* Esnafên bazarê diyar kirin ku meha di meha Remezanê de jî kar tune ye û got: "Fiyetên zbze û fêkiyan û fiyetên zêran ketine ber hev."
* Yek jî berdewamkarên kevneşopiya dengbêjiyê Necîbe Akgol, li malên ku lê dibe mêvan klamên xwe ji bo Leyla Guven distrîne. Akgol, diyar kir ku ew feryad û îsyanên gelê Kurd dijîn, tîne ziman û got: “Hinek dikin wêne û bi nivîsandina helbestan vedibêjin. Ez jî, bi klamên xwe tînim ziman.”
* Xwendekarên Komeleya Lêkolînên Kurdî, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Roja Zimanê Kurdî bal kişandin ser zimane kurdî û bang li kurdan kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Xwendekaran di heman demê de ev tişt got: “Bila hemû sazî û komeleyên kurdan karê xwe yê rojane bi kurdî bikin.”
* Fecriye Benek ku li Girtîgeha Baybûrtê 74 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Wê dîrok kesên bêdeng dimînin efû neke. Çimkî berxwedana me bi qasî tîrêjên rojê sotîner û wefdar in."
* Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xirab e.
* Çalakgerê Rojiya Mirinê Zekî Bayhan ê di 10'ê Gulanê de dest bi Rojiya mirinê kir diyar kir ku ew roji bi roj ji bo jiyanek azad û bi rûmet bedena xwe dihilînin û wiha got. "Em dest ji rêwîtiya jiyana azad û bi rumet bernadin. Em bang li her kesî dikin ku bibin şirîkê cesareta dayikan. Zêdetir pêdiviya me ji Rêber Apo heye. Pêdiviya me gelê Kurd, Tirk, Ereb jin, ciwan, bindestan û hemû kesên jiyana azad dixwazin heye."
* 15'emîn danişîna doza JÎTEM'a Kerboranê wê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê bên dîtin.
* Dayikên ku zarokên wan girti û di greva birçîbûnê de bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe û tecrîdê wê çalakiyên xwe yên nobetê li ber girtîgeha Tîpa L a Bakirkoy, Girtigeha Tîpa M a Gebze, Qada Esenyurtê, Parka Koşuyolu ya Amedê, Parka Înonu ya Edene û gelek qadên din çalakiyen xwe berdewam bikin. (12.00-19.00)