AMED - Leyla Guven, bi boneya Roja Dayikan peyamek weşand û got: "Bila tu kes bi gotinên dilşewat ên li dijî tundiya li dayikên Kurd tên kirin, wijdanê xwe rehet neke. Pêkanîna aştiyek birûmet bila soza me ya ji bo wan be."
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 186 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye , bi boneya Roja Dayikan peyamek weşand. Peyama Guven a ji bo Roja Dayikan weşand wihaye: "Bila tu kes bigotinên dilşewat ên li dijî tundiya li dayikên Kurd tên kirin, wijdanê xwe rehet neke. Ew dayik, ji bo çareserkirina pirsgirêkeke ku gelek siyasetmedaran nekarîn çareser bikin canê xwe danîne holê, rêyeke nû nîşanî me hemûyan dane. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em li ser wê rêyê bimeşin. Pêkanîna aştiyeke bi rûmet bila soza me ya ji bo wan be."