ENQERE – Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû, têkildarî şaredariyên ku HDP’ê bi dest xistiye axivî û got: “Di 5 salên pêşiya me de jî em wiha berdewam bikin, bi awayekî vekirî dibêjim dê şaredariyên HDP’ê nemînin.”
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ku duh êvarê tevlî bernameya fitarê ya Komeleya Trabzoniyên Gundorenê bû, têkildarî encamên hilbijartinê û polîtîkaya wan a qeyûman axivî. Soylû angaşt ku şaredariyên serdema berê qeyûm tayînê wan kirine, welatiyan AKP’ê tercîh kiriye û nîvê wan qezenc kirine û wiha got: “Sedem? Ji berk u aramî hat, welatî berdewamiya aramiyê dixwazin. Di 5 sal in pêşiya me jî de em wiha berdewam bikin, bi awayekî vekirî dibêjim dê şaredariyên HDP’ê nemînin.”