Di Roja Dayikan de li qadan qîriyan: Vê qîrînê bibihîsin

  • rojane
  • 17:03 12 Gulan 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikan girtiyan, bi boneya Roja Dayikan, li Şirnex, Îzmîr, Edene, Mêrdînê û gelek bajarên din, daketin qadan û gotin: "Êdî bese, bila dayik negirîn. Vê qîrînê bibihîsin. Daxwazên zarokên me pêk bînin."

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê dayikên girtiyên  ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi wesîleya Roja Dayikan daxuyanî dan û rê girtin.  Hevşaredara HDP’ê Songul Erden jî tevlî daxuyaniyê bû.
 
Dayika girtiyekê Xanê Babat di daxuyaniyê de axivî û got: “Em dixwazin ev tecrîd rabe û em zarokên xwe hembêz bikin.”
 
Dayikan piştre bi çepik û tilîliyan rê girtin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
 
MÊRDÎN
 
Li navçeya Qosera Mêrdînê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan li Qada Azadiyê li hev kom bûn. Parlementerê HDP’ê Tûma Çelîk û gelek endamên HDP’ê tevlî çalakiyê bûn. Dayik bi qurnefîlan meşiyan û slogana ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Jinan qûrnefîl ki dayikan belav kirin û xwestin hemû kes piştgiriyê dibin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
Beriya belavkirina qerenfîlan Palamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk axaftinek kurt kir. Tuma, di çarçoveya 12’ê Gûlanê de roja hemû dayikan pîroz kir û wiha got: “Em naxwazin şer hebe û rondikên çavên dayikan birijînin. Ji ber vê jî em soz didin ku em ê tim li gel dayikan bin. Ev şer û êş bila bi dawî bibe. Dayik bi tenê azadî û aramiyê dixwazin.”
 
Meş û çalakiya dayikan li ber avahiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên Qoserê bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR
 
Li Îzmîrê jî, jin bi pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê hatin ba hev û derbarê Roja Dayikan de daxuyanî dan. Dayikan di daxuyaniyê de gotin: "Em roja dayikan pîroz nakin, em dixwazin zarokên me bijîn." Dayika Aştiyê Abîde Bayram got ku “Heta ku ev tecrîd ranebe em ê roja dayikan pîroz nekin.”
 
Çalakî bi tilîî û berzkirina dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 
 
RIHA
 
Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan xizmên girtiyan li Rêxistina HDP’ê ya Rihayê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja 2’an de didome. Dayik û xizmên girtiyan bi slogana ‘Bijî berxwedana zindanan’ ji avahiya HDP’ê heta Qada Ahmet Bahçivan meşiyan.
 
Piştî daxuyaniya li vê derê girse dîsa bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ vegeriyan avahiya HDP’ê.
 
EDENE 
 
Li Edenê jî, ji bo dayikên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, gul hatin dayin. Girseya ku li avahiya HDP'ê ya Edenê kom bibû, xwest derbasî Parka Îsmet Înonu bibe. Lê polîsan deriyê avahiyê girtin û destûr nedain girse derkeve derve. Ligel hemû astengiyên polîsan jî, girse derbasî parkê bû û daxuyanî da çepmeniyê. Di daxuyaniyê de dayik axivîn û gotin: "Di van rojên xweş de, em li benda agahiyên xweşin. Di van rojên xweş de heqaret li me tê kirin. Bi hezaran girtî li ber xwe didin û em naxwain kes jiyana xwe ji dest bide. Tecrîd rakin û bila êdî zarok nemirin."    
 
Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan derbasî avahiya HDP'ê bû. 
 
DILOK
 
Li Dîlokê jî, dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê dene, ji bo piştgiriya zarokên xwe hatin gelhev. Hevdîtin li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Şahînbey hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Di hevdîtinê Hevseroka HDP'ê Sûltan Bayindir, çîçek da dayika Ayten Beçet a di 23'yê Adarê de, ji bo şermezar kirina tecrîda li Îmraliyê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da Fatma Beçet û roja wê ya dayikan pîroz kir.  
 
ŞIRNEX 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de jî, li navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya li Cizîrê, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê pêk hat û dayikên laçik spî wêneyên girtiyan hilgirtin. Hevşaredarên HDP'ê yên Navçeya Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû qûrnefîl li dayikan belav kirin û roja dayikan pîroz kirin. Piştî daxuyaniya hat dayîn dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berz kirin. 
 
Li navçeya Sîlopî jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn û piştî daxuyaniyê dayik heya ber mala Taybet Înan (Dayika Taybet) a di dema qedexeyan de hat kuştin û bi rojan cenazeyê wê li erdê ma, meşiyan. Dayikên ligel berzkirina tilîlî û dirûşmeyan gehiştin ber mala Dayika Taybet, malbata ziyaret kirin. 
 
Dayikan dûre goristan ziyarat kirin û dawî li bernameya xwe anî. 

Sernavên din

14/05/2019
12:15 Pena Kurd Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir
12:14 Nurcan a 3 salî ev 2 rojin windaye
12:03 Dadgehê doza Rojnameger Fatîh Polat taloq kir
11:52 Rêxistinên civakî 301 karker bibîr anîn: Edalet di bin hezazê de ma
11:46 Ji bo ‘rewşa perwerdê’ ya dayikên hatin binçavkirin weke ‘nezan’ li girtekan nivîsandin
11:27 Di mehekê de 18 cenaze hatin dîtin
11:13 ‘Ji salên 1990’î ve min tiştekî wiha nedît’
11:11 'Divê hemû kes bibin şerkerê zimanê xwe yê zikmakî’
10:53 ‘Bila Wazareta Tenduristiyê hekîm û rêxistinên tenduristiyê bi hevre bixebitin'
10:39 Dadgeriya înfazê hevdîtina parêzeran a girtiyê 160 rojin di greva birçîbûnê deye, bi sînor kir
10:17 Cizîrî: Netew bi ziman dibe xwedî nasname
10:16 Ji MNG Kargoyê peyameke sosret: Tiştê we şand teslîmî HDP PKK’ê bûye
10:16 Kesên li Esenyûrtê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
10:07 Çîroka ciwanê qeyûm ji kar avêt û bû sedam ku întîxar bike!
09:19 Ey xweşika şevê LEYL!
09:17 Dîmenên gulebûkan
09:12 ‘Belgefîlm paceya li rastiyan ve dibe ye’
09:08 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em xwedî zarokên xwe derkevin
09:06 Tanrikûlû: Em bi binpêkirinên mafan ên salî 90’î derbas kirin re rû bi rû ne
09:04 Gundiyan ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe firotin
09:02 Komeleya Lêkolîna Kurdî di Roja Cejna Zimanê Kurdî de 16 mamosteyên kurdî mezûn dike
09:01 Li Girtîgeha Baybûrt’ê bi hincetên biçûk înfaza girtiyan dişewitînin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2019'AN
08:28 Berxwedana Guven di roja 188'an û rojiya mirinê ya koma 1'emîn jî di roja 15'an de didomin
13/05/2019
22:15 Li Geverê, di êrîşa li dijî baregeha eskerî de leşker mir
21:42 Malbatên girtiyan dîsa di bin dorpêça polîsan de li dijî tecrîdê li qada Esenyurtê çalakiya rûniştinê li dar xistin
20:03 26 kesên îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan
16:48 Ji bo dayikên Bakirkoyê daxwaza girtinê
16:28 Şaredariya Yenîşehîrê 12 kesên ku qeyûm ‘nelirê’ girtibû kar, ji kar derxistin
16:13 Li plansazê teqîna Reyhanliyê Nazîk 53 caran cezayê muebeta giran birîn
15:51 ‘Erka Wezareta Derdorê parastina Sûran e'
15:21 Polat a 129 rojin di greva birçîbûnê deye: Dê dawî bi heybet be
15:14 Dayik: Îro hûn deng nedin me, sibê kes deng nade we
14:43 Ligel astengiyan jî li ber Girtîgeha Gebze rûniştin
14:42 Em ji bo we jî li vir in!
14:27 'Bila wezareta zarokan bê avakirin'
14:19 Parêzer ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin, serlêdan kirin
14:17 Li bendêye ku dayik û rojnamegerên dibin çavan de derxin edliyê
14:05 Dogan: Ji ber dayika min li kurê xwe geriya 35 rojan binçav kirin
13:07 Olûç: Ma gotina ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bike’ pir zor e?
13:07 Li Êlihê Laçikên Spî bi daran ve girêdan
12:57 Li Sîlopiyê teqîn: 1 jê giran 3 cerdevan birîndar bûn
12:46 Li Idlibê peyama 'operasyona' li dijî Tirkiye: Ji axa Sûriye derkeve
12:20 Bi hezaran Dayikên Qamîşlo piştgirî dan dayikên girtiyan
11:34 Salih Muslum: Heke rêzê nîşanî daxwaza Ocalan bidin, em ê hêj hêsantir li hev bikin
11:01 Ji Nazim Hikmet heta 14'ê Tîrmehê duh û îroya çalakiyên greva birçîbûnê
09:33 Mihrîcana FîlmAmed bi ‘Her Malek Dibistanek’ bi dawî bû
09:14 Berxwedana Leyla Guven di roja 187'emîn de didome
Rojiya Mirinê ya koma 1'emîn di roja 14'an de didome
09:13 Li Girtîgeha Tarsûsê rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de nebaş e!
09:12 ‘Wê dîrok kesên bêdeng dimînin efû neke'
09:11 Esnafên bazarê: Fiyetên zebze û fêkiyan û fiyetên zêran ketine ber hev
09:10 Bayhan ê di rojiya mirinê de: Bi qasî pêdiviya me bi azadiya Rêberê me heye, pêdiviya wî bi me tune ye
09:09 Xwendekarên Lêkolîna Kurdî: Xwedî li zimanê xwe derkevin
09:08 Dengbêj Necîbe klamên xwe ji bo Guven distirîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2019'AN
12/05/2019
20:46 Temellî li konê fitarê fitirî
20:14 Ji bo Leyla Guven rê li ber wesayîtan girtin
18:24 Serokê Baroya Amedê Aydin: Ji bo dayik êşê nekişînin em li gel wan in
17:03 Di Roja Dayikan de li qadan qîriyan: Vê qîrînê bibihîsin
16:29 Temellî: Em hemû hêzên demokrasiyê bibin yek em dikarin rê vekin
16:15 Dayikên li Gebzê di nobetê dene: Ev 10 salin Roja Dayikan pîroz nakim
16:14 Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Nisêbînê hat îlankirin
15:43 Li Mêrsînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
15:28 Xizmên windayan ên Arjantîn, Stenbol, Amed û Şirnexê li Stenbolê gihiştin hev
15:13 Dayik ji bo zarokên xwe bi qûrnefîlan ber bi Girtîgehê ve meşiyan
14:36 Ji Guven peyama Roja Dayikan: Pêkanîna aştiyek birûmet bila soza me ya ji bo wan be
14:25 RTUK'ê herî zêde ceza li Fox TV û Halk TV birî
13:59 Wezîr Soylû: Aşkere dibêjim wê şaredariyên HDP'ê nemînin
13:31 Sebîha Temîzkan bi peyamekê Roja Dayikan pîroz kir
12:25 Dayikên girtiyan: Xelata herî xweş azadiya girtiyan e
11:57 Bi boneya Roja Dayikan otobusên mor ji bo jinan belaşe
11:21 Parazvana mafê jinan û Rojnameger Mîna Mangol li Afganîstanê kuştin
10:37 Dozger biryar da: Srûda 'Herne Pêş' ne sûc e
10:25 Çalakgerên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê: Serkeftina mezin nêzîk e
10:16 ‘Çi dema ku em bibin dengê dayikan, dê wê demê Roja Dayikan bi weta bibe’
10:11 Mihrîcana Film Amed bi fîlmên nû didome
09:43 Serçawişek li Dersimê di pêvçûnê de mir
09:42 Hacay Yılmaz: Pîneyê vê pergalê bi komkujiya Soma vebû
09:29 Tora fûhûşê ya dema qeyûm: Aresteyeke bi zanebûne
09:15 Wezîrê berê Gunay: Dibe hilbijêrên AKP'ê dengê xwe bidin CHP'ê
09:14 ‘Diyariya herî xweş qebûlkirina daxwaza zarokên me ye'
09:13 Benek: Ocalan, avakar û temînata aştiyê ye
09:09 Huseyîn Aydin ê di greva birçîbûnê de: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
09:08 Aydin ê di greva birçîbûnê de 23 kîlo winda kiriye
09:06 Kes ji rewşa heyî nerazî ye: Heqê me ye, çimkî me deng da AKP'ê
09:05 Okûdûcû yê 127 roj in di grevê de ye: Heta em encam bistînin wê çalakiya me bidome
09:03 Faîk Bûlût: Ocalan, hem tewsiyeyê li HSD'ê hem jî li Tirkiyeyê dike
09:02 ROJEVA 12'Ê GULANA 2019'AN
08:13 Berxwedana Leyla Guven di roja 186'emîn de dewam dike
11/05/2019
18:44 NÇM'ê Hozan Mizgîn bibîr anî
16:25 Qulûb danîn pêş Şaredariya Geverê û polîs lê bi cih kirin
15:56 Li Şirnexê hezan: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
15:55 Akademîseyanê Aştiyê Tuna Altinel hat girtin
15:49 Dayikên ku negihiştin zarokên xwe bibîr anîn: Emê şopdarên tekoşîna we bin
15:30 'Roja dayikan e, lê tişta ku tînin serê dayikên girtiyan li holê ye’
15:25 Serdozgeriyê serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
15:19 Xizmên girtiyan li Amed û Stenbolê li qadan bûn
14:49 ‘Roja bêhiqûqî biqede em ê Roja Dayikan pîroz bikin’
14:27 Dayikên Aştiyê yên Îranî: Heta Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
14:26 Malbatên li Gebzeyê: Kes nikare me asteng bike