin û Cemal Arat ku ji doza Rêya Şoreşê dihatin darizandin, li dijî îşkence û muameleya li dijî mirovahiyê dest bi çalakiyê kirin û di roja 54'an de jiyana xwe ji dest dan. 
 
LI DIJÎ CILÊN YEK TÎP 
 
Di 11'ê Nîsana 1984'an de girtiyên ji doza Yekîtiya Komîstên Îhtîlala Tirkiye (TÎKB) û Çepê Şoreşger li Girtîgehên Metris û Sagmalcilarê, li dijî cilên yek tîp tek û îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kirin. 400 girtiyan di roja  45’an de dest bi rojiya mirinê kirin. Di roja 60’emîn û 70’emîn a çalakiyê de Abdullah Meral, Haydar Başbag, M. Fatih Oktulmuş, Hasan Telcî jiyana xwe ji dest dan. Greva birçibunê piştî daxwaza wan pek hat di di sibata 1986'an de bi dawi bû. 
 
LI DIJÎ TÎPA HUCER ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Di 27'ê Nîsana 1989’an de Li Girtîgeha Tîpa E ya Nazillî, 33 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Di 29'ê Hezîrana 1989'an de piştî tîpa "Hucre" ket meriyetê, Li Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskişehirê 280 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Wezareta Dadê di roja 34’an de Girtî sewqi Girtîgeha Nazilli û Aydinê kirin. Girtiyên bi lêdan û îşkenceyê li rîngan suar kirin û sirgûn kirin, ji girtiyên PKK'ê Mehmet Yalçinkaya û Huseyin Husnu Eroglu di 2'ê Tebaxa 1989'an de jiyana xwe ji dest dan. 
 
NIVÎSKAR KETIN GREVÊ 
 
Di 15'ê Tebaxa 1989'an de Nivîskar û rewşenbir Aziz Nesin, Mina Urgan, Rasîh Nurî Îlerî, Mehmet Alî Aybar û Emil Galip Sandalci, bi armanca piştgiriyê bidin çalakgerên li Girtîgeha Aydin û Eskişehirê li Otela Pera Palas 2 rojan ketin greva birçîbûnê. 
 
DI SALA 1991’AN DE LI ESKÎŞEHÎRÊ HUCRE RAKIRIN
 
Di sala 1991'an de li gelek girtîgehan li dijî hucreyê gelek girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî çalakî hat sinorê mirinê, Wezîrê Dadê Seyfi Oktay Wezîrê Dewletê yê ji Mafên Mirovan berpirsiyar Mehmet Kahraman Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskişehirê girtin. Di salên 1991-1995'an de dîsa ji bo şert û mercên xerab û muameleyên xerab bi dawî bibe li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê berdewam kir. 
 
DI SALA 1996'AN RE ROJIYA MIRINÊ Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Di sala 1996'an de piştî wezîrê Dadê Mehmet Agar "Giştînameya Gulanê" derxist, girtiyan bi armanca girtîgehên ku wekî "darbest" pênase dike şermezar bikin li gelek girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ji doza MLKP, TKP/ML, TİKB, TKP(ML), Ekîm, TKEP-Leninist, Direniş Hareketi û DHKP/C bi armanca vê pergalê şermezar bikin di 20'ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. 
Di vê çalakiya ku 2 hezar û 174 girtî ketin greva birçîbûnê. 355 girtî jî ketin rojiya mirinê. Di vê çalakiyê de Aygun Ugur, A. Berdan Kerimgiller, Îlginç Ozkeskin, Huseyin Demircîoglu, Alî Ayata, Mujdat Yanat, A. Îdîl Erkmen, Tahsîn Yilmaz, Yemliha Kaya, Hîcabî Kuçuk, Osman Akgun, Hayatî Can jiyana xwe ji dest dan. Piştî girtiyan jiyana xwe ji dest da Agar îstîfa kir û li şûna wî Şevket Kazan hat ser kar û di roja 69'an de daxwazên girtiyan  qebûl kir. Piştre çalakî bi dawî bûn. 
 
ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TÎPA F 
 
Piştî Wezîrê Dadê Tîpa F ava kir, girtiyên siyasi yên çepgir ên rêxistinên DHKP/C, TKİP, TKP(ML), bi armanca vê pergalê şermezar bikin di 20'ê Cotmeha 2000'an de li 18 girtîgehên Tirkiye  dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
865 girtî ketin çalakiyê. Di 19'ê Kanûna 2000'an de dewletê mudaxale kir. Du mudaxaleyê de 30 girtî û 3 keskeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ 10 HEZAR KETIN GREVÊ 
 
Di 12'ê Îlona 2012'an de girtiyên PKK'ê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dest bi greva birçêbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakiya bi 10 kesan dest pê kir, bi 10 hezar girtiyan berdewam kir. Piştî roja 68'an Mehmet Ocalan çû Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest girtî dest ji grevê berdin. Piştî vê yekê heyet çûn Îmraliyê û pêvajoya çareseriyê dest pê kir. 
 
 
MA / Diren Yurtsever
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/05/2019
12:15 Pena Kurd Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir
12:14 Nurcan a 3 salî ev 2 rojin windaye
12:03 Dadgehê doza Rojnameger Fatîh Polat taloq kir
11:52 Rêxistinên civakî 301 karker bibîr anîn: Edalet di bin hezazê de ma
11:46 Ji bo ‘rewşa perwerdê’ ya dayikên hatin binçavkirin weke ‘nezan’ li girtekan nivîsandin
11:27 Di mehekê de 18 cenaze hatin dîtin
11:13 ‘Ji salên 1990’î ve min tiştekî wiha nedît’
11:11 'Divê hemû kes bibin şerkerê zimanê xwe yê zikmakî’
10:53 ‘Bila Wazareta Tenduristiyê hekîm û rêxistinên tenduristiyê bi hevre bixebitin'
10:39 Dadgeriya înfazê hevdîtina parêzeran a girtiyê 160 rojin di greva birçîbûnê deye, bi sînor kir
10:17 Cizîrî: Netew bi ziman dibe xwedî nasname
10:16 Ji MNG Kargoyê peyameke sosret: Tiştê we şand teslîmî HDP PKK’ê bûye
10:16 Kesên li Esenyûrtê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
10:07 Çîroka ciwanê qeyûm ji kar avêt û bû sedam ku întîxar bike!
09:19 Ey xweşika şevê LEYL!
09:17 Dîmenên gulebûkan
09:12 ‘Belgefîlm paceya li rastiyan ve dibe ye’
09:08 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em xwedî zarokên xwe derkevin
09:06 Tanrikûlû: Em bi binpêkirinên mafan ên salî 90’î derbas kirin re rû bi rû ne
09:04 Gundiyan ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe firotin
09:02 Komeleya Lêkolîna Kurdî di Roja Cejna Zimanê Kurdî de 16 mamosteyên kurdî mezûn dike
09:01 Li Girtîgeha Baybûrt’ê bi hincetên biçûk înfaza girtiyan dişewitînin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2019'AN
08:28 Berxwedana Guven di roja 188'an û rojiya mirinê ya koma 1'emîn jî di roja 15'an de didomin
13/05/2019
22:15 Li Geverê, di êrîşa li dijî baregeha eskerî de leşker mir
21:42 Malbatên girtiyan dîsa di bin dorpêça polîsan de li dijî tecrîdê li qada Esenyurtê çalakiya rûniştinê li dar xistin
20:03 26 kesên îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan
16:48 Ji bo dayikên Bakirkoyê daxwaza girtinê
16:28 Şaredariya Yenîşehîrê 12 kesên ku qeyûm ‘nelirê’ girtibû kar, ji kar derxistin
16:13 Li plansazê teqîna Reyhanliyê Nazîk 53 caran cezayê muebeta giran birîn
15:51 ‘Erka Wezareta Derdorê parastina Sûran e'
15:21 Polat a 129 rojin di greva birçîbûnê deye: Dê dawî bi heybet be
15:14 Dayik: Îro hûn deng nedin me, sibê kes deng nade we
14:43 Ligel astengiyan jî li ber Girtîgeha Gebze rûniştin
14:42 Em ji bo we jî li vir in!
14:27 'Bila wezareta zarokan bê avakirin'
14:19 Parêzer ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin, serlêdan kirin
14:17 Li bendêye ku dayik û rojnamegerên dibin çavan de derxin edliyê
14:05 Dogan: Ji ber dayika min li kurê xwe geriya 35 rojan binçav kirin
13:07 Olûç: Ma gotina ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bike’ pir zor e?
13:07 Li Êlihê Laçikên Spî bi daran ve girêdan
12:57 Li Sîlopiyê teqîn: 1 jê giran 3 cerdevan birîndar bûn
12:46 Li Idlibê peyama 'operasyona' li dijî Tirkiye: Ji axa Sûriye derkeve
12:20 Bi hezaran Dayikên Qamîşlo piştgirî dan dayikên girtiyan
11:34 Salih Muslum: Heke rêzê nîşanî daxwaza Ocalan bidin, em ê hêj hêsantir li hev bikin
11:01 Ji Nazim Hikmet heta 14'ê Tîrmehê duh û îroya çalakiyên greva birçîbûnê
09:33 Mihrîcana FîlmAmed bi ‘Her Malek Dibistanek’ bi dawî bû
09:14 Berxwedana Leyla Guven di roja 187'emîn de didome
Rojiya Mirinê ya koma 1'emîn di roja 14'an de didome
09:13 Li Girtîgeha Tarsûsê rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de nebaş e!
09:12 ‘Wê dîrok kesên bêdeng dimînin efû neke'
09:11 Esnafên bazarê: Fiyetên zebze û fêkiyan û fiyetên zêran ketine ber hev
09:10 Bayhan ê di rojiya mirinê de: Bi qasî pêdiviya me bi azadiya Rêberê me heye, pêdiviya wî bi me tune ye
09:09 Xwendekarên Lêkolîna Kurdî: Xwedî li zimanê xwe derkevin
09:08 Dengbêj Necîbe klamên xwe ji bo Guven distirîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2019'AN
12/05/2019
20:46 Temellî li konê fitarê fitirî
20:14 Ji bo Leyla Guven rê li ber wesayîtan girtin
18:24 Serokê Baroya Amedê Aydin: Ji bo dayik êşê nekişînin em li gel wan in
17:03 Di Roja Dayikan de li qadan qîriyan: Vê qîrînê bibihîsin
16:29 Temellî: Em hemû hêzên demokrasiyê bibin yek em dikarin rê vekin
16:15 Dayikên li Gebzê di nobetê dene: Ev 10 salin Roja Dayikan pîroz nakim
16:14 Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Nisêbînê hat îlankirin
15:43 Li Mêrsînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
15:28 Xizmên windayan ên Arjantîn, Stenbol, Amed û Şirnexê li Stenbolê gihiştin hev
15:13 Dayik ji bo zarokên xwe bi qûrnefîlan ber bi Girtîgehê ve meşiyan
14:36 Ji Guven peyama Roja Dayikan: Pêkanîna aştiyek birûmet bila soza me ya ji bo wan be
14:25 RTUK'ê herî zêde ceza li Fox TV û Halk TV birî
13:59 Wezîr Soylû: Aşkere dibêjim wê şaredariyên HDP'ê nemînin
13:31 Sebîha Temîzkan bi peyamekê Roja Dayikan pîroz kir
12:25 Dayikên girtiyan: Xelata herî xweş azadiya girtiyan e
11:57 Bi boneya Roja Dayikan otobusên mor ji bo jinan belaşe
11:21 Parazvana mafê jinan û Rojnameger Mîna Mangol li Afganîstanê kuştin
10:37 Dozger biryar da: Srûda 'Herne Pêş' ne sûc e
10:25 Çalakgerên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê: Serkeftina mezin nêzîk e
10:16 ‘Çi dema ku em bibin dengê dayikan, dê wê demê Roja Dayikan bi weta bibe’
10:11 Mihrîcana Film Amed bi fîlmên nû didome
09:43 Serçawişek li Dersimê di pêvçûnê de mir
09:42 Hacay Yılmaz: Pîneyê vê pergalê bi komkujiya Soma vebû
09:29 Tora fûhûşê ya dema qeyûm: Aresteyeke bi zanebûne
09:15 Wezîrê berê Gunay: Dibe hilbijêrên AKP'ê dengê xwe bidin CHP'ê
09:14 ‘Diyariya herî xweş qebûlkirina daxwaza zarokên me ye'
09:13 Benek: Ocalan, avakar û temînata aştiyê ye
09:09 Huseyîn Aydin ê di greva birçîbûnê de: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
09:08 Aydin ê di greva birçîbûnê de 23 kîlo winda kiriye
09:06 Kes ji rewşa heyî nerazî ye: Heqê me ye, çimkî me deng da AKP'ê
09:05 Okûdûcû yê 127 roj in di grevê de ye: Heta em encam bistînin wê çalakiya me bidome
09:03 Faîk Bûlût: Ocalan, hem tewsiyeyê li HSD'ê hem jî li Tirkiyeyê dike
09:02 ROJEVA 12'Ê GULANA 2019'AN
08:13 Berxwedana Leyla Guven di roja 186'emîn de dewam dike
11/05/2019
18:44 NÇM'ê Hozan Mizgîn bibîr anî
16:25 Qulûb danîn pêş Şaredariya Geverê û polîs lê bi cih kirin
15:56 Li Şirnexê hezan: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
15:55 Akademîseyanê Aştiyê Tuna Altinel hat girtin
15:49 Dayikên ku negihiştin zarokên xwe bibîr anîn: Emê şopdarên tekoşîna we bin
15:30 'Roja dayikan e, lê tişta ku tînin serê dayikên girtiyan li holê ye’
15:25 Serdozgeriyê serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
15:19 Xizmên girtiyan li Amed û Stenbolê li qadan bûn
14:49 ‘Roja bêhiqûqî biqede em ê Roja Dayikan pîroz bikin’
14:27 Dayikên Aştiyê yên Îranî: Heta Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
14:26 Malbatên li Gebzeyê: Kes nikare me asteng bike