EDENE – Fecriye Benek ku li Girtîgeha Baybûrtê 74 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Wê dîrok kesên bêdeng dimînin efû neke. Çimkî berxwedana me bi qasî tîrêjên rojê sotîner û wefdar in."
Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, Fecriye Benek 74 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Benek, bi rêya malbata xwe peyamek şand û diyar kir ku li Girtîgeha Baybûrtê tevî wê 18 kes di greva birçîbûnê de ne.
‘BI HEZARAN HEVRÊYÊ ME LI BER XWE DIDIN'
Benek, destnîşan kir ku di berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kir de, li girtîgehan bi hezaran hevrêyên wê cih girtiye û her wiha li derve jî bi hezaran hevalên wan di vê berxwedanê de cihê xwe girtiye. Benek, got: "Bi vî awayî tevahiya cîhanê dibe şahidê kevneşopiya berxwedan Kemal Pîran. Berxwedan, ruhê destana me ya fedayî û heqîqet jî kabeya heqîqeta me ye. Hevrêyên me di 30'yê Nîsanê de bi pêngava rojiya mirinê ev berxwedan derxistin asta herî jor."
‘OCALAN, HAFIZEYA ZINDÎ YA CIVAKÊ YE'
Benek, destnîşan kir ku berxwedana wan li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Tecrîda li ser Rêber Apo, li ser tevahiya gelê me ye. Rêber Apo, heqîqet e. Em dixwazin ev feraset biherike ruhê civakê. Berxwedana heyî, hêza biryardayîna me ya heyî nîşan dide."
'18 GIRTÎ LI BER XWE DIDIN'
Benek, bal kişand ser hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re jî û got: "Lê belê ev daxwaza me pêk nayne. Heta tecrîda bi temamî bi dawî nebe, em girtiyên jin ên di Girtîgeha Baybûrtê de em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Li Girtîgeha Baybûrtê, Delîla Rojekman, Fatma Yildirim, Sevgî Akagunduz ji 5'ê Çileyê ve; Serfiraz Demîrer, Tûgba Can, Zenep Topçû ji 20'ê Çileyê ve; Zeynep Erdem ji 15'ê Sibatê ve; Neslîhan Çetîn, Berîvan Gurhan, Yuksel Yaşar, Nûdem Dûrak, Gamze Yîgîtel, Gulsum Koç, Yaprak Orûç, Sevda Arcan, Gamze Demîrbaş û Ayfer Balig jî ji 1'ê Adarê ve di greva bêdem û nedorveger de ne. Peyama me ev; Wê dîrok kesên bêdeng dimînin efû neke. Çimkî berxwedana me bi qasî tîrêjên rojê sotîner û wefdar in."